Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeran hem jî li dijî baviksalariyê têdikoşin

  • jin
  • 09:00 5 Adar 2024
  • |
RIHA - Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed diyar kir ku bi xweparastinê hem li dijî êrişa li ser jinan hem jî ya li ser axa wan şer dikin û bi gotina : “Şoreşa jinê ne tenê bi çekan, di heman demê de bi binesaziya fikrî bi ser ket. Em ê bi paş ve nekişin” 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. 
 
Parastina ku pergala baviksalarî bi gelemperî bi zilaman re têkildar dike, bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re ku bi pêşengiya jinên kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, derket derveyî feraseta kilîşe. Jinên ku di pevçûn û şeran de ji “objeyên” divê zilam wan biparêzin derketin, bi guherîna ku afirandin re pergala mêrsalariyê serûbin kirin û baweriya xwe ya azadiyê bi gotina “Cîhaneke nû pêkan e” ji hemû jinên cîhanê re ragihand. Ev jinên ku bi dehan salan e li dijî dewlet û pergalan têdikoşin û bi berxwedana xwe ya Kobanê re ji aliyê tevahiya cîhanê ve tên naskirin, bûne dijminê herî hişk ê DAIŞ’a ku dixwaze Rojhilata Navîn di nava tarîtiyê de bihele û feraseta “şervantiyê” ya mêrsalariyê ser û bin kir. Jinên ku di refên pêş de cih girtin û li ber xwe dan, li dijî dewletan û komên zextker ên li dijî civakê şer dikin. Dema vê dikin jî wekheviya zayendiyê û azadiya rast a ji bo jinan têxe navenda xwe. 
 
Kurdên ku di dema şerê navxweyî yê di sala 2011'an de li Sûriyeyê derket de bi rêxistin bûn û li ber xwe dan û di sala 2012'an de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ava kirin, di 4’ê nîsana 2013’an de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ava kirin. Jinên ku bi mekanîzmayên civakî û siyasî ji parastina fizîkî wêdetir rêxistiniya xwe ava dikin, li dijî baviksalarî (zewaca zarokan, zewaca bi darê zorê, kuştinên bi navê 'namûsê', tundiya nav malê û çanda tecawizê) û her wiha avaniyên leşkerî yên zilamsalarî yên DAIŞ û NATO'yê têdikoşin. Îro di nav YPJ’a ku yekîneyên ewlekariya hundirîne de bi hezaran jinên ku kurd, ereb, suryan û ermen ê ji cihên cuda yên herêmê ne cih digirin. 
 
Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
MÎRATEYA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ 
 
Mihemed destnîşan kir ku YPJ mîrateya jinên ku di tevahiya dîrokê de têkoşîna azadiyê meşandine ye û got: “Em hewl didin vê mîrateyê li Rojavayê Kurdistanê mezin bikin.” Mihemed bal kişand ser êrişên di pêvajoya “Şoreşa Rojava” de hem li dijî wan hem jî li ser axa wan û wiha berdewam kir: “Me weke jinan dît ku hewl tê dayîn hebûna me were tunekirin û heqîqeta me were windakirin. Nasnameya me nedihate naskirin û doza me nedihate dîtin. Di vê pêvajoyê de bi navê Yekitiya Xwe Parastina Gel (YXG) ji bo parastinê komên jinan ên biçûk hatibûn avakirin lê pişt re pêdivî bi avakirina YPJ’ê hate dîtin.”
 
‘JIN BAWER BIKE DIKARE SERBIKEVE’ 
 
Mihemed, anî ziman ku YPJ’ê rêgeza civaka demokratîk ji xwe re kiriye rêber û wiha got: “Di civaka ku em lê dijîn de her tim polîtîkaya komkujî, qirkirin, ji çandê dûrketin, bêexlaqkirin û bênasnamekirinê hatiye meşandin. Weke jinan me armanc kir ku em vê hişmendî û ramanê tune bikin û van hemû siyasetan bi destê jinê pûç bikin. Ji ber vê yekê YPJ’ê ji roja hatiye avakirin ve afirandina şoreşa zihî esas girt. Di nava şer û pevçûnê de jî têkoşîna jinan esas girt. Jinan di nava şer de hewl dan xwe mezin bikin. Gelê xwe jî xwe jî parast. Di şerê Kobanê de nasnameya jinê ya pêşengtiyê, vîna wê û cesareta wê derket holê. Bi YPJ’ê jinan ferq kir ku heke jin bi baweriya jiyaneke azad ji bo hem xwe hem jî gelê xwe têbikoşe dikare serbikeve.”
 
