Jin amadekariyên Meşa Şevê ya Femînîst dikin

  • jin
  • 09:50 4 Adar 2024
  • |
img
STENBOL - Simlâ Sûnay der barê amadekariyên "Meşa Şevê ya Femînîst" de ku fînala çalakiyên 8'ê Adarê ye wiha banga- kir: "Em di 22'yemîn Meşa Şevê ya Femînîst de careke din li Taksîmê bên cem hev."
 
"Meşa Şevê ya Femînîst" ku fînala çalakiyên jinan ên beriya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye, wê îsal bi dirûşmeya "Rizgariya me, Têkoşîna Femînîst" bê lidarxistin. Ji bo meşa 22'yemîn, dê jin saet di 19.30'yî de li Qada Taksîmê kom bibin.
 
Ji Komîsyona Çapemeniyê ya Meşa Şevê ya Femînîst a 8'ê Adarê Simlâ Sûnayê der barê amadekariyan de agahî dan û hemû jin vexwend meşê.
 
BERNAMEYÊ KOLEKTÎFEK ÇÊKIR
 
Sûnayê diyar kir ku ew ê îsal jî bi dirûşmeya “Rizgariya me, Têkoşîna Femînîst” dakevin qadan û wiha got: “Wekî her sal komîsyona ku meşê organîze dike bi bangawaziyek vekirî ji femînîstan re hat avakirin. Mehekê hevdîtinên asayî hatin kirin û nîqaş hatin kirin. Me bername bi hev re, bi beşdarên kevin û nû re çêkir. Me îsal li ser medyaya civakî bi vîdeoyan bang kir, afîşên xwe daliqandin û belavokên xwe belav kirin. Hejmara dildaran li gorî salên berê zêdetir e, vê yekê em gelek kêfxweş kirin. Em bi dilxwazan re xebatên dawî dikin." 
 
Sûnayê diyar kir ku di qonaxa amadekariyê de, bi taybetî li dijî polîtîkayên heyî yên desthilatê, nêrîna femînîst çawa dikare bê pêşxistin û wiha got: "Em ê îsal li ser polîtîkayên 'malbatê' yên dewletê, li ser guhertinên tê plankirin di Qanûna Medeniyê de bên kirin, nefreta li hemberî LGBTI+, mafên civakî yên dewrî cemaet û terîqetan hatine kirin, li dijî şer û netewperestiyê, polîtîkayên qeyûman û meseleya koçberiyê propagandayeke feminîst bikin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Sûnayê anî ziman ku ji ber nasnameya xwe her tim dibin hedef û wiha got: “Tundiya mêran nayê astengkirin. Qanûnên heyî ne tenê nayên pêkanîn, ji bo jiholêrakirina wan jî hewl tê dayîn. Lê tevî van hemûyan jî em winda nabin, em zêde dibin û li hemû qadên jiyanê belav dibin. Em baş dizanin ku ji bilî hev û têkoşîna femînîst ji bo parastina jiyana me tu hêviyên me nîn in. Meşa Şevê ya Femînîst vê hêviyê tîne bîra me ku cîhanek cuda pêkan e, yên ku wê ava bikin em in, em hîna jî hene, em hîna di her qadên jiyanê de têdikoşin û em çawa hev digirin. Em her sal li gelek qadan têdikoşin û ev meş têkoşîna me xurtir dike.”
 
'EM LI TAKSÎMÊ HEV BIBÎNIN'
 
Sûnayê diyar kir ku Meşa Şevê ya Femînîst a ku cara yekem di sala 2003’yan de ji aliyê bi sedan kesan hat organîzekirin, îro gihaştiye deh hezaran û got: “Em ew girse ne, em li vir in. Em dizanin; ên baviksalarî, kapîtalîzmê, heteroseksîzmê hilweşîne em in, em ê bi hev re hilweşînin. Û heta ku em wê tune bikin serhildana me bi dawî nabe. Werin em dîsa li Taksîmê di 22'yemîn Meşa Şeva Femînîst de bên cem hev."