ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû bal kişand ser qetilkirina Firyal Suleyman Xalid li Kerkûkê û wiha got: “Ev suîqest, cînayeteke siyasî ye. Em wan hêzên tiliya wan di vê cînayetê de heye baş nas dikin.”
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, têkildarî geşedanên heyî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyanî da. Turkoglû, diyar kir ku jinan di tevahiya salê de li dijî tundî û komkujiyan li ber xwe dane û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê çileya 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin û jinên din bi bîr anî.
‘HÊZÊN NAGIHAN Û FIRYAL QETIL KIRIN HEMAN HÊZ IN’
Turkoglû, wiha got: “Yên Rosa, Sakîne, Sêvê û Nagihan qetil kirin duh li Kerkûkê careke din xwe nîşan dan. Çalakvana jin Firyal Silêman Xalîd ku ji bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû Kerkûkê, hat qetilkirin. Ev qirkirineke siyasî ye. Em hêzên li pişt vê komkujiyê baş nas dikin. Dema aktîvîsteke jin li nava kolanê tê qetilkirin, em destûr nadin ku weke 'lêpirsîn hatiye destpêkirin' bê avêtin. Hêzên ku Nagihan kuştin û hêzên Firyal kuştibûn jî heman in. Berpirsiyariya Hikûmeta Kurdistana Federe ye ku van hêzan eşkere bike û sûcdarên ku heq dikin ceza bike. Hûn ê nikaribin têkoşîna me bi komkujî û qetlîaman têk bibin. Em ê bi baweriya xwe ya têkoşîna azadiya jinê bi ser bikevin, ne bi desthilatdariyên serdest ên mêr. Têkoşîna jinan a wekhevî û azadiyê wê bi ser bikeve."
‘GIRTIYÊN JIN ÊN SIYASÎ RÛMETA ME NE’
Bi domdarî Turkoglû Nobeta Edaletê silav kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna wan a adil û bi rûmet têkoşîna me ye, daxwazên wan daxwazên me ne. Ez kongreya Partiya Sosyalîst a Bindestan, Meclisa Jinên Sosyalîst pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Ez beşdarên konferansa ‘Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Girtiyên Jin ên Siyasî’ ku ji aliyê TJA'yê ve di 13-14'ê çileyê de hat lidarxistin silav dikim û dibêjim girtiyên siyasî yên jin rûmeta me ne. Rêya me rêya heqîqet û edaletê ye. Rêya wekhevî û azadiyê ye. Tu barîkat, tu astengî dê li pêşiya rêwiyên vê rêyê nemîne.”
‘BINÇAVKIRINA JINAN OPERASYONÊN TOLHILDANÊ NE’
Di berdewamê de Turkoglû bal kişand ser binçavkirinên di 15'ê çileyê de û ev tişt anî ziman: “Li 28 bajaran operasyon pêk hat û bi dehan rêhevalên me hatin birçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin, dayikên ku bi rojane di nav çalakiya Nobeta Edaletê de cih digirin, jinên ku li dijî tundiyê li ber xwe didin, rêveberên komele û aktîvîstên ku têkoşîna azadiya jinê didin hatin binçavkirin. Li vî welatî diz, êrişkar, tecawizkar û kujer nayên darizandin. Kiryar û rêxistinên ku sûc dikin nayên girtin û nayên darizandin. Jinên ku alîgirê azadî û edaletê tên binçavkirin. Îktîdar ji têkoşîna azadiya jinan ditirse. Ev operasyon operasyona tolhildanê ye. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe û jinên ku hatin binçavkirin demildest bên berdan. Em her bêjin 'Daxwaza bi dawîkirina tecrîda li hemberî Birêz Ocalan ne sûc e' Kesên ku tecrîdê kur dikin sûc dikin. Têkoşîna li hemberî tundiyê ne sûc e, kesên ku tundiyê diafirîne sûc dike. Kesên ku cezayên êrişkar, kujer û tecawizkaran kêm dike sûc dike.
