Li Îzmîrê jin dê di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hev

  • jin
  • 09:05 5 Adar 2024
  • |
img

ÎZMÎR - Mehtap Alîşan got ku amadekariyên wan ên ji bo Meşa Şevê ya Femînîst a Îzmîrê didomin û wiha got: “Em ê li dijî tundiya mêr-dewletê bi serhildana xwe kolanan dagirin.”       

Çalakî û xwepêşandanên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dê bi “Meşên Şevê yên Femînîst” bi dawî bibin. Yek ji bajarên ku dê jin “Meşa Şevê ya Femînîst” lê li dar bixin jî Îzmîr e. Gelek rêxistinên jinan dê pêşengtiya vê meşê bikin. Jin dê saet di 19.30’an de li pêşiya Navenda Çandê ya Lemanê ya Kevin a Alsancakê kom bibin û ber bi Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ve bimeşin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê saet di 18.00'an de bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” û “Bi jin, jiyan, azadî ber bi 8’ê Adarê ve” li pêşiya Deriyê Lozanê bê gel hev û ber bi Navenda Çandê ya Lemana Kevin ve bimeşe. 
 
Roja ku dê meş were lidarxistin dê gelek çalakî û xwepêşandan jî bên lidarxistin. Platforma Jinan a Îzmîrê dê saet di 18.00’an de li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan bê ba hev û ber bi Navenda Çandê ya Lemana Kevin ve bimeşe. 
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ DIDIN’
 
Aktîvîsta TJA’yê Mehtap Alîşan banga tevlibûna meşê li hemû jinan kir. Alîşan, anî ziman ku tundiya mêr her ku diçe zêdetir dibe û wiha got: “Li Tirkiyeyê her roj 8 jin tên qetilkirin. Jin li dijî vê têkoşîna hebûnê didin. Em bi van hestan dikevin 8’ê Adarê. Em ê bi dirûşma ‘Hêza me ji me ye hêza me ji femînîzmê ye’ li kolanan bin. Em jin hêza xwe ji hevdu digirin. Tevî hemû êrişan jî jin pir birêxistinî ne. Jin di ferqa têkoşînê de ne. Êdî natirsin ku xwe li kolanan bînin ziman. Hem zilam hem jî dewlet pir jê ditirsin. Ev tirs jî rê li ber zext û Êrişan vedike. Heke îro jinên ku kirdeyên têkoşînê ne girtî bin, ev nîşan dide jin ji zilam û dewletê natirsin. Li hêlekî jin tên girtin lê li hêla din bi hezaran jin cihê wan digirin. Ev rewş hevsengiya dewletê û pergalê serûbin dike.” 
 
Herî dawî jî Alîşan wiha got: “Em ê bi hêza ku ji hevalên xwe yên girtî dakevin qadên 8’ê Adarê. Em ê bibêjin ‘em li vir in û têdikoşin.’ Em ê bi hêrsa xwe ya li dijî êrişên ser jinan kolanan dagirin.”