WAN - Nazîme Arvas a di 16 saliya xwe de hate zewicandin û hema bêje tevahiya jiyana xwe bi têkoşînê derbas kiriye wiha bang li jinan kir: “Tu caran serî netewînin, têbikoşin. Bi têkoşînê zext dişkên.”
Li her aliyê cîhanê jinên ku li dijî pergala zilamsalar têkoşînê didin meşandin, bi çîrokên xwe yên li dijî zext û tundiyê, bi hev re têkiliyan datînin û hêz didin hev. Bi munasebeta 8’ê adarê ji van jinên têkoşer em bûn mêvana Nazîme Arvasê.
Arvas di sala 1971’an de li gundê Peyîndasa navçeya Tetwana Bedlîsê hate dine û li wê derê mezin bû. Arvas niha rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê Arsîsayê (ARSÎSA) ye. Ji ber taybetmendiya civaka ku tê de ye, Arvas di nav malbateke bawermend de mezin bû û di sala 1987’an de hêj 16 salî bû bi pismamê xwe re hate zewicandin. Jiyana wê û hevjînê wê piştî polîtîkayên ewlehiyê yên dewletê di sala 1992’yan de derket lûtkeyê û ew têkoşîna azadiyê nas kirin guherî. Hevjînê Arvasê di sala 1992’yan de tev li PKK’ê bû. Zextên li ser gundê wan jî qet kêm nebûn.
Em çîroka Arvasê ya ku bi saya têkoşînê xwe ser piya girtiye, ji wê guhdar dikin:
“Gundê me di sala 1993’yan de hate şewitandin û piştre jî hate valakirin. Di wê demê de hemû endamên malê girtin. Çavê dewletê tim li ser malbata min bû. Xwestin em bibin cerdevan. Hema bêje her roj bi ser mala me de digirtin û ji me re zexta ‘Hûn ê bibin cerdevan’ dikirin. Hevjînê min biryarek da û tev li refên PKK’ê bû. Piştre zext zêdetir bûn. Dema ku malbat hate bajar li wê derê jî rastî muameleya xirab hat. Di wî temenê xwe yê ciwan de ez rastî gelek zehmetiyan hatim û min qet dest ji têkoşînê berneda. Ez û hevjînê xwe gelek girêdayî hev û du bûn. Min soz dabû wî ku ez ê bi tu şert û mercan de dest ji têkoşînê bernedim, neçewisim. Di 26’ê hezîrana 1997’an de agahiya şehadeta wî hat. Di wê demê de min hestên pir cûda jiyan. Me nekarî em cenazeyê bistînin, goreke wî jî nîn e. Wekî duh her tişt li pêş çavên min zindî dibin. Dema ez bala xwe didim her bihosteke axa Kurdistanê, li pêş çavê min zindî dibe û her tişt diguhere. Piştî 27 salên derbasbûyî, têkoşîna min xurttir bû.
DERBARÊ WÊ DE 25 DOZ HATIN VEKIRIN
Min her qadeke jiyana xwe veguherand qada têkoşînê. Ji ber wê ez ji ber 25 dosyeyên cuda hatim darizandin. Gelek caran çûm dadgehan û ji 4 dosyeyan ceza dan min. Ji doza KCK’ê 6 sal û mehek cezayê hefsê li min birîn û hatim girtin. Cezayê min ê vê dosyeyê xelas bû lê belê dozên min ên dom dikin hene. Di sala 2014’an de weke Hevşaredara Norşînê hatim hilbijartin. Ji ber wê 8 sal û 9 meh ceza dane min. Hin dozên min ên li Dadgeha Bilind berdewam dikin hene. Tekane tişta ku dewlet dixwaze bike ew e ku kurdan xelas bikin. Taybetî dixwazin bi zextan jinên kurdan bêzar bikin. Lê belê ne li dijî wan ne jî li dijî pergala wan, min qet serî netewand. Xîreta têkoşîna me bêsînor e.
PÊVAJOYA HEVŞAREDARIYÊ
Nêrîna min a têkoşîna azadiya jinê bi nasîna Tevgera Azadiya Jinê ya kurd re guherî. Di vê têkoşînê de ya ku herî zêde moral daye min pêvajoya navçeya Norşînê bû. Yekî ku ne ji wê derê be bi tu awayî qebûl nedikirin lê belê ji bo min pir cuda bûn. Di Norşînê de mala ku ez neçûmê nîn e. Ez çûm malên hemûyan, min çayên wan vexwar, xwarina wan xwar. Li wê derê bawermendî li pêş e. Tevî ku gumanên wekî ‘Jinek dê çawa derbikeve ser dikê, axaftinê bike, dê çawa bi tena serê xwe li ciheke wekî Norşînê bijî’ hebûn lê belê di demeke kin de min xwe li hemû navçeyê da qebûlkirin. Bi saya xebatên ku me bi hev re dane meşandin, em di hilbijaratinên 2014’an ên Norşînê de bi ser ketin. Bi gel re girêdayîneke me wisa çêbû ku hêj jî li min digerin, dixwazin ez ji wê derê bibim namzet û li wê derê bijîm.
PEYAMA 8’Ê ADARÊ
Zextên li dijî jinê dê tenê bi têkoşînê werin şikandin. Banga min ev e; bibin yek, li dijî pergalê tu caran serî netewînin û têkoşînê bidomînin. Li ser piyên xwe bisekinin. Dema ku me vê yekê pêk anî em ê azad bibin û mûhtacî tu kesan nabin. 8’ê Adarê xeta binevşî ya jinan e. Ez roja hemû jinên berxwedêr û têkoşînê didin meşandin pîroz dikim.”