Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin

  • jin
  • 09:04 6 Adar 2024
  • |
img
AMED/WAN - Jinên ji bo mitîngên 8’ê Adarê ku dê li Wan û Amedê werin lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em li dijî tunehesibandinan dengê xwe bi  gotina ‘Jin, jiyan, azadî’ bilind bikin.” 
 
Jinên ku di 8’ê Adarê de dadikevin qadan dê daxwazên xwe bikin yek û bibin dengek. Navendên girîng ên mitîngên Kurdistanê jî dê Amed û Wan bin. Jinên Wanê dê 8’ê Adarê li Parka Mûsa Anter, jinên Amedê jî dê li Qada Stasyonê mitîngên xwe li dar bixin. 
 
Jinên nûnerê saziyan ji bo tevlibûna mitîngan bang kirin.
 
Jinên di 8’ê Adarê de dadikevin qadan dê li dijî tundiya dewleta mêr, dengê xwe bilind bikin. Namzeta Hevşaredariyê Bajarê Mezin a Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Neslîhan Şedal û endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Gonul Uzunay ji bo mitînga 8’ê Adarê ya ku dê li Parka Mûsa Anter were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em ji bo têkoşîna jinan mezin bikin dakevin qadan.” 
 
Neslîhan Şedal destnîşan kir ku jinên kurd bi hezaran sal in ku li dijî talan, hilweşîn û rejîma şer a ji hêla feraseta desthilatdar a zilam hatiye avakirin li ber xwe didin û wiha axivî: “Em her rojê wekî 8’ê Adarê li dijî pirsgirêkên civakî têkoşînê didin meşandin û berxwedana xwe bi rêxistinbûnê mezin dikin. Feraseta ku em li hemberî wê têdikoşin, her roj xwe bi awayeke cuda nû dike û xwe belavî hemû hucreyên civakê dike.”
 
‘HEQÎQETA JINÊ TÊ HEDEFGIRTIN’
 
Şedal da zanîn ku ew wek tevgera jinê ya kurd di serî de li dijî feraseta aqlê netewe dewletê, li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li dijî feraseta ku jinan ji tevahiyan qadên jiyanê dûr dixe, ji bo desthilatdariya xwe bidomîne, pergala xwe bi qirkirina jinan û xwezayê re didomîne, li dijî feraseta ku nirxên jinê xesp dike, têdikoşin. Ev feraset dawiya rojê bi qetlîamên jinan, girtin, şer û qirkirina xwezayê xwe nû dike û dide jiyîn. Îro li her dereke civakê pirsgirêkên kûr hene û ev pirsgirêk bi hedefgirtina heqîqeta jinê re ava dibin. Heya ku pirsgirêka azadiya jinê neyê çareserkirin dê pirsgirêkên civakî jî neyên çareserkirin.”
 
AVAKIRINA KONFEDERALÎZMA JINAN
 
Şedal, anî ziman ku paradîgma û felsefeya jiyanê ya ku tevgera jin dixwaze têxe meriyetê, ji hêla gelek tevgerên civakî yên cîhanê re dibe mînak û axaftina xwe wiha domand: “Li gelek derên cîhanê, li Kurdistanê, li Rojhilat, li Rojava, li Rojhilata Navîn felsefeya ku tevgera jin a kurd dide meşandin berbelav dibe. Îro 8’ê Adarê ya bi pêşengtiya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Sêvê, Fatma û Nahîgan Akarsel a bi pênûsa xwe ketibû pey têkoşînê, Evîn Goyî, Hewrîn Xelef didome tê xwedîderketin. Divê em wek jinên kurd 8’ê Adarê weke rojeke ku li her derê cîhanê li dijî feraseta zilam a desthilatdar, têkoşîneke enternasyonalîst a jinan, ji bo avakirina konfederalîzma jinan bigirin dest.”
 
LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET DAKEVIN QADAN
 
Şedal, di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku ew wek jinên kurd 8’ê Adarê wek roja têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet dinirxînin û wiha derbirî: “Li dijî jinên kurd û ciwanan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û jinên kurd û ciwan di vî şerê bi taybet hedef tên girtin. Em ê di 8’ê Adarê de ji cihekê ku teşhîrkirina van polîtîkayan têkoşîna xwe bidin meşandin û hêvî dikim ku em ê bi vê têkoşîna xwe ve tecrîdê di vê 8’ê Adarê de bişkînin. Ez hemû jinan vedixwînim ku piştgirî bidin vê têkoşînê û tev li mitîngê bibin.” 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gonul Uzunay jî diyar kir ku nêzî 50 sal in jinên kurd têkoşîneke mezin didin meşandin û ev tişt gotin: “Em 8’ê Adara li pêşiya me bi kelecaneke mezin pêşwazî dikin. Girîngiyeke din a vê 8’ê Adarê jî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ne. Ev 10 sal in ku îradeya jinên kurd tê xespkirin. Em ê bi kêlacana 8’ê Adarê hilbijartinê hembêz bikin û ji pergala kapîtalîst re bibin bersiveke mezin. Ez hemû jinên li Wanê ji bo di 8’ê Adarê de bibin yek vedixwînim qadan.” 
 
BANGA QADA STASYONA YA AMEDÊ
 
Li Amedê dê bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” li Qada Stasyonê dê mitîng were lidarxistin. Mitîng dê 8’ê Adarê roja înê saet 11.00’an dest pê bike û hunermend Ayşenûr Kolivar û JIN MA dê derkevin ser dike. 
 
Endama Komîteya Amadekar a Mitîngê û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray anî ziman ku 8’ê Adarê ji hêla jinan ve rojeke girîng e wiha axivî: “Me destpêka xebatan li pêşiya girtîgehê da destpêkirin û kevokên azadiyê firandibûn. Em ê di 8’ê Adarê de li qadê berî her tiştî dê ji bo aştiyê biqêrin. Em ê li dijî talana xwezayê, asîmîlasyonê, û tunehesibandinê bi hev re bin. Em ê bibin dengek û aştiyê biqêrin. