ÎZMÎR - Ji her 10 kesan tenê jinek ji rêveberiyên herêmî re tê hilbijartin. Endama Koalîsyona Jinan Gul Erdost wiha got: “Asta hebûna jinê ya di mekanîzmayên biryardayînê de ya ji aliyê hejmarê ve weke rêxistinên jinan meseleya me ye jî.”
Di demekî ku Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an ku di rojeva welat de ne, polîtîkayên rêveberiyên herêmî yên partiyên siyasî jinûve ji nîqaşê vekirin de, careke din hemû çavan berê xwe da nûnertiya li herêman. Feraseta ku jinan tune dihesibîne, newekheviya zayendî kûr dike, di temsiliyetê de tevî têkoşîna bi salan hê jî wekhevî pêk nehatiye. Mafê jinan ê hilbijartin û namzetiya şaredariyan di 3’ê nîsana 1930’î de bi qebûlkirina Qanûna Şaredariyê re hat naskirin. Di nava 94 salan de 16 hilbijartinên herêmî hatin kirin. Li gorî Tora Wekhevî û Tevlêbûnê ya Global, di vê serdemê de bi hezaran mêr wek şaredar hatin hilbijartin, tenê 167 jin hatin hilbijartin. Ji berê heta îro, jinan karî herî zêde ji sedî 3 bibin şaredar, ji sedî 4,7 bibin endamên meclîsa giştî ya bajêr û ji sedî 11 bibin endamê meclisa şaredariyê.
Li gorî daneyên Rêxistina Cîhanê ya Rêveberiyên Herêmî û Bajarên Yekbûyî (UCLG), di rêveberiyên herêmî yên cîhanê de temsîliyeta jinan ji sedî 36 e, Tirkiye jî di nava 133 welatan de bi rêjeya ji sedî 10,42'an di rêza 118’emîn de ye. An ku ji 10 rêveberên herêmî tenê yek jin e. Li gorî rapora Konseya Herêman û Şaredariyan a Ewropayê (CEMR) ku di sala 2019’an de bi giştî 41 welat di nav de endamên Konseya Ewropayê û namzetên Yekitiya Ewropayê hene, Tirkiye yek ji welatên ku rêjeya şaredarên jin ên herî kêm e û ji sedî 3,2 ye. Ji bo hemû nûnerên hilbijartî yên li gelemperiya welêt, rêje ji sedî 10,7 e.
NÛNERTIYA JINAN
Li gorî encamên hilbijartinên herêmî ku di sala 2019’an de pêk hatin û di encamê de hezar û 398 şaredar hatin diyarkirin, ji Partiya ÎYÎ tu namzetên jin nehatin hilbijartin, ji MHP’ê namzeteke jin, 7 ji AKP'ê û 10 namzetên jin jî ji CHP’ê hatin hilbijartin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên ku bi pergala hevşaredariyê ketiyê de 3 bajarên mezin li 59 bajaran (Mezbateyên namzetên li 6 bajaran hatine hilbijartin nehatin dayîn) nûnertiya wekhev pêk anî. Jinên ku li navçeya Pazaryerî ya Bîlecîkê û li navçeya Keban a Xarpêtê weke namzetên serbixwe hatin hilbijartin, dest bi peywîrê kirin. 17 jê bajarên mezin li 50 bajaran (navçe jî di nav de) qet şaredarên jin nehatin hilbijartin. Ji bilî Edene, Antalya, Balikesîr, Bûrsa, Hatay, Mereş, Qeyserî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrsîn, Mûgla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Tekîrdag û Trabzonê li bajarên Aksaray, Amasya, Artvîn, Erdexan, Bartin, Baybûrt, Bîngol, Bolû, Bûrdûr, Çanakkale, Çankir, Çorûm, Duzce, Erzîngan, Gîresûn, Isparta, Karaman, Kastamonû, Kirikkale, Kirklarelî, Kirşehîr, Kilîs, Kutahya, Nevşehîr, Osmaniye, Rîze, Sînop, Sîvas, Tokat, Ûşak, Yalova, Yozgat û Zongûldakê qet şaredarên jin nînin.
Li bajarên mezin Ozlem Çerçîoglû li Aydinê, Fatma Şahîn li Dîlokê hate hilbijartin. Li bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê jî hevşaredar hatin hilbijartin. Dîsa gelê Êlih, Îdir, Qers, Sêrt û Colemêrgê jî hevşaredar hilbijartin. Ji 3 bajarên mezin Stenbolê yek, li Enqereyê yek û li Îzmîrê jî 3 jin weke şaredar hatin hilbijartin. Jinên ku zêdetirî wan ji bajarên Kurdistanê hatin hilbijartin, piştî hatin ser peywîrê 3 meh şûnde ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywîrê hatin wergirtin û qeyûm tayînî şûna wan hate kirin.
Endama Koalîsyona Jinan Gul Erdost, nûnertiya jinan a di rêveberiyên herêmî de nirxand.
