RIHA - Cîgira Seroka Meclisa Jinan a Rêveberiya Xweseriya a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Melê diyar kir ku bi peymana civakî ya nû re jin di her qadê de bi kotaya ji sedî 50 di nava pergalê de cih digirin û got: "Jin tenê ne di warê temsliyetê de, di merhaleyên biryarê de jî xwedî gotin in."
Pergala neteweya demokratîk ku tevgera kurd li ser esasê wê ye, li hemberî xetereya modernîteya kapîtalîst a ku ji aliyê olperestî, zanistî, neteweperestî û zayendperestiyê ve hatiye avakirin, li hemberî pergala netew-dewletê, wekî modeleke xwe birêxistin dike. Modela neteweya demokratîk ku li dijî pergala netewe-dewletê ya li ser "yekzimanî, yekolî û yekalê" şikil girtiye, bi “pirzimanî û pirrengîniya” xwe ji bo gelan dibe îlham û dirûv da Şoreşa Rojavayê /Şoreşa Jinê û li ser vî esasî amadekariyên avakirina jiyaneke nû hatin kirin. Serhildana "Bihara Ereban" ku di bihara sala 2011'an de li erdnîgariya ereban pêk hat, li Sûriyeyê jî belav bû û di 19'ê Tîrmeha 2012'an de jî li Rojavayê çirûska ewil a şoreşê pêxist.
Piştî ragihandina şoreşê ya 19’ê Tîrmeha 2012’an, Kantona Cizîrê di 21’ê Çileya 2014’an de, Kantona Kobanê di 27’ê Çileyê û di 29’ê Çileyê de Kantona Efrînê hatin îlankirin. Binesaziya kantonan bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hat avakirin. Jin di her warî de, di warê îdarî, civakî, aborî û leşkerî de li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her qonaxê de pêşengiya gelan kirin. Li herêmên ku ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin, piştî pergala kantonan 7 rêveberiyên sivîl hatin avakirin. Di sêyemîn konferansa Meclisa Sûriyeya Demokratîk de biryar hat dayîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin da ku hevrêziya di navbera hemû aliyan de pêk were. Ji ber vê yekê, her herêmek bi taybetmendiya xwe hat birêvebirin.
Di hemû pêvajoyan de pergala hevserokatiyê hat sepandin. Jin ji rêveberiyên herêmî heta meclisên giştî di hemû sazî û rêxistinên giştî de cih girtin. Di sala 2015’an de komîteyên aştiyê hatin birçêxistinkirin û Dîwana Edaletê hat avakirin. Piştre jî qanûna Meclisa Edaleta Civakî hat amadekirin û bi vî awayî di sala 2017’an de bingeha Meclisa Edaleta Civakî hat danîn û di bin sîwana Meclisê de “Komîteya Aştiyê ya Mala Jinê” û “Meclisa Edaleta Civakî” hatin avakirin.
Mala Jinê ku di 20’ê Adara 2011’an de li bajarê Qamişloyê şaxa xwe ya yekemîn di bin sîwana Meclisa Edaleta Civakî de vekir, di bin sîwana Kongreya Starê de xwe bi rêxistin kir û 62 şax vekirin. Mala Jinê, bi felsefeya civaka wekhevî, çanda demokratîk û hişmendiya jiyana hevpar a azad xwe bi rêxistin kir, bi armanca ku tundiya nava malê û pirsgirêkên jin di nava civakê de bi wan re rû bi rû dimînin, bi rêya komîteyan çareser bike. Mala Jinê di hemû sazî û dezgehên sivîl û darazê yên Rêveberiya Xweser de cih girt û dozên ku nehatin çareserkirin ji Meclisa Edaletê ya Jinê re hatin ragihandin.
MEKTEBA JINAN
Bûyerên tundiyê yên ku li "Ofîsên Jinan" ên li her saziyê hatin avakirin hatin gengeşekirin, ber bi "Mekteba Jin"ê ve hatin veguhastin. Ji bo pirsgirêkên li vir derketin çareseriyek hat xwestin. Ger li vir çareserî neyê dîtin, pirsgirêka jinê ji Koordînasyona Jinan re tê şandin û ger li vir tundiya li hemberî jinê hebe, lêpirsîn tê destpêkirin. Ji bo ku jina serlêder mexdûr nebe, mafên jinan ên aborî û civakî ji aliyê koordînasyonê ve tên parastin. Ger pirsgirêk li vir neyê çareserkirin, serî li dadgehên Rêveberiya Xweser tê dayîn.
