Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin

  • jin
  • 10:31 1 Adar 2024
  • |
img

ENQERE - Jinên bi navê Dîlan Aslan û Fatma Aslan ên di berxwedana xwerêveberiyê ya Nisêbînê de hatin girtin, diyar kirin ku kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha bang kirin: "Em azadiya vîna xwe ya li Îmraliyê dîlgirtî pêk bînin."

 
AKP'ê ku destpêkê der barê meseleya kurd de got, "Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka parçeyekî vî gelî ye, pirsgirêka hemûyan e. Pirsgirêka min e" û paşê got, "Pirsgirêka kurd nîne, me çareser kir, qediya", di seranserê desthilata xwe de siyaseta şer esas girt, di sala 2025'an de bi temamî berê xwe da şer. Kurd jî li dijî vê konsepta şer a desthilata AKP'ê ku piştî bidawîanîna muzakereya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re dest pê kir, di 10'ê Tebaxa 2025'an de xwerêveberî îlan kirin. 
 
AKP ya ku bi qedexeyên derketina derve yên li dijî daxwazên gel ên xwerêveberiyê ragihandibû, bû sedema mirina bi hezaran kesî û hilweşandina bajaran û koçberkirina bi dehhezaran mirovan. Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku li dijî konsepta şer a AKP'ê rêveberiya xweser hat îlankirin, AKP'ê li ser kavilan alayên tirk daliqandin. 
 
Jinên bi navê Dîlan Aslan û Fatma Aslan ên di 26'ê Gulana 2016'an de gava gel ji navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat tahliyekirin bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, di 31'ê Gulanê de ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Fatma Aslan a ku di 14 saliya xwe de hat girtin, bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" 20 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dîlan Aslan a di 19 saliya xwe de hat girtin jî, di çarçoveya doza ku pê dihat darizandin de, bi îdîaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" û "kuştina mirovan" 30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
 Jinên bi navê Dîlan Aslan û Fatma Aslan ên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Nisêbînê de hatin girtin, li Girtîgeha Jinan a Sîncanê pirsên me bersivandin. 
 
DEMA BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ
 
Her du jinan ewilî behsa pêvajoya di dema binçavkirinê de pê re rû bi rû mane kirin. Fatma Aslanê bilêv kir ku tiştên wê demê hatine serê wan tiştine gelekî mezin bûne û got: "Ez wek berdêla parastina çanda civaka ku endamê wê me hatim girtin. Di sala 2016’an de dema ez zarok bûm 5 rojan di nezaretxaneyê de hatim girtin. Ez wisa difikirim ku em 17 zarok jê zarok zêdetirî 50 kes bûn. Roja ewil li jêrzemîna dibistanekê destê me ji paş de kelemçekirî bû û kîs xistibûn serê me û bi saetan em îşkence kirin. Li salona ku em birinê û di wesayîta polîsan de jî ev îşkence berdewam kir. Dema ku em bi fermî hatin binçavkirin; min û 17 hevalên min yên zarok birin şaxa zarokan. Li wir em rastî gelek tundî û îşkenceyên fizîkî û derûnî hatin. Ne mimkûn e ku ev hemû îşkence li ser psîkolojiya mirovekî asayî, zarokekî bandorê neke. Helbet ev rewş zêdetir bandorê li zarokan dike. Tiştên ku min di 14 saliya xwe de dîtin, ew bû ku dijminatiya li hemberî kurdan çiqasî mezin e, me azadiya xwe li axa xwe winda kir, em çawa hatin qetilkirin û îstîsmarkirin.. ez bûm şahidê van tiştên mezin. Ev yek di min de biryardariya ku divê em ji bo azadiya xwe, axa xwe û hebûna xwe şer bikin da der. 
 
Dîlan Aslanê jî ji bo heman pêvajoyê got: "Di 26'ê Gulana 2016'an de em li Nisêbînê ji aliyê cendirmeden ve hatin binçavkirin û rojekê tam em hatin îşkencekirin. Em ewil birin TEM'ê û paşê birin Şaxa Zarokan. Di dawiya rojê de 'Ez ê bimirim Tirkiye' û 'Sirûda Mehterê' bi dengekî bilind dan guhdarkirin. Tew ji me xwestin ku em jî bibêjin û ji bo vê em îkence kirin. Hem li TEM'ê û hem jî di dema muayeneya doktor de li şaxa zarokan em taciz kirin û lêgerîna tazî li me ferz kirin. Piştî çar rojan em hatin girtin."
 
Fatma Aslanê, pêvajoya piştî binçavkirin û tiştên li girtîgehan hatine serê wan wiha vegot: "Li gorî van rastiyan bûyîna zarokê gelê ku bi her awayî tê îstîsmarkirin ji aliyê dewletê ve nayê qebûlkirin. Dewlet tenê kurdbûna we heta radeya ku hûn hebûna xwe înkar dikin qebûl dike. Piştî binçavkirinê em birin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Li wir em derxistin pêşberî dozger û dadger û em hatin girtin. Pêşî em birin Girtîgeha Mêrdînê. Piştî 15 rojan ez bi pênc hevalên xwe re sirgûnî Tarsûsê bûm. Piştî ku nêzî 7 mehan li wir mam, sirgûnî Hatayê bûm. Ez û çar hevalên xwe hatin sirgûnkirin. Di doza Nisêbînê de em her pênc kes hatin girtin. Wê demê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Hatayê di rojevê de bûn. Ez û hevalên xwe em şahidê vê pêvajoyê ne. Ez salekê li wir mam. Li ber derî me bi lêgerîna tazî pêşwazî kirin. Destpêk nîşana berdewamê bû: jimariya şipyakî, tacizkirin, çêrên leşkeran gelek tişt hatin sepandin. Bi gotineke din, ew ji girtîgeheke zarokan zêdetir îşkencexaneya zarokan bû."
 