PIRSGIRÊK NEWEKHEVIYA ZAYENDÎ YE
Erdost, bal kişand ser nûnertiya jinan a di siyasetê de û pirs kir ku çend jinên tên hilbijartin bi feraseta jinê tevdigerin û pirsgirêkan çareser dikin? Erdost di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Asta hebûna jinê ya di mekanîzmayên biryardayînê de ya ji aliyê hejmarê ve weke rêxistinên jinan meseleya me ye jî.” Erdost qala çima jin nikarin di siyasetê de cih bigirin kir û bi lêv kir ku ev rewş bi pergala cîhanê re eleqedar e. Erdost, destnîşan kir ku meseleya nêrîn û hişmendiyê ye û wiha got: “Şer jî ji ber newekheviya jin û mêran derdikevin. Dema ku em li hemû dinyayê û li Tirkiyê li meseleya zayendî dinêrin, heke jin li derve bixebitin jî tim zêdetir parastinê dikin, li malê kar dikin, weke xwedîkirina li zarok, nexweşên pîr, paqijî û hwd. Jin ji ber karê dualî nikarin bikevin nava siyasetê. Ji ber ku hişmendiya zayendî bi pêş neketiye û rolên zayendî hêdî hêdî xurt dibin, jin her çiqas bikevin siyasetê jî divê karê xwe yê malê bikin. Jin bibe parlamenter jî neçare bibeze û biçe malê. Lê ji bo mêran pirsgirêkeke wisa nîne. Ji bo vê jî tişta ku divê em bikin pêşî ew e ku em têkoşîna hişmendiya zayendî, ji malbat û hawîrdorê xwe dest pê bikin. Heke em bikarin vê bikin em dikarin di qada navnetewî de serkeftinekê bi dest bixin. Di hemû mekanîzmayan de dikarin wekheviya jin û mêr pêk bînin.”
‘DIVÊ WEKHEVÎ JI HERÊMÊ BER BI GIŞTÎ VE BELAV BIBE’
Erdost, destnîşan kir ku girîng e ku ji keyayên taxan dest pê bikin û di rêyekê de biçin û anî ziman ku divê wekhevî ji taxan ber bi giştî ve belav bibe. Erdost diyar kir ku zîhniyeta mêrsalarî rêveberiyên herêmî tenê weke karên rê, av û ceyranê dibîne û wiha pê de çû: “Ji bo jin di biryarên der barê bajêr de bi bandor bin, divê rêjeya endamên meclîsa şaredariyê zêde bibin. Ji xebatên çandinî heta mafên jinan divê hemû xebat bi feraseta jinan bê kirin.”
‘TÊKOŞÎNA BI HEV RE ŞERT E’
Erdost, destnîşan kir ku ku di vê wateyê de bandora jinan a li partiyên siyasî girîng e û wiha lê zêde kir: “Divê teqez aktîf bin. Li Tirkiyeyê serokên hemû partiyan mêr in. Ez Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derveyî vê dihêlim. Meral Akşener a feraseta jinan pê re nîne jî ji derveyî profîla ku ez behs dikim e. Di CHP’ê de jî çend jin hene. Di partiyan de rêveberên payebilind ên ku di nav jinan de xwedî gotin nîn in. Hilbijartinê ev dikin. Pêwîste jinên di nava partiyan de van bibînin û bi hevkariya rêxistinên jinan mudaxale bikin. Em li her qadê temsîliyeta wekhev dixwazin. Em pêşî li sîstema fermûar û temsîliyeta wekhev bigirin. Li partiyan ji jinan re dibêjin ‘Taca Seran’. Lê belê em naxwazin bibin 'taca serê' kesî. Em dixwazin bi mafên wekhev mil bi mil bimeşin.”
‘HEVSEROKATIYÊ NÛNERTÎ ZÊDE KIR’
Erdost, diyar kir ku di rêveberiyên herêmî yên li welat de rêje bi pergala hevserokatiyê zêde bû û îşaret bi siyaseta qeyûm a li dijî vê hate pêşvebirin kir û got: “Ev ewilî xistina bombeyê ya di binê demokrasiyê de ye. Tunehesibandina vîna gel e. Wekî din tu tiştekî din nîne ku mirov bibêje. Tu hilbijartinê dikî, dibêjî ‘mafê herkesê yê hilbijartin û bijartinê’ heye, mirov hilbijêr in lê piştî mehekê qeyûm tayîn dikî. Divê pirsgirêkeke ku ewil were çareserkirin jî pirsgirêka qeyûm be. Ji xwe karê ewil qeyûman kir bû girtina saziyên jinan. Saziyên jinan ên hatin girtin, saziyên ku çalak û xebatên gelek baş dikikirin bûn. Girtina saziyan mudaxileya li şaredariyan e.”
Di dawiyê de Erdost got ku divê hemû jinên alîgirê azadî, edalet û wekheviyê di hilbijartinên herêmî de ji bo temsîliyeta wekhev têbikoşin.
MA / Semra Tûran