FELSEFEYA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ 
 
Mihemed, destnîşan kir ku serkeftina hate bidestxistin ji bo hemû jinan bû hêvî û anî ziman ku li akademiyên hatin vekirin ji bo xurtkirina têkoşîn û şoreşa jinê perwerde hatin dayîn. Mihemed, bi lêv kir ku di van akademiyan de naskirina jinan a nasname û dîroka xwe esas tê girtin û wiha lê zêde kir: “Ev akademî ji destpêka damezrandinê hene. Ev jî dide nîşandan ku şoreşa jinê ne bi tenê çekê di heman demê de bi binesaziyeke fikrî bizanebûn hatiye qezenckirin. Bi YPJ’ê re şervanên jin, di qada leşkerî de pêş ketin, di qada îdeolojîk de jî gelek kûr bûn.”
 
Mihemed, diyar kir ku çapemeniya cîhanê têkoşîna jinê anî ser fizîkîbûnê û radîkaltî jinedîtive hat û got: “Modernîteya kapîtalîst, biawayekî teşeyî jinên şervan digire dest û hewl dide nava heqîqetê vala bike. Çapemeniya cîhanê ji bo me jî hewl dide heman tiştî bike. Şervanên jin bi cilên wan teşeya wan digirin dest. Bi vî awayî hewl didin heqîqeta li pişt me neyê dîtin. Lê YPJ artêşeke wiha ye ku nasnameya jinê daye qebûlkirin. Ji destpêkê ve fîkriyata ‘Jin jiyan azadî’ ku ji xwe re kiriye felsefe temsîl dike. YPJ’ê penaseya ‘şervan’ jî jinûve kir. Me nîşanî herkesê da ku felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ ne tenê dirûşmeyeke. Di nava êriş û şer de bersiva ji pirsên têkiliya jin û jiyanê, jina ku di nava lêgerîna azadiyê de kî ye hate xwestin û bersiv jî bûn jinên YPJ’î.”
 
‘FERASETA MÊR HATE MEHKÛMKIRIN’ 
 
Mihemed, anî ziman ku feraseta mêr piştî şoreşê hewl da jinan hefsî malê bikin û wiha lê zêde kir: “Endamên YPJ’ê nîşanî herkesê da ku ne tenê jinên ku bicilên leşkerî şer dikinin, teşe da civakê û jinên hewl tê dayîn li malan bên hepskirin ne kole ne.”
 
BI PAŞ VE GAVAVÊTIN NÎNE 
 
Mihemed, diyar kir ku di salên dawî de bi polîtîkayên şerê taybet hedef tên girtin û wiha domand: “Jinên YPJ’yî îspat kirin ku ew dikarin ji xwe, ji gelê xwe û herkesê li azadiyê digirin re bibin rêber. Careke din nîşan da ku hem li dijî mêtîngeran hem jî li dijî pergala baviksalariyê têkoşîneke zayendî heye. Bi qetilkirina jinan re polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Ji ber ku weke min di destpêkê de jî got, jin kevirên bingehîn ên pergala vê derê hatiye avakirinin. Di kesayeta jinan de hewl didin şoreşê ji holê rakin. Bi tundî û îşkenceyê hewl didin jin serî bitewînin. Lê divê ev were zanîn ku êriş çiqas zêde û cûr bi cûr bin amadekariyên me jî ewqas hene. Elbet ez nabêjim ku ev tê re dike. Em her tim xwe nû dikin. Em hem perwerdehiyên xwe yên bîrdoziyê bi awayekî sîstematîk û birêkûpêk dimeşînin hem jî di qada leşkeriyê de perwerdeya xwe didomînin. Hem di warê leşkerî hem jî di qadên civakî de em ê bi gelê xwe re vî şerî bidomînin. Îlhama herî mezin a vê berxwedanê jî berxwedana Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ye. Em bi şerê xwe armanc dikin ku pergala tecrîdê ji holê rabikin. Em ê weke jinan careke din nîşanî wan bidin ku em ê bi paş ve gavê neavêjin.”
 
PEYAMA 8’Ê ADARÊ 
 
Mihemed, di peyama xwe ya 8’ê adarê de wiha got: “8’ê Adarê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ê rêya jiyana azad li me vekir û têkoşîn hînî me kir pîroz be. Li hemû jinên cîhanê yên têkoşîna azadiyê didin û jinên YJA-Starî ku vîna jinê îspatî hemû cîhanê kir pîroz be. Ez 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim.”
 
XELAS
 
MA / Ceylan Şahînlî