Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e

  • jin
  • 09:25 19 Sibat 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê Çîgdem Goksoy, diyar kir ku rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi pergala hevserokatiyê pêkan e û wiha got: “Di pergala hevserokatiyê de pirek bi saziyên sivîl ên civakî tê avakirin û ev jî dihêle ku jin sûdê ji xizmetê wergirin.”
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê partiyên siyasî yên ji bo hilbijartinên herêmî yên dê di 31’ê Adarê de pêk werin amadekariyan dikin, lez dan xebatên xwe. Hilbijartina herêmî ji bo jinan jî girîng e. Jinên ku ji bo guhertina nêzîkatiya rêveberiyê ya ku newekheviya zayendî ya civakê kûr dike têdikoşin, pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. 
 
Seroka Komeleya Jinan a Mîmozayê ku di sala 2020’an de li Mêrsînê hate avakirin û bi xebatên dimeşînin bi jinan re tê bahev, Çîgdem Goksoy têkildarî hişmendiya rêveberiyên herêmî û pergala hevserokatiyê de nirxandin kirin. 
 
Goksoy, diyar kir ku rolên zayendî dibe sedem ku her cure tundî û cihêkarî li ser jinê were kirin û wiha got: “Di xebatên me yên li qadê de em dibînin ku tu qadên ku karibin xwe lê îfade bikin nînin. Jinên ku dibêjin qadên wan ên jiyanê ne aydê wan in, li malê tên girtin û hewl tê dayîn bi têgîna malbatê re bên entegre kirin. Ji ber vê yekê em dibînin ku nikarin jiyana xwe araste bikin, zarokên keç ji dibistanan tên wergirtin û zewacên di temenê 16-17 salî de tên normalîzekirin. Em vê yekê di romanan de jî di kurdan de jî di jineke tirk a yoruk de jî dibînin. Di lêkolîna ku me li 10 taxan li ser tevlibûna aktîf a rêveberiyên herêmî pêk anî de me xwe gihand 514 jinan. Gotina hevpar a van jinan jî bû ev; ‘Tundî qet naguhere. Em li malê tundiya psîkolojîk, aborî û lêdanê jî dibînin.”
 
‘PERGALA HEVSEROKATIYÊ HÊZÊ DIDE’ 
 
Goksoy, anî ziman ku jin di siyasetê de “yedeka figurên rêberên mêr” tên dîtin û qala guhertina bi têkoşîna tevgera jinên kurd û femînîstan pêk hatiye kir. Goksoy, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kotaya jinê, di serdema HADEP’ê de derket holê. Li dijî feraseta ‘Jin tune ye kî’ , ‘Ev ji ku derket holê?’ heta van rojan hat. Bi hûnandina pêvajoyê hevserokatî û nûnertiya wekhev hate diyarîkirin. Di pêvajoya hevserokên ewil Aysel Tûglûk û Ahmet Turk de jî yê ku ewilî hate dîtin figurê mêr bû. Lê sekna Aysel Tûglûkê pergala nûnertiya jinê da fêmkirin. Mekanîzmayên rêveberiyê ku jin tê de tune ne bi aqlê zilaman teşe digire. Ev yek jî jinan li dijî pirsgirêkan bêçare û tenê dihêle. Di pergala hevserokatiyê de pirek bi saziyên sivîl ên civakî tê avakirin û ev jî dihêle ku jin sûdê ji xizmetê wergirin.”
 
Goksoy, diyar kir ku li Mersînê 5 stargehên jinan hene, lê belê ev qadên navnîşanên wan hatine deşîfrekirin, nahêlin jin bi zarokên xwe re bi selametî bijîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinên ku serî li me didin dibêjin ku stargehên jinan ji girtîgehekê ne cudatir in. Avabûna ku ji aliyê zîhniyeta mêr ve tê birêvebirin, ji ber ku jinê nafikire, qadeke ji tundiyê re diafirîne. Dema jinek rastî tundiyê hat, yekem cihê ku biçê rêveberiyên herêmî ne. Di vê wateyê de pergala hevseroktiyê pir girîng dibe. Ji ber ku jin di rêveberiyê de dikarin bi jinên herêmî re li dijî tundiyê hevkariyekê hilberînin.”