Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû

  • jin
  • 10:08 26 Sibat 2024
  • |
img
ENQERE - Koordînatora Weqfa Luxemburgê Alex Wiscnewski, bi lêv kir ku jin xwedî li mîrateya Rosa Luxemburgê li du xwe hiştiye derdikevin û wiha got: “Têkoşîn bi hemû cudahiya xwe gerdûnî bû.”
 
8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, roja ku ji her aliyê cîhanê daxwazên wekhevî û azadiyê tên bilindkirin, peyam tê dayîn ku têkoşîn û mafên hatine bidestxistin neyên terikandin û di rastiyê de berxwedana ku her roj dewam dike di heman demê de tê qîrîn e. Li qadan newekheviyên zayendî tên destnîşankirin û çalakiyên protestoyî tên lidarxistin.
 
Agirê ku di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê li febrîqeyeke tekstîlê bilind bû, veguherî meşaleya berxwedana jinan ku ev 167 sal in nayê vemirandin. Nêzî 40 hezar karkerên jin ji bo şert û mercên baştir ên kar dest bi grevê kirin. Mirina 120 jinên di kargehê de ji aliyê polîsan ve hatin kilîtkirin û şewitîn, ji bo tevahiya cîhanê bû xala werçerxê.
 
ROJA JINAN A CÎHANÊ 
 
Salên piştî komkujiyê, di 26-27’ê Tebaxa 1910’an de li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê, di Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ku girêdayî Enternasyonala 2’yemîn de ji rêveberên Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Clara Zetkîn û Rosa Luksembûrg pêşniyarek hate pêşkêşkirin. Di vê civînê de pêşniyara aşkerakirina 8’ê Adarê ya weke Roja Jinên Cîhanê ji bo bîranîna jinên di sala 1857’an de di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi yekdengî hat qebûlkirin. Bîranînên ji ber ne zelalbûna dîrokê di biharê de dihatin lidarxistin, pişt re bi zanebûna 8’ê Adarê pêl bi pêl li her derê cîhanê belav bû. Di 3’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî ya sala 1921’an li Moskowayê hate lidarxistin de dîroka 8’ê Adarê teqez bû û navê wê weke “Roja Jinên Kedkar a Cîhanê” hate diyarkirin. Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî jî di 16’ê kanûna 1977’an de qebûl kir ku 8’ê Adarê weke “Roja Jinan a Cîhanê” were bibîranîn. 
 
Mîrateya mîmarên vê rojê Clara Zetkîn û Rosa Luksemburg îro bi têkoşîna hevpar a jinan ku gerdûnî bûye, zindî tê hiştin. Weqfa ku bi navê Rosa Luxemburg hatiye vekirin, bi armanca ku parastina sosyalizm a demokratîk a Luxemburgê têxe meriyetê xebatên xwe dide meşandin. Weqfa ku yek ji 6 weqfên siyasî yên mezin ên li Parlamentoya Almanyayê cih digire û nêzî Partiya Çep e (Die Linke) ji sala 1990’an ve ku hatiye avakirin girêdayî mîrateya Luxemburgê ye û li nava welat û derveyî welat perwerdeyên siyasî dide. 
 
Alex Wischnewskî ku koordînatora Bernameya Diyalogê ya Femînîzma Kurewî ya Weqfa Rosa Luxemburgê ye di heman demê de li ser tevgerên femînîst ên ji netewî wêdetir dixebite, bi wesîleya 8’ê Adarê xebatên weqfê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot û gerdûnîkirina têkoşîna jinê nirxand.
 
Alex Wischnewskî
 
QADÊN XEBATÊ YÊN WEQFÊ 
 
Wischnewskî, anî ziman ku Partiya Çep fikra sosyalîzma demokratîk diparêze, Luxemburg jî di têkoşîna sosyalîzma demokratîk û enternasyonalizm de keseke girîng e û wiha got: “Rast e ku em bêjin bingeha me beşeke girîng a mîrateya manewî ya Rosa Luxemburg e. Ji ber Luxemburg enternasyonalîst bû me navê wê wergirt. Ji ber ku Luxemburg li dijî hiyerarşiya li cîhanê hebû bû.”
 
