Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e

  • jin
  • 19:53 25 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Berdevka DEM Partiyê ya di panela bi mijara “Di pêvajoyên aştiyê de heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê” ya ji aliyê TJA’yê ve hate lidarxistin û wiha got: “Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e. Formula çareseriyê jî zelal e.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi mijara “Di pêvajoyên aştiyê de heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê” li Odeya Senayî û Bazirganiyê ya Amedê panelek li dar xist. Di panela ku pankarta “Di pêvajoyên aştiyê de heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê” hate daliqandin de endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Dayikên Nobeta Edaletê, Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serra Bûcak, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên navçeyan, endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek kes amade bûn. 
 
 
Koordînatora Lêkolînên Sosyo Polîtîkê Yuksel Genç, Femînîst Hulya Osmanoglû, Hevberdevka Komîsyona Ziman a DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan weke panelist tev li panelê bûn û moderatoriya panelê jî aktivista TJA’yê Zeynep Sîpcîkê kir. Di rûniştina yekemîn a panelê de mijarên “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, bersivdayîna li bangên aştiyê yên di sala 2000'î de û berpirsyariyên ji aliyê jinan ve weke şandeya aştiyê tên destgirtin” û “Rola jinê ya di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de, di muzakereyan de berpirsyariya jinan, pêvajoya avakirina Maseya Aştiyê û Meclîsên Azadiyê yên Jinan (KOM)” hatin nirxandin. Di rûniştina duyemîn de jî mijarên wekî “Weke amûreke siyasî tecrîd û hiqûq” , “Şert û mercên girtiyên jin û grevên birçîbûnê” , “Polîtîkayên dewletê yên ji bo civakîbûna tecrîdê hatine pêş xistin” û “Tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan û pêkanîna qanûnan” hatin nirxandin.
 
‘PIRSGIRÊKA KURD’ 
 
Zeynep Sîpcîk a di panelê de ewilî axivî wiha got: “Tevî ku salên dirêj e ji aliyê hikûmetên li van xakan ve nayê qebûlkirin jî, pirsgirêka kurd heye. Li vî welatî têkoşîna jinên Kurd a nasnameyê ne tenê weke têkoşîna zayendî tê nirxandin. Xwe bi hişmendiya xwe ya hebûnê dide hîskirin û siyasetê bi rê ve dibe. Em ê pirsgirêka Kurd a li Tirkiye û Kurdistanê dewam dike bixin rojeva xwe. Li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan polîtîkayeke tecrîdê tê meşandin. Ev şer e ku di şexsê wî de li dijî hemû nasnameyên li vê erdnîgariyê dijîn hatiye destpêkirin. Em ê vê rewşê nîqaş bikin.”
 
‘PÊVAJOYA BEDEL LÊ HATINE DAYÎN’ 
 
 Yuksel Genç diyar kir ku pêvajoyên ku bedel tê dayîn û serdemên bi hêz hene hene û divê ev tecrube bên nîqaşkirin. Genç a di nava koma aştiyê de cih digirt, ew pêvajo vegot. 
 
‘QASÎ KU EM AZAD DIBIN CÎHAN JÎ AZAD DIBE’ 
 
Genç, bal kişand ku dema ji girtîgehê derket pirsgirêka kurd êdî bû mijara civakê û wiha got: “Çawa ku em ji girtîgehê derketini me bi hemû beşan re hevdîtin pêk anîn. Dema ku me digot em endamên koma aştiyê ne û em dixwazin bi we re hevdîtinê bikin mirov ditirsiyan û bi wan re feraseta ‘terorîstan’ hebû. Nasnameya kurd nedihate qebûlkirin. Dema em ewilî hatin em neçar man ku kurdbûna xwe vebêjin. Me hewl dan rave bikin ku daxwaza azadiyê ya vî gelî çiqasî rewa ye. Gelek kêm saziyan nêrîna me qebûl nekirin. Me pêvajoyeke wisa ava kir ku nîşan bidin rêya derketina ji tundiyê bi hevkariya civakê dibe. Heke hûn ji bo aştiyê têdikoşin, hûn li dijî aliyên şer ên li derveyî mirovahiyê helwestê nîşan didin. Jinên ku ji bo aştiyê dixebitîn li ber xwe didan . Pêvajoya piştî hatina me bi xwe zehmet bû. Qasî ku em azad dibin cîhan jî azad dibe. Ji ber vê yekê jinên kurd dest ji azadbûnê bernadin.”
 