PEYMANA CIVAKÎ
Di dawiyê de Rêveberiya Xweser di 12’ê Kanûna 2023’yan de peymana civakî ya ji 4 sernavên sereke û 134 xalan pêk tê, ji bo xurtkirina pêkhateya civakî û pergala dadweriyê qebûl kir.
Guhertinên komîteyê di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de wiha ne; “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navê xwe guhert û kir Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Guhertin di hiyerarşiya Komîteya Şaredariyan a Rêveberiya Xweser de ku niha ji 7 kantonan pêk tê, hatin kirin. Navê komîteyê bû 'Yekîtiya Komîn û Şaredariyan', navê Meclisa Giştî jî bû 'Meclisa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'. Di bin banê Meclîsa Gel de 'Saziya Çavdêriyê' hat avakirin. Li gorî Peymana Civakî biryar hat dayîn ku 'Buroya Navendî ya Budçe û Dayînan' û 'Dadgeha Parastina Peymana Civakî' bê avakirin. Di biryarên komîteyê de, bêyî ku gelek cudahiyên wekî ol, bawerî û ziman bên paşguhkirin, gelek sazî, rêxistin û pêkhateyên cuda yên di nava Rêveberiya Xweser û 99 xalan de hatin gengeşekiirin û bi mutabaqata hevpar hat çêkirin."
Digel ku di gelek xalan de guhertin li ser bingeheke berfirehtir hatin kirin, di peymanê de mijara ku herî zêde cihê balkişandinê mafên jinan bû ku li dora teoriyên demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê hatine çêkirin.
BI KOTAYA JINÊ LI HER DERÊ TEMSÎLIYETA JINÊ
Cîgira Seroka Meclisa Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Melê Îbrahîm bal kişand ser guhertinên di jiyana civakî ya herêmê de û parêzer Aynûr Zêd Paşayê jî behsa pêvajoya avakirina rêveberiya nû kir.
Cîgira Seroka Meclisa Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ruken Melê Îbrahîm, sedema bingehîn a vê guhertinê nirxand ku jin di her qonaxê de di rêveberiyan de xwedî gotin in û destnîşan kir ku bingeha Şoreşa Rojavayê hatiye berfirehkirin û ev wekî rêgez hatine qebûlkirin û bi van rêgezan hatine roja îro.
Rûkenê bi bîr xist ku di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şertê "Ji sedî 50 temsîliyeta jinê" heye û got: "Jin li vir ne tenê wekî nûnertiyê, di merhaleya biryardanê de jî xwedî gotin in." Rûkenê da zanîn ku kotaya jinan li hemû qadan bi taybet li şaredarî û meclisên Rêveberiya Xweser tê meşandin û diyar kir ku li 7 kantonan meclisên jinan û komîteyên jinan hene.
Rûkenê bi bîr xist ku Koordînasyona Jinê di sala 2021’ê de hatiye avakirin û wiha got: “Ev koordînasyon ne tenê di nava Rêveberiya Xweser de ye, li kantonan jî heye. Yên tevli vê koordînasyonê dibin hevserok, Hevserokatiya Meclisa Şêwirmend û Hevserokatiya Meclisa Edaletê ne. Endamên hevrêziyê di civînên mehane û salane de cihê xwe digirin û biryarên di Rêveberiya Xweser de tên nirxandin û gengeşekirin."
RÊXISTINBÛYÎN
Rûkenê diyar kir ku jinan hem di dema şoreşê de hem jî piştî wê li hemberî êrişan xwe parastine û wiha got: “Em di vê pêvajoyê de di gelek zehmetiyan derbas bûn. Yek ji van jî pêwendîdanîna bi jinên ereb re bû. Gava em bi hev re xebitîn me zehmetî kişand. Em rastî astengiyan hatin, lê tevî her tiştî me xebatên xwe domandin. Di rojên destpêkê de li qadên ku feraseta DAIŞ’ê lê serdest bû, lêkolîn hatin kirin. Li vir me hem li dijî vê ferasetê hem jî li dijî feraseta feodal û mêran şer kir. Îro em di hedefa netew dewletan de ne, bi taybetî jî Tirkiye. Yek ji sedemên herî girîng jî têkoşîna jinê ye. Ji ber vê yekê jinên ku di eniya herî pêş de şer dikin, ewilî ew rastî êirşan tên. Lê belê em ê bi hemû jinên di nava Rêveberiya Xweser de mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin. Îro em li gundên herî biçûk jî xwe birêxistin dikin.