Wischnewski da zanîn ku armanca bingehîn a weqfê perwerdeya siyasî ye û der barê kar û armanca xwe de ev nirxandin kir: “Em li Almanyayê li ser rewşa heyî ya kapîtalîzmê û çawa veguherînin civaka sosyalîst a demokratîk gelek komxebat û weşanan dikin. Xebata me ya bûrsê ya ji bo xwendekarên li Almanyayê dixwînin jî heye. Li gelek deverên cîhanê 25 ofîsên me hene û em bi rêya van ofisan xebatan dikin. Li Tirkiyeyê ofîsa me nîne lê hempîşeyên me yên bi mirovên li welat re dixebitin hene. Em bi partiyên çep ên li her derê cîhanê re dixebitin.”
 
SOSYALÎZM Û FEMÎNÎZM 
 
Wischnewskî bi lêv kir ku hin bernameyên wan ên gerdûnî hene ku dixwazin xurt bikin û got: “Mînak; Bernameyeke me heye ku li seranserê cîhanê bi saziyên cîhanê re di mijarên avhewayê de dixebite û bernameyeke femînîst a gerdûnî heye ku ez dimeşînim. Karê min; ji bo ku hemû komên femînîst, rêxistin û tevgerên femînîst ên ku li welatan ofîsên wan di nav navneteweyî de dixebitin, bi hev ve girê bidin e. Bingeha me tenê jinê nahewîne, siyaseta femînîst tenê bernameyek e û di hemû xebatên ku em dikin de aliyek e. Lê belê, em femînîzmê wek parçeyekî esasî yê fikra sosyalîzma demokratîk a ku me heye dibînin. Ji ber vê yekê bêyî femînîzmê hûn nikarin sosyalîzmê bifikirin û divê hûn femînîzmê bêyî sosyalîzmê nefikirin. Hemû fikr ev e. Her wiha foksîyonên me yên din jî hene, wekî avhewa, yekîtî û aştiyê.”
 
Wishcnewski bi lêv kir ku jin xwedî li mîrateya ku Luxemburgê li pey xwe hiştiye derdikevin û wiha berdewam kir: “Niha ji her demê bêhtir mirov dikare behsa têkoşînekê bike ku bi hemû cihêtiyên xwe ve gerdûnî dibe.”
 
TÊKOŞÎNA JINÊN KURD 
 
Wischnewski anî ziman ku haya wan ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê û Kurdistanê diqewimin û têkoşîna li dijî vê tê dayîn heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qasî ku em dibihîzin û dişopînin jin di mijara pêşengtiya ji protestoyan de gelekî xurt in. Ew bêtirs in ji ber ku tiştekî ku winda bikin nîne. Bi vî awayî careke din di refên pêş ên têkoşîneke gelekî girîng de cih digirin.”
 
DÎROKA HEMÛ JINAN 8’Ê ADARÊ 
 
Wischnewskî, têkildarî girîngiya 8’ê Adarê ev tişt anîn ziman: “Gelekî girîng e ku li her derê cîhanê dîrokeke ku di heman rojê de derkevin derve hebe. Ji ber ku gelekî girîng e ku mirov bibîne em hemû di nava heman têkoşînê de ne. Qada cemaweriyê gelek caran ji bo jinên rastî tundiyê hatine qadeke bi pirsgirêk e û ji ber vê yekê ez difikirim ku paş ve wergirtina wê girîng e. Dirûşmeya ‘kolanan paş ve wergirin’ heye, belê qadên cemaweriyê yên me ne. Feydeyê vê ew e ku em hêza xwe bikarbînin û nîşanî hin kesên din bikin. Ji ber vê yekê 8’ê Adarê rojeke ku em hêza xwe nîşan didin û bihêz dibin e. Ev roj ji bo em hevdu bibînin, bêtirs bin û bên dîtin gelekî girîng e. Em li her derê cîhanê organîze dibin. Têkoşînê bidomînin. Ez li Arjantînê dijîm û niha bi hikumeta nû re bi rewşeke gelek zor re rû bir û ne. Beriya sê-çar salan jinên Arjantînî karîn kurtajê bikin qanûnî û me jî dikarî xwe bigihînin kurtajê, lê niha hikûmeta nû dixwaze careke din qedexe bike. Ji ber vê yekê divê em berdewam bikin. Weke jinan em santîmetreyekê jî paş ve gavê naavêjin. Li gorî min ev yek ji bo gelek jinan û tevgerên femînîst ên li her derê cîhanê wiha ye.”
 
MA / Zemo Aggoz - Hîvda Çelebî
 
SIBÊ: Têkoşîna hebûnê ya jinên kurd: Rêxistinbûn diguherîne