‘HERÎ ZÊDE JINAN AŞTÎ DIPARAST’  
 
Femînîst Hulya Osmanoglû behsa girîngiya kampanyaya “Dest nede hevala min” a ku Tevgera Femînîst di sala 1994’an de li dar xist, kir û wiha dewam kir: “8'ê adarê roja 97’an bû ku jinên kurd ên rêxistinkirî, femînîst û sendîkavan bi hev re rêxistin kirin û vê yekê kevneşopiyek afirand. Di sala 98’an de dîsa rêyên me ji hev veqetiyan. Ji xwe piştî sala 99’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin, destûr nedan tu çalakiyan. Ligel salên 2000’î me bi hev re dest bi 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê kir. Em  zêdetir li dijî şer dihatin cem hev. Ligel sala 2000’î têkiliya me bi jinên kurd re xurt bû. Ligel sala 2004’an şaredariyên jin ên ewil hatin rojevê, me hewl da vê pêvajoyê baldartir bişopînin. Di sala 2009’an de hatina Koma Aştiyê hat. Di vê pêvajoyê de DOKH Û komîsyona piştevaniyê bû ‘Hewldana jinan a ji bo aştiyê’ 
 
‘TECRÎD ÇAWA BANDORÊ LI JIYANÊ DIKE?’ 
 
Hevseroka Komaleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê Ekîn Yeter axaftina vekirinê ya rûniştina duyemîn kir. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên azadîxwaz Ekîn Yeter çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyan ve hatiye destpêkirin, Nobeda Edaletê û Mîtînga Azadiyê ya li Stenbolê tê lidarxistin silav kir û got, “Em xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ne ku ji hevgirtina bi Tevgera Femînîst derbas dibe.”
 
‘CIHÊ KU ABDULLAH OCALAN LÊ TÊ GIRTIN CIHEKÎ KORSAN E’  
 
Berdevka Komîsyona Ziman a DEM Partiyê parêzer Cemîle Tûrhalli ya pişt re axivî jî wiha got: “Hiqûqeke îstîsnayî ye ku ji bo birêz Ocalan tê kirin. Konsepta ku tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan tê meşandin , ‘dewleta dualî’ ye . Tûrhalli di berdewama axaftina xwe de asta dîrokî ya komploya li dijî Abdullah Ocalan di 9’ê cotmehê de dest pê kir û di 15’ê Sibatê de bi encam bû vegot û got: “Cihê ku birêz Ocalan lê tê ragirtin cihekî korsane. Cesareteke ku ji pêkneanîna biryarên navnetewî tê girtin heye. Li dijî wan têkoşînek mezin tê meşandin û jin pêşengiyê ji vê têkoşînê re dikin.”
 
‘FORMULA ÇARESERIYÊ ZELAL E’ 
 
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî pêvajoya têkildarî tiştên li derveyî welat di pêvajoya komploya navnetewî de jiyan anî ziman û got: “Pêvajoya di navbera sala 99’an û 2004’an de. Pêvajoyeke agirbesta yek alî û pêvajoya hate hebakirin. Di holê de vînek heye, siyaseta rêya 3’yemîn heye. Rêya 3’yemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e. Dewlet niha neçar e biryarê bide. Tê xwestin ku herkes wekhev û adilane bijî an na? Kurd di vê mijarê de gelekî zelal in. Formula çareseriyê jî diyar e. Dem dema pirsa ‘Hûn hene an nînin e’ Dem û sebra were hebakirin nema. Malên me û axa me ji êşan têr bûn.”
 
Herî dawî yek ji Dayika Aştiyê û Nobeta Edaletê digire Havva Kiran jî axivî û ev bang kir: “Îro şerê hebûn û nebûnê heye. Divê herkes destê xwe deyne bin kevir.”
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.