Ji bo pêşangeha resman a jinan eleqeyek zêde hebû

  • jin
  • 13:22 4 Adar 2024
  • |
WAN - Ji bo pêşangeha resman a jinan ku di çarçoveya projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” de li Wan hat lidarxistin, eleqeyeke zêde hebû. Ji kedkarên projeyê Helîn Demîrtepe got ku eleqeyeke zêde heye û ev bang kir: “Em xwedî li çanda xwe derkevin.” 
 
Komeleya Hunerê ya Aryenê, ŞanoWan û Komeleya Jinan a STAR’ê ku xebatên xwe li Wanê dimeşînin, ji bo hunermendên jin û hunerhezan bîne gel hev, di 2’yê kanûna 2023’yan de projeya “Ji Çaran Çar, Jin Huner” dabû destpêkirin. Atolyeya resman a di çarçoveya projeyê de hatiye vekirin, rastî eleqeyeke zêde ya hunerhezan tê. Di qursê de jinên temenê wan di navbera 16-40’î de cih digirin. Pêşangeha resmên xwendekarên qursê, di nava 3 rojan de ji hêla gelek kesan ve hate ziyaretkirin. 
 
 ‘JINAN XWE PIR XWEŞIK VEGOTIN’ 
 
Koordînatora projeyê Zozan Bor têkildarî mijarê wiha got: “Armanca vê projeyê ew e ku jinan di 4 qadên hunerê de bigihîne. Piştî perwerdeya 3 mehan me îro beşên muzîk, resm, şano û sînemayê bi dawî kirin. Tenê jin tev li vê projeyê dibin. Dema wisa bûy jî me dît ku jin xwe pir baştir vedibêjin. Em spasiya her kesên tev li bûn dikin.” 
 
 ‘JIN BI HUNERÊ XWEŞIK DIBIN’
 
Beste Bayram Koçer jî diyar kir ku divê jin di her qadên hunerê de cih bigirin û eleqeya wan ji bo van qadan hebe. Koçer, wiha domand: “Piştî perwerdeya 3 mehan em niha resmên xwe di pêşangehê de pêşkeş dikin. Di encama vê projeyê de komeke me ya jinan pêk tê ya pirzimanî ava bû. Koroya me di çarçoveya 8’ê Adarê de konser da. Divê jin di nava hunerê de min ji ber ku huner bi jinan xweşik dibe. Ji bo me girîng e ku jin beşdarî hemû bernameyên me bibin û tev li atolyeyan bibin. Em dixwazin jin zêdetir di çalakiyên bi vî awayî de cih bigirin.” 
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVIN’
 
Helîn Demîrtepe jî anî ziman ku armanca wan ew e ku jinan bînin gel hev û di her qadên hunerê de cih bigirin. Demîrtepe, axaftina xwe wiha qedand: “Divê herkes xwedî li van xebatan derkeve. Me pêşangeha xwe ya resmen a di çarçoveya projeyê de nîşan da. Weke jin em hatin gel hev û em li ser axivîn bê ka dikarin çi bikin. Me di qada muzîk û resman de projeyek pêş xist. Piştî kedekî mezin me bernameya xwe pêşkeş kir. Weke jinan em bi şev û roj xebitîn û hewldanên me bi ser ketin. Beriya dest bi vê xebatê bikin, plana me ew bû ku ji bo ziman û çanda kurdî bixebitin. Banga min a ji bo gelê kurd ew e ku bi ziman û çanda xwe projeyên xwe pêk bînin. Em dixwazin jin xwedî li vê projeyê derkevin.”