STENBOL - Kovara Jînê di hejmara nû de bi manşeta “Ziwan, ziman, zimane zikmakî” derket.
Hejmara 51’emîn a Kovara Jînê vê hefteyê bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û bi manşeta “Ziwan, ziman, zimane zikmakî” derket. Di hejmara vê hefteyê ya kovarê de qedexeyên li ser zimanê kurdî û binpêkirinên mafan ên ji ber van qedexeyan li dijî jinan tên kirin hatin vegotin.
Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:
* Tevî hemû zextan jî parastina zimanê kurdî / Roza Metîna
* Kamber Ateş çawanî? / Perîşan Akan - Dibistana Polîtîka Tenduristiyê ya Ata Soyer
* Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê / Yildiz Ok Orak
* Xwegihandina mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiya di zimanê dayikê de / Hevpeyvîna Şukran Demîr a bi endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî re
* Li dijî tecrîdê azadî / Ebrû Gunay