ŞIRNEX - Cotkar Rengîn Onuk a ku gundê wan 30 sal beriya niha hat valakirin û 30 sal in qedexekiriye bi çandina ceh, nîsk, genim ruh dide gund. Onuk, dibêje: “Polîtîkayeke valakirina gundê me heye lê em bi çandina zeviyan ruh didin gundê xwe."
Di encama polîtîkayên “ewlehiyê” yên dewleta tird e di salên 1990’î de li bakurê Kurdistanê bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin, bi milyonan kurd ketin rêyên koçberiyê. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); di navbera salên 1984-1999’an de zêdetirî 3 hezar û 700 gund û mezra hatin şewitandin, wêrankirin û valakirin. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Herêmê ya Rewşa Awarte (OHAL); 820 gund û 2 hezar û 345 mezra hatin valakirin, 378 hezar û 335 kes jî bi darê zorê ji warên xwe hatin kirin. Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a heman serdemê jî 945 gund û 2 hezar û 21 mezra hatin valakirin û 358 hezar û 335 kes jî ji cihê xwe hatin kirin. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku hejmara kesên ji xaka xwe hatine koçberkirin bi ser 3 milyon kesa ye lê di reqemên fermî de zelaliyek tune ye.
Yek ji gundên di vê serdemê de hatiye valakirin jî gundê Daderê yê Silopiya ya Şirnexê ye. Daderê li quntarê Çiyayê Cudî ye û di sala 1995’an de hate valakirin. Şêniyên gund bi “destûrê” dikarin bikevin gundê xwe. Ji jinên Rengîn Onuk a 32 salî ku di temenekî biçûk de li gel malbata xwe neçarî koçberiyê hat kirin, 2018’an de vegeriya gundê xwe û hewl dide bi çandina genim, nîsk û cehî ruh bide gundê xwe. Onuk, di her mehên cotmeh û mijdarê de li gel welatiyên din tê gundê xwe û çandiniya genim, nîsk û ceh dike. Tekane cotkara jin a li wê herêmê Onuk e û bi vê ked û pisporiya xwe feraseta nêrza a civakê jî dişikîne. Onuk, di cotkariyê de jî girîngiyê dide karkerên jin û diyar dike ku jin ji wê îlham digirin û dixwazin ku bixebitin.
BI ÇANDINIYÊ BERSIVÊ DIDIN POLÎTÎKAYÊN VALAKIRINA HERÊMÊ
Rengîn Onuk, bi lêv kir ku bi sala ye gundê wan qedexe ye û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku gund di sala 1995'an de hatin valakirin, em neçar man gundê xwe biterikînin û me koçî bajêr kir. Wê demê biçûk bûm û bi salan me zehmetî kişand. Lê niha ez weke jineke cotkar li gund çandiniyê dikim. Ne tenê ez gundî hemû tên û çandiniyê dikin. Bi vê hewldanê em bersivê didin polîtîkayên valakirina herêmê. Niha herkesê tê gund cotkariyê dike. Lê hemû jî mêr in û di nav wan de ez tenê jin im.”
'EZ LI HERÊMÊ YEKEM COTKARA JIN EZ IM'
Bi domdarî Onuk anî ziman ku ji ber ku cotkara jin e her tim rastî astengiyan tê û destnîşan kir ku armanca wê ya cotkariyê ew e ku jinan ji pozîsyona alîkariya mêran derbixîne û wiha got: “Li gorî civakê li vê herêmê jin bûn carna dezavantaj e. Li vê herêmê cotkara jin a ewil ez im. Her tim ji min re dibêjin 'tu nikarî bikî, ma tu yê bikî?' Ez şahidê axaftinên bi vî rengî dibim û van gotinan ji min bi xwe re jî dibêjin. Dema ku ez diçim mazotê bikirim jî kesên li benzînê bi awayekî pir lawaz li min dinêrin û ji min re pirsên mîna 'Tu yê bikaribî bikirî yan jî bibî?’ dikin. Ez vî karî dikim û dixwazim ku ji hemû jinên herêmê re bibim mînak. Ne ji mecbûriya xwe, ez jê hez dikim lewma vî karî dikim. Hewcehiya me bi karkeran heye. Ez di van serdeman de pîranî jinên karker tînim. Ji ber ku keda jinan û potansiyela karê jinan ji mêran gelek zêdetir e. Mînak mêr traktoran diajin lê hemû kevirên li vir tên berhevkirin keda jinan e, jin wan kom dikin. Ji axê traktor û keviran dadixin. Ked û xebat zêde ya li vir aydê jinan e."
