Dê li Amedê panela ‘Heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya aştiyê de’ bê lidarxistin

  • jin
  • 13:23 23 Sibat 2024
  • |
img
AMED - TJA dê di 25’ê sibatê de li Amedê panela “Heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya aştiyê de” li dar bixe. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di 25’ê sibatê roja yekşemê li Amedê bi sernavê “Heqîqeta Jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya çareseriyê de” panelê li dar bixe. Panel dê li Odeya Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) bê lidarxistin. Di panelê de dê rola jinan a di pêvajoyên aştiyê de û bandora tecrîdê ya li ser jinan bê nîqaşkirin. 
 
Moderatoriya panelê dê Hevseroka Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter bike û serbixwe-femînîst Hulya Osmanagaoglû, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, Hevberdevka Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli û endama Koma Aştiyê Yuksel Genç dê weke axêver tev li panelê bibin.