Fatma Aslanê wiha domand: "Her roj em rastî îşkenceyê dihatin an jî dibûn şahid. Ez nikarim hemû hûrguliyan bêjim, lê ev zilm û îşkenceya ku li me dihat kirin, di me de wek berxwedanê derket holê. Em zarok bûn, pirî caran me ji gelek tiştan fêm nedikir. Em hêrs bûn û tişta ku dihat kirin qebûl nedikir, lê me nizanîbû di warê rêbazê de em ê çawa nêzîk bibin. Lê belê em wekî zarok carina li hember tiştên ku dihatin kirin nikaribû tiştekî bike, û carinan jî me bi bersiv dida. Em ketin grevê. Dema ku ji bo hejmariya şipyakî bi dehan gardiyanên mêr hatin, hevalên me yên ku wê demê li gel me bûn sirgûn kiribûn û em tenê du kes mabûn.Wê gavê me xwe li kalorîferan digirt. Em li dijî nîzama leşkerî radibûn û ji ber vê em nediçûn cihên wekî hewadariyê. Em li qawîşeke wekî qefesan diman. Bi kurt û kurmancî, dema mesele kurd û bi taybetî jin bin, girtîgeh an jî zindanên ku di eslê xwe de tên zanîn, her tim hewl dane ku rola qirkirinê bilîzin..."
 
Dîlan Aslanê jî ji bo heman pêvajoyê ev tişt gotin: "Em weke jinên ciwan di her aliyê jiyanê de bi astengiyan re rû bi rû ne. Yek ji malên ku ji bo me jinan hatine 'bexşkirin' jî girtîgeh e. Ez dikarim vê di her alî de hîs bikim. Di ciwantiyê de wekî jin hin vebijêrk tên pêşiya we û tu mecbûr dimînî wan hildibijêrî. Bi vê ve girêdayî jinên di girtîgehê de zêdetir di bin kontrola zîhniyeta serdest de ne. Di rastiyê de jin eger di vî warî de hewl bidin, bêyî ku îdealên xwe ava bikin, bigihêjin ramanên xwe û helbet bêyî ku xwe nas bikin, di girtîgehê de di rewşeke bi avantajtir de ne. Lê belê em weke jin ji ber ku em bi zîhniyeta serdest a mêr re rû bi rû ne, di nêvenga jinan de jî zehmetiyan dikişînin. Lê berxwedana li hemberî zîhniyeta serdest, hêzê dide. Bi kurtasî, dema ku hûn li hemberî nêzîkatî û zîhniyeta ku vê jinê ji nedîtî ve tê û biçûk dixîne, têdikoşin, berxwedan pêş dikeve. Dema ku jinên li dora min tevkariyê dikin ez bêtir xwe bi hêz hîs dikim."
 
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET
 
Fatma Aslanê bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên birêvebirin û bandora wan a li civakê û got ku aramnca polîtîkayên şerê taybet ew e ku pêwendiya gelê kurd û tevgera azadiya ya bi hev re qut bike û sedema ku ciwanên kurd rastî vê polîtîkayên tên jî, girêdana wan a bi tevgera azadiyê re ye. 
 
Dîlan Aslanê jî ji bo vê destnîşan kir ku ev polîtîka bi temamî bandorê li civakê dike û got ku ji lew re rol û ristek dikeve ser milê ciwanan û pergala heyî jî hewl dide wan bi xwe ve girê bide. Aslanê bal kişand ser amûrên vê polîtîkayê yên ji dejenerebûnê tên bikaranîn û got: "Bi kurt û kurmancî bi vê dixwazin hêviya civakê û siberoja civakê binpê bike." 
 
Her du jinan destnîşan kirin ku divê jinên ciwan li hemberî vê serwext bibin û hay jê hebin ku bê çi li wan tê ferzkirin û li dijî vê têbikoşin û gotin: "Ji lew re hêza ku civakîbûnê pêk tîne jin in." 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Her du jinan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û kampanyaya ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Ocalan jî. Fatma Aslanê bilêv kir ku di detspêkê de ew vê kampanyayê û çalakiyê silav dike û got: "Ev berxwedaneke dîrokî ye û di heman demê de li dijî polîtîkayên şerê taybet eç Em zarokên vî welatî ne. Civaka me qebîliyeta ku em bedewê bilind bikin û bidin dû rastiyê daye me. Heya kêliya dawî berxwedanê fêrî me kir. Grevên birçîbûnê jî nîşaneya wê ne ku ji xeynî berxwedanê tu rê tune ye û berxwedan nîşaneya serketinê ye. Ev çalakiya me banga li dijî zilm û qirkirinê ye." 
 
Aslanê wiha dawî li axaftina xwe anî: ""Em azadiya vîna xwe ya li Îmraliyê dîlgirtî pêk bînin. Ev têkoşîna dîrokî xwedî girîngiyeke mezin e. Ev pêvajo ew pêvajo ye ku divê her kes xwe bide ber vî barî." 
 
Dîlan Aslanê jî anî ziman ku destpêkirina kamapanyayê kelecaneke mezin li wan peyde kiriye û got ku li derî rojevên kêliyane yên li Tirkiyeyê pêkanîna rojeva xwe tiştekî pir girîng e. Aslanê bang li her kesî kir ku beşdarî kampanyayê bibe. Ji lew re ev dê siberoja her kesî diyar bike. Serkeftin a me ye!" 
 
MA / Dîcle Muftuoglû