WAN - Polîsan bi ser mala Ayfer Şahîn û keça wê Şehrîban Mamuk de girtibûn û îşkence kiribûn. Li ser giliyê polîsan a bi îdiaya “Bi qûşxane-tawayan êrişî me kirin”, Şahîn û Mamûk hatin girtin. Mamuk neçar ma ku zaroka xwe ya 3 salî jî bi xwe re bibe girtîgehê.
Di 14’ê tîrmeha 2018’an de polîsan li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser mala malbata Şahîn de girtin. Di dema serdegirtinê de endamên malbatê ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Piştî serdegirtinê, 2 jê zarok bi giştî 8 kes hatin binçavkirin. Endamên malbatê di bin çavan de jî rastî tundiyê hatin. Piştre jî ji malbatê 6 kes hatin girtin.
POLÎSAN GILÎ KIR
Polîsên ku tev li serdegirtinê malan bûn, bi îdiaya “Çêr li me kirin, bi guldank, qûşxane û tawayê êrişî me kirin” giliyê endamên malbatê kirin. Ji ber vê îdiayê, derheqê tevahiya endamên malbatê de bi îdiayên “Ji bo nehêlin peywirê bikin li ber xwe dane” û “Ji ber peywira ku dike heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye” doz hate vekirin. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê jî 33 meh û 22 roj cezayê hefsê da Ayfer Şahîn û keça wê Şehrîban Mamuk.
DAPÎR, KEÇ Û NEVÎ KETIN GIRTÎGEHÊ
Doz, veguhestin Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Wanê. 2’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgehê di biryara xwe de got; “Di biryarê de xeletî nîne.” Bi vê yekê re cezayê li Ayfer Şahîn û Şehrîban Mamuk hatiye birîn hat erêkirin. Piştî ku biryar teqez bûy, Ayfer Şahîn û keça wê Şehrîban Mamuk çûn Dozgeriya Înfazê ya Wanê. Piştî ku biryar li rûyê wan hate xwendin, dayik û keça wê şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Mamuk neçar ma ku keça xwe ya 3 salî D.A. jî bi xwe re bibe girtîgehê.
CARA DUYEMÎN BI ZAROKA XWE RE KETE GIRTÎGEHÊ
Ajansa Mezopotamyayê, di dema karûbarên fermî de bi malbatê re hevdîtin kir. Dema Şehrîban Mamuk tiştên bi serê wê hatin vedigot, heta demekî dirêj nexwest li gel keça xwe ya 3 salî ji parkê derkeve. Zaroka ku pêlîstoka di destê xwe de qet bernedida jî ji hêla dapîr û dayika xwe ve hat hayişkirin.
Di van kêliyên hestiyar de Şehrîban Mamuk serpêhatiya xwe domand. Mamuk, da zanîn ku di sala 2018’an de jî li gel zarokê xwe yê 2 salî ketibû girtîgehê û 15 mehan di girtîgehê de ma ye.
Mamuk, diyar kir ku heman rewşê dîsa dijî û got tevî rastî neheqiyê hatine jî weke “tawanbar” hatine nîşandan. Mamuk, wiha domand: “Polîsan di îfadeyên xwe de gotine; ‘Bi quşxane û tawayan êrişî me kirin.’ Gelo li dijî tank, top, helîkopteran em ê çawa bi qûşxane-tawayê êrişî polîsan bikin? Ma îdiayeke wiha bi nav aqilê kê dikeve?”
'JINBIRAYA MIN JI BER ÎŞKENCEYÊ JI BER ÇÛ’
Mamuk, wiha qala şeva serdegirtinê kir: “Bi megafonê bang kirin ku em derkevin derve. Dema em derketin, em li erdê dirêj kirin û îşkence kirin. Ji ber wê îşkenceyê bavê min rakirin beşa venêrîna awarte. Jinbiraya min a ducanî ku zarokê wê 3 mehî bû ji ber îşkenceyê ji ber çû. Dayika min 6 mehan xwîn divereşiya. Nexweşxaneyan li şûna rapora derbê, rapora ‘sor bûye’ dan. Dema em di bin çavan de her serê saetê îşkence li me kirin. Ez dayika min xistin hucreyên cuda. Di şeva ewil de em tazî kirin û îşkenceyên giran li me kirin. Di hejmartina serê sibehê de 15 gardiyanan îşkence li me kirin. Min qêriyên dayika xwe dibihîstin. Dayika min xistin feleqeyê û binê piyên wî reş û şîn kiribûn. Piştre jî di heman rojê de ez birim û gardiyanên mêr jî di nav de bi giştî 15 gardiyanan îşkence li min kirin. Li erdê hatim dirêjkirin û bi copan li binê piyên min xistin. Gardiyanekî got; ‘li lingên wê nexin, li binê piyên wê bixin ku şopa wê diyar nebin.’ Piştre jî ser hişê xwe çûm. Navberekê serê min xistin nava setileke ava sar û derxistin da ku ser hişê xwe ve bêm. Bi awayeke nîvhişî ez avêtim hucreyê.”