HÛN NIKARIN NAVÊ TJA’YÊ BI PÊNÛSA XWE QIRÊJÎ BIKIN
Ger hûn difikirin ku dayik û jinên ku hatine binçavkirin dê paşve gav bavêjin, hûn xelet difikirin. Her wiha gotinên me ji medyaya alîgir a li hemberî hevalên me yên jin nûçeyên derew çêkirine heye; yên ku di bin rêberiya hikûmetê de tevdigerin, para wan a herî hindik ji prensîbên rojnamegeriyê nînin. Ez ê bibêjim şerm bike, ger şermek we hebûya hûn ê van nûçeyan çênekin. Cihê xwe bizanibin. Hûn nikarin navê TJA'yê bi pênûsa xwe qirêjî bikin. Em destûrê nadin. Têkoşîna azadiya jinên kurd bi ked û bedelên mezin heta roja îro hatiye. Kevneşopiya wê kevneşopiya berxwedan û têkoşînê ye. TJA avabûna kesên ku li dijî desthilatdariya serdest a mêr bi rêxistinbûna xwe ya bi tevgera jinên tirk re mezinkirina têkoşînê ye. Kesên mereq dikin bila zêde dûr nekevin û li salonên dadgehê li darizandina hevalên me yên di Doza Komploya Kobanê de îro girtî ne binêrin.”
DOZA KOBANÊ
Turkoglû, têkildarî Doza Kobanê jî wiha got: “Bila di danişînê de li îfadeya îradeya Ayla, Sebahat, Fîgen û herî dawî jî Gultanê binêrin. Wek Gultan Kişanak got, jinên kurd ji vê hikûmetê sûdmend in. Hikûmet deyndarê jinên ku li dijî îstîsmara kedê kargehan vediguherînin qadên berxwedanê. Divê em ji vê desthilatdariya ku jiyana me dizîne, bi polîtîkayên bêcezahiştinê kujeran diparêzin, me bi awayekî bêhiqûqî di girtîgehan de dîl digirin û sûcên li dijî jinan pêk tîne, bikevin nava tevgerê."
315 JIN HATIN QETILKIRIN
Turkoglû, da zanîn ku di sala 2023'yan de 315 jin hatine qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wan bi gotinên xwe sûcên ku li dijî jinan kirine îtîraf kirin. Di sala 2023’yan de 315 jin hatin qetilkirin. 248 jin bi guman mirine. 28 jin tevî biryara parastinê nehatine parastin, Wezîrê Dadê yê vî welatî herî dawî daxuyanî da û got 'Em ê ji niha û pê ve daxistina rewşa baş a kêmkirina cezayê bicîh neyînîn.' Ev îtîrafek e. Qebûl e ku heta niha kujerên jinan bi van daxistinan hatine parastin. Ew têra xwe bêşerm in. Di dema îktîdara AKP'ê kuştina jinan ji hezar û 400 zêde bûye. Hersa wan a li hemberî jinan her zêde bûye. Çend kuştina jinan zêde dibe jî berxwedan û têkoşîna jinan a li hemberî kuştina jinan jî zêde dibe. Ji hêla Wezareta Dadê ve di 4-5'ê çileyê de komxebata ‘Di sedsala Tirkiyeyê de Qanûna Medenî ya Tirk' rêxistin û platformên jinan re nehat axaftin. Ev komxebat ne ji bo jinê ji bo mêran hat lidarxistin. Axaftina 'Malbateke bi hêz civakeke bi hêz e û dewleteke bi hêz e'. Feraseta heyî aşkera dike.