DI COTKARIYÊ DE JIN
Onuk, diyar kir ku jin zêdetir bi cotkariyê re mijûl dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin bêhtir ji ekolojiyê fêm dikin. Dema ku em li dayikên xwe dinêrin, her tim wekî alîkar diçûn cem mêran lê jinan her tim hemû kar dikirin. Jinan ji karkeran re xwarin çêdikir, kevir berhev dikirin an jî ax dikolandin. Min ew ji xwe re kirin mînak û ketim vî karî. Dema ku em bi jinan re tên cem hev, di warê têgihîştina hevûdu de em dikarin pir baştir li hev bikin. Mînak di vê parselê de em ê keviran berhev bikin, hevalên jin bêhtir lê serwext in. Em tenê mêran ji bo ajotina traktoran û daxistina wan bi kar tînin. Ji ber vê yekê em bi jinan re baştir dixebitin."
'EM HEQÊ ÇANDINIYÊ NASTÎNIN'
Di berdewamê de Onuk da zanîn ku ew genim, ceh û nîskê diçînin û got ku ew heqê keda destê xwe nagirin. Onuk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi giştî li vir genim, ceh û nîskê diçînin. Ji ber ku em nanê xwe ji vir derdixin. Em du salan carekê ceh an jî pembû diçînin. Bavê min şablonê serekî çêdike lê ji ber temenê xwe, ji ber ku ew nikare ez dikim. Rûn heta gubre, ji hatina karkeran heta çûyîna wan ez eleqederim. Em bi piranî genim diçînin û her du salan carek pembû an jî ceh wekî çandina duyemîn diçînin. Em heqê keda destê xwe nastînin. Ji ber ku mazot û gubre pir biha ne. Dahata me bi têrî lêçûnên me nakin. Bihayê nan zêde dibe lê dema ku em genim difiroşin erzan difiroşin û heqê xwe dernaxîne. Lê tevî vê yekê jî ji ber ku ji dayikên me mîras maye em berdewam dikin.”
'EM DEYNDAR DIBIN'
Rengîn Onuk, got ku ji ber polîtîkayên îktîdarê cotkarî li ber tunebûnê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet ji aliyê aborî ve gelek zextê li me dike. Em çandiniyê dikin, yên bi girêbestan dixwin. Civaka ku hilberînê neke mehkûmî tunebûnê ye. Em diçînin, lê em nikarin berdêla çandiniya xwe bistînin. Sedem jî krîza aborî ye. Ev demekî dirêj e ez vî karî dikim. Lê ji ber ku mazot, gubre û tov pir biha ye, em nikarin heqê tiştên ku diçînin bistînin. Cotkar ji ber van polîtîkayan dev ji karê xwe ber didin û naxwazin çandiniyê bikin. Ji ber ku heqê keda wî tune ye û em deyndar dibin. Divê jin bizanin ku ev kar ne tenê karê mêran e. Heke ez bikarim bikim, hemû jin jî dikarin bikin. Tenê nav dibe navê mêr. Banga min ji wan re ew e ku hemû jin xwedî li vê qada ekolojîk derkevin. Ji ber ku ketina jinê ya xwezayê, zayîna jinan a li ser rûyê erdê pir bi ber û rengîntir e.”
MA / Zeynep Durgut