Ji bo pêşwazîkirina Meşvanên Azadiyê hezar û 582 km’an rê hat

  • jin
  • 09:42 7 Sibat 2024
  • |
ŞIRNEX - Sakîne Demîr hezar û 582 kîlometreyan ji dûr hat û Meşvanên Azadiyê li cihê ku keça wê lê hatiye qetilkirin pêşwazî kir. Demîr, wiha got: "Wijdana min qebûl nekir. Min deriyê xwe qilf kir, hatim vê derê û tev li vê meşê bûm. Ev meş ji bo min pir bi wate ye. Heke tecrîd rabe dê aştî jê çêbibe."
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ya siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin, di roja 7’emîn de berdewam dike. Meşvanên di baskê Wanê de cih digirin û niha li herêma Botanê ne, li her navçeya bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Meşvan, li navçeya Silopiyayê bi pêşengiya Dayikên Aştiyê yên laçikspî hatin pêşwazîkirin. Yek ji van dayikan jî dayika Sêvê Demîr a ku di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiyayê di 4'ê kanûna 2015'an de bi hevreyên xwe Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatibû qetilkirin, Sakîne Demîr bû. Demîr, ji bo pêşwazîkirina meşvanan ji bajarê Manisayê hate Silopiya ya Şirnexê ku hezar û 582 kîlometreyan dûr e. Demîr, cihê ku keça wê lê hatiye qetilkirin bi daxwaza ku tecrîd rabe û pirsgirêka kurd çareser bibe bi kûlîlkan Meşvanên Azadiyê pêşwazî kir û bi wan re bi dirûşma"Bêdengî mirine, berxwedan jiyane" meşiya. Demîr, tevî temenê xwe yê mezin jî astengî derbas kirin û di nava meşvanan de cihê xwe girt. Demîr, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
'XEW NAKEVE ÇAVÊ MIN'
 
Dayik Demîr,  diyar kir ku ji roja Meşa Azadiyê hatiye destpêkirin heta niha xew nakeve çavê wê û got ku wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê xwe daye Botanê. Demîr, wiha domand: “Ev meş ne ji bo berjewendiyên şexsî pêk tê. Ev meş ji bo çareserkirina pirsgirêka gelekî ye ku bi sala ye nayê çareserkirin. Ev meş ji bo azadiya rêberê vî gelî ye. Ez li ber vê meşê bejna xwe ditewînim û qewet û serkeftinê ji meşvanan re dixwazim. Ev meş ji bo azadiya hemû gelên bindest e. Ez bang li dayikan û gelê kurd dikim ku xwedî li vê meşê derbikevin. Bila dayikên me û gelê me berjewendiyên xwe yên şexsî bidin aliyekî. Îro her tiştekî wateya xwe heye. Ji ber wê ev meş ji bo me bi wate ye. Ev 6 roj in ku ev mirovên me di vê sir û seqemê de, di rêya azadiyê de dimeşin. Hûn di nav cihan de germ nabin lê ev mirov di bin berfê de ji bo azadiyê dimeşin. Ev 6 roj in ew dimeşin lê bawer bikin ku min nekariye 2 seatan tenê jî razêm. Ji ber ku xewa min nedihat. Çima? Ji ber îro ev mirov ji bo ku ev tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe dimeşin.”
 
DERIYÊ MALA XWE QILF KIR Û BERÊ XWE DA MEŞA AZADIYÊ
 
Bi domdarî Demîr da zanîn ku peyvira herkesî ye ku li dijî tecrîdê rabe û xwest herkes xwedî li meşê derbikeve. Demîr, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku ev tecrîd ranebe tu kes ji me rehet nabe û aştî nayê vî welatî. Divê ku em rabin ser pêyan, divê ku em berjewendiyên xwe yên takesesî bidin aliyekî, em mala xwe û zarokên xwe bidin aliyekî. Divê ku em deriyên xwe qilf bikin û berê xwe bidin azadiyê. Ez îro ji Manîsayê hatim vê derê. Ma ez ne însan im, ma zarokên min tune ne, ma mala min nîne? Wijdana min qebûl nekir, min deriyê xwe qilf kir û ez hatime vê derê û tev li vê meşê bûme. Ev meşe ji bo min pir bi wate ye û girîng e. Di girtîgehan de li ser zarokên me îşkence heye, zilm heye. Ji Îmraliyê agahî nayê standin. Çima? Ji ber ku zilm heye. Lê em ê vê zilmê bişkînin. Heta ku em vê tecrîdê neşkînin divê em li mala xwe nerûnin, divê em rabin ser pêyan. Em nebêjin zarokên me, em nebêjin mala me, em nebêjin berjewendiyên me. Em berjewendiyên xwe bidin aliyekî û wateyê bidin vê meşê.”
 
 ‘HETA KENGÎ BÊDENGÎ?'
 
Demîr, bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo ev tecrîda li ser zindanan rabe ez ji Manisayê hatim vê derê. Em dayik in, dilê me dişewite. Em dibêjin bila herkes rabe û tev li vê meşê bibe. Ev meş meşa azadiyê ye. Ev meşa azadiyê dê tecrîdê bişkîne. Heta ku deriyê Îmraliyê venebe û bi birêz Ocalan re li ser maseyê nerûnin, azadî nayê tu deran. Bi diyalogê ev tişt çareser dibe. Bi girtinê, bi kuştinan kurd xelas nabin. Îro girtiyên zindanan ne tenê ji bo azadiya gelê kurd, ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn di greva birçîbûnê de ne. Dayik di grevên birçîbûnê de ne. Em daxwaz dikin ku ev tecrîd rabe. Bila birêz Ocalan azad bibe, bila li welat aştî û aramî çêbibe. Yên ku vî welatî xelas bikin, dayik in. Bila dayik rabin, bila gelê me rabe.  Ma heta kengî bêdengî? Serkeftin ji hemû gelên bindest re, yan azadî yan azadî."
 
MA / Zeynep Durgut