Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê

  • jin
  • 17:55 3 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiyên 8'ê Adarê de soza xurtkirina têkoşînê hat dayîn. 
 
Li Reqa, Minbic, Eyn Îsa, Kobanê, Hol û Hesekê bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re çalakiyên cihereng li dar xistin. Di wan çalakiyan de teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li hemberî pergala baviksalariyê hate kirin û hate diyarkirin ku şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewama têkoşîna jinan a 8`ê Adarê ye.
 
REQA
 
Li kantona Reqa û Minbicê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê du meşên cuda bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirinê û dagirkerî û tecrîdê têk bibin" li dar xistin. Her wiha li kantona Kobanê û bajarê Hesekê jî semîner, civîn li dar ketin û serdan hatin kirin. 
 
Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan beriya meşê şanoyek pêşanda. Dûre meş dest pê kir û girseyê heta Qada Jina Azad meşiyan.
 
Li qadê berdevka Meclisa giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliye Kecwan axivî û têkoşîna jinan li her derê silav kir.
 
MINBIC
 
Jinan li kantona Minbicê ji çerxerêya El Sefîne heta qada giştî meşiyan.
 
Li qadê, hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Minbicê Sîham Hemo axivî û got: "Serhildana jinan a 19`ê Tîrmehê berdewama têkoşîna jinan a 8`ê Adarê ye. Jinan li Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê li hemberî pergalên zordest serî hildan û ji tevahî jinan re bûn mînak."
 
DÊRAZOR
 
Şêniyên kantona Dêrazorê ji pêşiya avahiya rêxistinên civaka demokratîk dest bi meşê kir. Li cihê meş rawestiye, koordînatora Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Xîtam El Hisên axivî û got: "Çirûska 8`ê Adarê berhema têkoşîna jinan di dîrokê de li hemberî zordestiyê ye."
 
Endama rêveeriya Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Hena El Elî jî ev roj li jinan, dayîk û hevjînên şehîdan pîroz kir û bang li jinan kir ku tê bikoşin ji bo ku azadiya xwe bi dest bixin û destkefiyên xwe biparêzin.
 
EYN ÎSA
 
Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi koordîneya Kongra Star a navçeya Eyn Îsayê panelek li dar xist. Di panelê de rol, têkoşîn û destkefiyên jinan hatin nasandin. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li panelê bûn.
 
HOL
 
Li navçeya Holê ya bajarê Hesekê karmendên jin ên saziyên navçeyê 8`ê Adarê li saziyên leşkerî û ewlehiyê pîroz kir. Ji bo ku serdana saziyên ewlehiyê û leşkerî bê kirin, karmendên jin komîte ava kirin ku serdana navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin, Trafîk, Dîsplîna Leşkerî, Akademiya Komandos û Hêzên Parastina Cewherî (HPC) hate kirin.
 
HESEKÊ
 
Kongra Star li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê civînek li hola PYD`ê li dar xist. Di civînê de endama rêveberiya Kongra Star Dilara Efrîn axivî û destnîşan kir ku têkoşîna jinan û destkeftiyên wan ji aliyê netewdewletê û pergala baviksalariyê ve hatin helandin.
 
Di heman çarçoveyê de Meclisa Jinan a PYD`ê li xwaringeha Xabûr a li bajarê Hesekê panelek li dar xist. Di panelê de dîroka jinan di dîrokê de û dîroka jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin nirxandin.
 
Jinan bang kir ku ji bo ku jin bibe hêzeke çalak li ser asta Sûriyeyê û li hember siyasetên li dijî azadiya jinan bê sekinand, têkoşînê mezin bikin û ji vê bêtir xwe birêxistin bikin.
 
Di dawiya panelê de sinefizyonek têkildarî şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pêşandan.