Parêzer Aynûr Zêd Paşayê ku di pêvajoya avakirina peymana nû de di komîteyê de cih girt, diyar kir ku di destûra bingehîn a berê ya Rêveberiya Xweser de gelek pirsgirêkên ji rejîma Sûriyê hebûne. Aynûrê destnîşan kir ku piştî têkoşîneke 40 salî di sala 2014'an de yekem car xweserî hatiye îlankirin û li Efrîn, Cizîr û Kobanê peymanên civakî hatine îmzekirin û got: "Bi van peymanan wekheviya jin û mêr hat qebûlkirin. Mafên jinan ên leşkerî, siyasî û civakî hatin birêkûpêkkirin. Di van qadan de temsîliyeta jinan ji sedî 40 zêde bû. Gelek guhertin hatin kirin, lê dîsa jî kêmasî hebûn."
Aynûrê bal kişand ser van kêmasiyan û wiha got: “Ji ber şêwaza hikûmetê, qanûnên der barê jin û zarokan de li gorî ‘Qanûna Malbatê’ di destûra rejîma Sûriyê de hatin tertîbkirin. Ji ber qanûnên ku ji serdema rejîma Sûriyê hatine wergirtin hîn jî gelek kêmasî hene. Em hemû nasname û bawerî di nava Rêveberiya Xweser de wekhev in, lê Qanûna Mebdee-i'yê (prensîbên bingehîn) di Destûra Sûriyê de ku Rêveberiya Xweser pê ve girêdayî ye, qanûnên îslamî dihewîne. Bi taybetî ji ber qanûna bi navê 'Qanûna Malbatê' pêvajoya hiqûqî li gorî wê pêş dikeve. Helbet Rêveberiya Xweser di vê pêvajoyê de gelek guhertin çêkirin, ya dawî di salên 2019 û 2020’an de pêk hat.”
Aynûrê diyar kir ku pêwîstiya nûkirina peymana heyî bi demê re derketiye holê û got: “Ji bo jinan di nava sîstemê de, di qadên aborî, siyasî, leşkerî û çandî de rêgezên nû hatin çêkirin. Di pêşgotina peymanê de der barê pergala hevserokatiyê de wiha hat gotin: 'Pêwîst e bi rêgezên bingehîn ên wekheviya jin û mêran re girêdayî bin.' Di peymanê de careke din hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Yek ji destkeftiyên herî mezin di pergala konfederalîzmê de ku em jê re dibêjin pergala jinê, ew e ku nûnerên jinan ji komunan heta kantonan û ji wir jî meclisên rêveberiyên xweser ên girêdayî Meclisên Jinan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin diyarkirin. Di nava vê pergalê de mafê jinan ê ku rasterast di rêveberiyê de biaxive. Serkeftineke din jî ew e ku jinan dest bi cihbûna di Meclisên Yasadanîn, Rêveberî û Dadê de kirin."
MAFÊN JINAN HATIN BERFIREHKIRIN
Aynûrê diyar kir ku gelek kêmasiyên qanûnên der barê mafên jinan de bi peymanan hatine çareserkirin. Aynûrê diyar kir ku di peymana dawî de rêzikname û guhertinên ku li tu derê cîhanê nehatine kirin hene û got: “Ev hemû ji bo parastina mafên jinan ên bi Şoreşa Rojavayê re hatine bidestxistin û li qadên berfireh belav bûna wan, hatine çêkirin. Jin êdî dizanin ku ew jî di nava guhertin û veguhertinê de cih digirin û li gorî wê tevdigerin. Jin bi biryar in ku destkeftiyên xwe biparêzin."
SIBE: Têkoşîna jinên filistînî
MA / Ceylan Şahînlî