STENBOL - Yek ji malbata girtiyan Salîç Înan a ku ji Tokatê tev li Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bû, diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan tê wateya bidawîbûna şerê birakujiyê yê didome û got: “Ji ber vê yekê divê dayikên tirk jî destê xwe deynin bi kevir.”
Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên Ewropa û cîhanê didome, li Stenbolê di 13’ê kanûna 2023’yan de Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Çalakiya nobetê ku malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê pêşengtiya wê dike û li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didome, kete roja 62’yemîn. Dayikên di çalakiyê de têkildarî Nobeta Edaletê ku gel, rêxistinên sivîl ên civakî, sazî û dezgehên li bajêr eleqeyeke zêde nîşan didin axivîn.
Îpek Çakan a 50 salî, ku ji roja destpêkê ve tev li çalakiyê bûye, di sala 1993’an de ji gundê Wasten ê navçeya Xîzanê ya Bedlîsê neçar ma koçî navçeya Tetwanê bike û piştî salekê ji ber zextên dewletê neçar ma koçî Stenbolê bike.
Çakan, anî ziman ku rojên ewil ji ber ku kurd bûn li Stenbolê xaniyên bikirê peyda nekirin û wiha got: “Xwediyên xaniyan û mirovên derdora me bi gotina ‘We ew der xerab kirin, hûn ê vir jî xera bikin’ xanî nedidan me.” Çakan, anî ziman ku zexta dewletê ya bi salan berdewam kir îro jî didome û wiha berdewam kir: “Em her tim dihatin şopandin. Mala me her tim di bin çavdêriyê de bû, bi ser malan de digirtin. Zextan li vir jî dom kir. Min piştî demekî kurt hevjînê xwe winda kir. Bi sê zarokên xwe re heta îro têkoşîna jiyanê da. Carna dema ez diçûm malê jî min fêm dikir ku ez têm şopandin. Lê me berê serî li ber van zextan netewand, em ê îro jî netewînin û têkoşîna xwe bidomînin.”
‘EM TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ DIDIN’
Çakan, bi lêv kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkoşîn didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe azadbûna gelê kurd ne pêkan e. Bila tu kurd nebêjin ‘ez ê li malê rûnim kes destê xwe nade min’ Ev gotineke rast nîne. Ji bo ku li dijî înkarê nasnameya xwe diparêzin dewlet zextê dike. Abdullah Ocalan ji bo ku kurdan diparêze tê tecrîd kirin. Esas di kesayeta wî de hemû gelê kurd tê tecrîd kirin. Hestiyên zarokên me hêj jî li Goristana Kilyosê di bin piyan de ne. Zarokên me bi çekên kîmyewî tên qetilkirin û cenazeyên wan bi kargoyan tên şandin. Em vê mûameleya dijmirovahiyê qet qebûl nakin.”
‘15’Ê SIBATÊ ROJEKE REŞ E’
Çakan, qala 15’ê Sibata ku Abdullah Ocalan bi komployeke navnetewî radestî Tirkiyeyê hate kirin kir û diyar kir ku ev roj ji bo kurdan “Rojeke reş e”. Çakan, têkildarî tiştên di 15’ê sibata 1999’an de qewimîn ev tişt gotin: “Min nûçeya binçavkirina Abdullah Ocalan ewilî ji televizyonê dît. Wê kêliyê dinya bi serê min de hate xwarê, min hîs kir ku jiyan li min teng dibe. Ne tenê ji bo min ji bo bi milyonan kurdan 15’ê Sibatê weke Roja Reş tê penasakirin. Heta ku em sax bin jî em ê vê rojê wiha bi bîr bînin.”
BANDA TÊKOŞÎNA BI HEV RE
Çakan, destnîşan kir ku girtî li girtîgehê têkoşîna hebûnê didin û destnîşan kir ku xwedî li vê têkoşînê derdikevin û heta Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe dest ji vê têkoşîna xwe bernadin. Çakan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet her roj dayikan binçav dike û zextê dike. Heta ku em sax bin em ê li ser şopa zarokên xwe û Serokatiya xwe bin. Em dixwazin şer xelas bibe û bi awayekî azad û wekhev bijîn. Heta ku aştî û edalet neyê em ê li qadan bin. Em ne tenê ji bo xwe ji bo herkesê edaletê dixwazin. Divê herkes were û hêzê bide Nobeta Edaletê. Ez bang li dayikên ku daxwaza aştî û edaletê dikin, dikim; werin em bi hev re aştî û edaletê ava bikin.”
‘AŞTÎ Û EDALET DÊ JI HERKESÊ RE LAZIM BE’
Yek ji malbata girtiyan Salîç Înan (57) a ji Tokatê hat û tev li Nobeta Edaletê bû, anî ziman ku ji bo tecrîda Îmraliyê bi dawî bibe di çalakiyê de ne. Înan, diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan tê wateya bidawîbûna şerê birakujiyê yê didome û got: “Çawa ku mafê her gelî heye bi zimanê xwe yê dayikê û nasnameya xwe bijî, gelê kurd jî xwedî mafekî bi vî rengî ye. Ji ber ku ji bo vê yekê têkoşîna xwe didomînin îro bi deh hezaran kurd di girtîgehan de ne. Ji bo dawî li polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan bê anîn, min xwest li vir bim. Dibe ku ez tirk bim lê ji bo her kesî aştî û edalet lazim e. Ez her tim cem gelên bindest im. Ez dixwazim dayikên tirk jî weke dayikên kurd têbikoşin. Bila zarokên her dua liyan jî nemirin. Heke dayikên tirk jî aştiyê bixwazin dê pirsgirêk çareser bibe. Heke nexwazin tişta bibe dê bi zarokên me bibe. Tiştek ne bi dewletê ne jî alîgirên wê nayê. Ji ber vê yekê divê dayikên tirk jî destê xwe deynin bin kevirî.”
MA / Esra Solîn Dal