DESTÛRA BINGEHÎN
Ez bang li jinên ku niha li me temaşe dikin, dikim. Qesta îktidarê ya ji daxwaza guhertina maqekanûnê, parastina mafê mêran e. Îktidar bi hinceta 'parastina malbatê' cudakariyê dixe navbera civakê. Dixwaze civakê bitirsîne û dengê xwe zêde bike. Di bin navê azadiya wijdan û olê de jinan wekî yên serîgirtî û serîvekirî ji hev vediqetînin. Dixwazin di heman demê de jinan bi mêran girê bidin. Dixwaze jin li dijî tundiya mêr bêdeng be û serî bitewîne. Em ê mafê xwe ji însafa îktidara desthilatdar a mêr re nehêlin.
KEDXWARIYA LI DIJÎ JINAN KÛR DIBE
Ji ber ku em tundiyê dibînin û dahateke me ya di warê aboriyê de tune ye em jin bi vê tundiyê her tim rû bi rû dimînin. Tevî biryara parastinê jî tedbîrek nayê girtin û jin tên qetilkirin. Sînorê xizaniyê 40 hezar e. Li ser vêya jî îktidar mafê nefeqeyê yê jinê ji nîqaşê re vedike. Dixwazin jin ji tundiya di nava malê de serî bitewînin. Lê em jin serî natewînin. Xizaniya li ser jinan, bêkarhiştina jinan, kedxwariya li dijî jinan kûr dibe. Mûçeyên teqawîtbûnê di bin sînorê birçîbûnê de ye.
JINÊN DI HEDEFA ÎKTÎDARÊ DE
Ez mînakeke şênber bidim û vê mijarê biqedînim. Buhayên aşiya HPV'ê. Em dev ji buhayên zêde yên aşiyê berdin em aşiyê nabînin. Li dinyayê ji du deqeyan carekê jinek ji penceşêra devê rehîmê dimirin û ne pêkan e ku mirov li vî welatî xwe bigihîne dozên aşiya HPV'ê. Penceşêra devê rehîmê ji 8'emîn cureyên penceşêrê ye ku li Tirkiyeyê herî zêde tê dîtin. Ji bo îktidarê jin jiyana xwe ji dest bidin ne girîng e. Îktidar di derdê rantê de ye dibêje em ê çiqasî kar bikin. Dixwazin ji dahateya vê aşiyê tenê karê bikin.
PÊŞHILBIJARTIN: ŞAHIYA DEMOKRASIYÊ
Em hemû dizanin ku ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê demekî kin ma. Em wekî Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi moral û motîvasyoneke mezin ji bo hilbijartinan amadekariya xwe dikin. Li ser esaên paradîgmaya azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk em li vî welatî tiştê yekem pêk tînin. Ji 90 derî zêdetir bi tevlibûna delegeyan gel çû dengê xwe bi kar anî. Em bi hev re bûn şahidên şahiya demokrasiyê. Delgeyên me yên jin bêyî ku bêjin baran û herî heye çûn deng bi kar anîn û îradeya xwe nîşan dan. Ev îradeya li dora namzetên jin kom bû israra demokrasiya rêveberiyên herêmî ye. Hevserokatî û nûnertiya wekhev xeta me ya mor e. Em ê dev jê bernedin.
EM NE MECBÛRÎ ŞAREDARIYÊN PARTIYÊN YEKPEREST IN
Li Kurdistanê tevî qeyûman jî partiya me bi tevlibûna jinan demokrasiya di rêveberiyên herêmî de mezin kirin. Ev rêbazên rêveberiyên herêmî yên demokratîk wê li rojavayê Tirkiyeyê jî pêk were. Em wekî jin li tu derê welêt ne mecbûrî şaredadariyên partiyên yekperest û zayendperest in. Werin tev li DEM Partiyê ya ku rêgeza paradîgmaya azadiya jina, ekololojîk û demokratîk diparêzin, bibin. Ya ku şaredariyan ji zihniyeta mêr paqij bike em in. Wextê mezinkirina azadî, wekhevî û parastina destkeftiyan niha ye. Em we hemûyan bi hezkirin silav dikin.”