ŞIRNEX - Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayirku bi berxwedana xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin li pey xwe hişt, navê xwe di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsand. Dayika Nayirê Behiye Nayirê diyar kir ku keça wê ji bo parastina gelê xwe, xwe feda kiriye.
Di dema qedexeya derketina derve de ku di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hat îlankirin, di 4’ê Çileya 2016’an de 3 siyasetmedarên jin Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar hatin qetilkirin. Her 3 jin ji bo ku alikariyê bidin kesên di dema qedexeya derketina derve de dorpêçkirî çûn navçeyê, dema xwestin ku ji Taxa Karşiyakayê biçin Taxa Yeşîlyûrtê bûn hedefa guleyên wesayîta zirxî û bi giranî birîndar bûn. Her sê siyasetmedarên ku bi saetan li benda hatina ambulansê man, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.
Ji her sê jinan Pakîze Nayir di sala 1990'î de li gundê Ziristana Silopiyayê ji dayik bû. Piştî demekê bi malbata xwe re koçî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kir. Nayîrê ku di 6 saliya xwe de bi malbata xwe re vegeriya navenda Silopiyayê, bi salan li Rojavayê Tirkiyeyê karê çandiniyê kir û piştre bi malbata xwe re vegeriya Silopiyayê. Nayir, li vir li taxa ku lê dima, dikana kuaforê vekir. Nayir ku di nava xebatên partiyên siyasî de jî cih girt, hem wekî esnaf û hem jî wekî endameke partiyeke siyasî ji aliyê gelê navçeyê ve hat qebûlkirin. Her kes Nayirê bi gotina,"Heke Botan qezenc bike dê mirovahî qezenc bike" nas dike. Nayir ku di 24 saliya xwe de di roja 21'emîn a berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da, gotinên wê yê di nava rûpelên dîrokê de hiştin, mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. Pakîze Nayir ku ji bo dengê gel ragihîne di dema êrişên li Silopiyayê de bi telefonê bi gelek saziyên weşanê re têkilî danî û got: "Em ê têk neçin" û berxwedana heyî ragihand. Piştî Pakîzeyê bi sedan jin di nav xebatên partiyê de cih girtin û ala mîrateya têkoşîna ku wê li pey xwe hişt hilgirtin. Li navçeyê şopên xebatên Nayirê hê jî tê dîtin.
Behiye Nayirê behsa keça xwe Pakîze Nayirê kir.
'QETILKIRINA WAN NE RASTHATINEK BÛ'
Nayirê diyar kir ku jinên birêxistinkirî her tim di hedefa dewletan de ne û wiha axivî: "Em jin kengî serê xwe rakin û li ber xwe bidin em tim û tim dibin hedef. Kuştina Pakîze û rêhevalên wê ne rasthatinek bû. Qetilkirina her sê jinan di meha qetilkirina Sakîne Cansiz wan de çêbû. Piştî wan jî Evîn Goyî û rêhevalên wê hatin qetilkirin. Bi zanebûn jinên şoreşger û berxweder hedef tên girtin û tên qetilkirin. Jinan her tim mafê mirovahiyê parastiye û ji bo mirovahiyê li ber xwe daye. 8 sal di ser qetilkirina Pakîzeyê û hevalên wê re derbas bû, lê li ber çavên min wekî ku îro hatibin qetilkirin. Em wan ji bîr nakin. Em dixwazin ku kujerên van her sê jinan bê dîtin. Em doza heq, hiqûq û edeletê dikin. Kezeba me şewitî, em naxwazin kezeba tu kesên din bişewite. Pakîze û hevalên xwe têkoşîna heq, hiqûq û însanetiyê didan. Pakîze û hevalên xwe gelê xwe diparastin. Min her carê ji Pakîzeyê re digot, 'were malê' lê wê her tim digot, 'yadê ev gel gelê me ye, ez ê çawa wan bihêlim.' Îro tişta ku hatiye serê Filistînê hatiye serê me jî. Me ew tiştê ku ew dijîn di van bajaran de jiyan kir. Tişta ku Îsraîl li Filistînê dike dewletê li me kir."
'KURD BI QETILKIRINÊ XELAS NABIN'
Nayirê bi lêv kir ku têkoşîna her sê jinan ku ji jinan re mîras maye divê bê mezinkirin û ev tişt gotin: "Zarokên me di jêrzemînan de şewitandin, zarokên me li kolanan kuştin, me cenazeyên zarokên xwe di sarincan de veşartin. Cenazeyên me 7 rojan li kolanan hiştin. Kurdan neheqî li tu kesî nekiriye û her tim heq û edelet xwestiye. Zarokên me doza vê dikirin. Zarokên me êrişî tu kesî nekirin, mal û milkê kesekî nedizîn. Zarokên me têkoşîna ziman û nasnameya kurd dan. Ev hezar sal in ku li ser gelê kurd zilm heye. Bi hezaran komkujî li ser gelê kurd pêk anîn. Ew bi wê hişmendiya ku Pakîze, Sêvê û Fatma qetilkirin, li Parîsê Evin Goyî û rêhevalên wê qetilkirin. Ew nikarin kurdan xelas bikin, kurd xelas nabin. Divê jin bibin tifaq û bi hev re têbikoşin. Em dixwazin kujerên wan bên dîtin û vê bûyerê ronî bikin. Bila kujerên zarokên me diyar bikin. Bila hesab bidin. Îro vê dewletê kujerên Roboskiyê jî aşkere nekirine, yê jêrzemînên Cizîrê diyar nekirine em kujeran nas dikin. Ew dewleta ku edelet lê nebe dê safî nebe."
MA / Zeynep Durgut