ŞIRNEX - Dayikên Cizîrê diyar kirin ku ew dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin û gotin: "Divê li dijî tecrîdê herkes rabe ser pêyan û vê tecrîda girankirî qebûl neke."
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, 35 meh in tu agahî jê nayên girtin. Tecrîda girankirî ya ku bandorê li hemû qadên civakî dike her ku diçe giran dibe. Li dijî tecrîdê di her kêliyên jiyanê de çalakî didomin. Di çalakiyên ku tên lidarxistin de jî daxwaza azadiya Ocalan tê kirin. Dayikên li navçeya Cizîr a Şirnexê li dijî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûnên xwe anîn ziman û bang li gelê kurd kirin ku li dijî tecrîdê rabe.
'DIVÊ KU EM DI MALÊN XWE DE NERÛNIN, NERAZÊN'
Ji dayikan Hamdiye Înediyê anî ziman ku ji ber rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meraq dikin xew nakeve çavê wan û wiha axivî: "Em îro ji bo azadiya serokê xwe li vir in. Em dixwazin weke serokê herkesî serokê me jî di nava me de be. Daxwaza me ew e ku girtiyên me yên zindanan hemû azad bibin û ji vê greva birçîbûnê derkevin. Di nava çar dîwaran de zilm li ser wan heye. Gelek zext û êriş li ser girtiyan hene. Em jî dixwazin ku dayik mil bidin milê hev û em bi hev re li dijî vê zilmê û tecrîdê bitêkoşin. Encax tekoşîna me dikare wan xelas bike. Em tim û tim rewşa birêz Ocalan meraq dikin. Mifteya aştiyê di destê birêz Ocalan de ye. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku heke birêz Ocalan derkeve dê li cîhanê guhertinên mezin çêbibin. Çimkî her tim daxwaza birêz Ocalan ew e ku xwîn nerije. Em bi şev ranazên, em wî meraq dikin. Her roj li ser girtiyan zilm heye. Em dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin û zarokên me ji girtigehan derkevin. Her roj me kurdan digirin û me dikujin. Em naxwazin evqas reş li ser gelê me de bê. Ji ber wê divê ku dayik di malên xwe de rûnenên, ranezên û dest bidin destê hev du û li dijî tecrîdê têbikoşin."
'DIVÊ KU LI DIJÎ TECRÎDÊ HERKES RABE'
Dayika Nihat Kazanhan ê ku di sala 2012'an de bi guleya polîsan ve hat qetilkirin, Ayşe Kazanhanê jî got ku li tevî dilşewatiya ku ew dikêşin jî ew dîsa dibêjin aştî û got: "Em ji tevahiya cîhanê re aştiyê û wekheviyê dixwazin. Em naxwazin ku xwîn biherike. Em dixwazin ev tecrîda li ser birêz Ocalan rabe. Heke ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe wê demê em ê karibin behsa aştiyê bikin. Wê demê her tişt dê çêbibe. Divê li dijî vê tecrîdê her kes rabe ser pêyan û vê tecrîda girankirî qebûl neke. Dilê me şewitî bila yê keseke din neşewite. Kezeba me şewitî lê em dîsa jî aştiyê dixwazin. Em aştiyê ne tenê ji kurdan re ji tevahiya mirovahiyê re dixwazin. Ji têkoşîna ku li dijî tecrîdê tê dayin re serkeftinê dixwazim."
'HEKE KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE DÊ ŞER JÎ BISEKINE'
Ji dayikan Zeynep Şîmşekê jî got ku çareseriya pirsgirêka kurd bi vekirina deriyê Îmraliyê re pêkan e û ev tişt gotin: "Divê êdî kuştin nebe. Bila êdî bes hêstir ji çavên dayikan bibarin. Em kuştin, girtin û mirinê naxwazin. Em dixwazin birêz Ocalan û hevalên xwe hemû ji nava van çar diwaran derkevin. Heke ev tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe, dê ev şer jî bisekine. Bila zalim vî şerî bidin sekinandin. Hêviyên me û daxwaza me ew e ku Apo bê berdan û ev xwîna ku dirije bisekine û girtiyên di zindanan de bên berdan. Bila êdî bes dilê dayikan bişewite. Ez bang li gelê kurd dikim ku dest bidin hev du û daxwaza mafên xwe û rakirina vê tecrîdê bikin. Heke tifaqa me hebe em ê karibin vê tecrîdê bişkinin. Heke tifaqa me hebe em ê neçin yek bi yek. Lê heke tifaqa me nebe em ê herin yek bi yek."
'JI BO AZADIYA OCALAN LI VIRIM'
Têkildarî mijarê ji dayikan Rahîm Bulduşê jî daxwaz kir ku divê li dijî tecrîdê lingên têkoşînê bên berfirehtirkirin û got: "Em îro ji bo azadiya serokê xwe û girtiyan li vir in. Em dixwazin aştî çêbibe. Heke em dest bidin hev em ê bi ser bikevin. Bila bes xwîn birêje. Heke Apo biaxive ev şer dê bisekine. Em rewşa birêz Abdullah Ocalan mereq dikin. Em dixwazin êdî agahiyekê jê bistînin û ev tecrîda girankirî bi dawî bibe."
MA / Zeynep Durgut