SÊ ZAROKÊN WÊ HENE
Bi domdarî Mamuk diyar kir ku yek jê 13 salî, yek 10 û yê din jî 3 bi giştî 3 zarokên wê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên min niha diçin dibistanê lê êdî dê nema bikarin biçin. Xesûya min bêçare ye û nikare li zarokên min binêre. Dayika min jî dê li gel min bikeve girtîgehê lewma kesekê li wan binêre tune ye. Kurê min got dê serê sibehê neçe dibistanê. Zarokên min bi rojane digirîn. 10 meh û 13 roj cezayê min heye û tenê yek roj jî ji bo zarokê min pir e. Ez keça xwe ya 3 salî jî bi xwe re dibim girtîgehê. Ev, neheqiyeke pir mezin e. Em rastî neheqiyeke pir mezin hatin û dixwazim ev neheqî bi dawî bibe.”
Ayfer Şahîn ku dê li gel keç û neviya xwe bikeve girtîgehê jî bertek nîşanî biryara dadgehê da. Şahîn, got: “Yên ku ceza li me birîn, bila li dîmenên wê şevê hatine kişandin binêrin û temaşe bikin. Îşkence li me hate kirin.”
'DIVÊ KESEK VÊ QEBÛL NEKE’
Şahîn, got ku polîsan bi pora wê girtine, li erdê hatiye kaşkirin û wiha pê de çû: “Ez li wir bi ser hişê xwe çûm. Dema min çavên xwe vekirîn li nexweşxaneyê bûm. Di dema binçavkirinê de serê her saetê em dibirin îşkenceyê. Dema em dibirin girtîgehê, du jê zilam du jî jin çar gardiyana îşkenceyên giran li min kirin. Ez li wir ser hişê xwe çûm û dema hişyar bûm, min dît ku binê piyên min werimî ne. Ji wê rojê heta niha êdî nikarim bi tena serê xwe biçim cihekî. Bêyî ku sûc û guneheke me hebe ceza li me hate birîn. Dibêjin ku me bi qûşxane û tawayê êrişî polîsan kiriye. Lê tevî ku me xwest li şopa dest binêrin jî dadgehê ev yek lêkolîn nekir. Kamera hebûn, me dîmen xwestin lê nedan. Vê derhiqûqtiyê ne ez, ne malbata min, ne mirov ne jî xwedê qebûl dike. Ez, keça min û neviya min a 3 salî bi hev re dikevin girtîgehê. Divê tu kes vê qebûl neke.”
BI POŞETÊ PÊLÎSTOKAN ÇÛ GIRTÎGEHÊ
Ayfer Şahîn, keça wê Şehrîban û neviya wê ya 3 mehî xatira xwe ji endamên malbatê xwestin û derbasî Dozgeriya Înfazê bûn. Zaroka 3 salî, di destê wê de poşetê pêlîstokê kete girtîgehê. Ayfer Şahîn dê 8 mehan û keça wê Şehrîban jî 10 mehan di girtîgehê de bimîne.
DERHEQÊ DOZÊ DE
Di 14’ê tîrmeha 2018’an de li Kolana Eres a Taxa Yalimerez a Wanê bi ser malekê de hate girtin, pevçûn derket û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji 3 polîsên birîndar yek jê li nexweşxaneyê mir. Piştî pevçûnê ji heman malbatê 2 jê zarok bi giştî 8 kes hatin binçavkirin û di dema binçavkirinê û piştre de hatibûn derbkirin. Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi endamên malbatê re hevdîtin kiribûn, rapora îşkenceyê amade kiribûn û bi raya giştî re parve kiribûn.
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji endamên malbatê serê F. Şahîn ê 16 salî hatiye şikandin, 15 polîsan lê xistiye û li gel li Şaxa Zarokan di bin çavan de bû jî hinek kesên li derveyî vê şaxê her tim hatine cem wî, derb kirine û pirs jê kirine.
Parêzerên malbatê ji ber sûcê “Peywira xwe xerab bi kar anîne”, derheqê 66 polîsan de serlêdana sûc kiribûn. Serdozgeriya Komarê serlêdan qebûl kir, ji Walîtiya Wanê re nivîs şand, destûra lêpirsîna derheqê 66 polîsan de xwest lê walîtiyê ev daxwaza red kir. Walîtiyê ji bo îşkenceyê got; ‘hêzên ewlekariyê li gorî erka qanûnan daye wan, bi awayeke rûtîn û bêyî ku sînor derbas bikin hêz bi kar anîne.” Bi vê îdiayê jî destûra lêpirsînê neda. -
Li ser vê yekê, parêzerên malbata Şahîn serî li Dadgeha Îstînafê ya Erziromê dan. Lê belê îstînafê jî ev serlêdan red kir. Piştre jî parêzeran serî li AYM’ê dan. Derheqê malbata Şahîn de bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “heqaret li peywirdarên cemaweriyê kirine” û “Ji bo nehêlin peywira xwe bikin li ber xwe dane” doz hate vekirin. Di çarçoveya dozê de li dayik û keça wê 33 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Biryar, li îstînafê hate erêkirin. Endamên malbata Şahîn ku di 12’ê tîrmeha 2018’an de hatin girtin, di 6’ê kanûna 2019’an de hatibûn tehliyekirin.
MA / Adnan Bîlen