Li Sêweregê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 11:32 23 Sibat 2024
  • |
img
RIHA - Jina bi navê Pinar Bulunmaz li navçeya Sêweregê ji hêla hevjînê xwe Ridvan Bulunmaz ve hate qetilkirin.
 
Jina bi navê Pinar Bulunmaz (28) li Taxa Hamîdiye ya navçeya Sêwereg a Rihayê ji hêla hevjînê xwe Ridvan Bulunmaz (31) ve hate qetilkirin. Li gorî agahiyan; duh di saetên şevê de li mala malbata Bulunmaz dengê çekan hate bihîstin. Li ser vê yekê cîranên wan agahî da komên tenduristiyê. Pinar Bulunmaz ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêweregê. Tevî hewldanan jî Bulunmaz nehate xelaskirin. Ridvan Bulunmaz ê bi giranî birîndar bûyî jî sewqî nexweşxaneyeke Rihayê hate kirin.