AMED - Li navçeya Rezanê Pervîn Bal ji aliyê hevjînê xwe N.B. ve hate qetilkirin.
Li Taxa Korhat a girêdayî navçeya Rezan a Amedê Pervîn Bal (45) ji aliyê hevjînê xwe N.B. (71) ve bi amûra birînê hate qetilkirin. Cenazeyê Balê birin Saziya Tiba Edlî ya Amedê û faîl N.B. hate binçavkirin.
Hate diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.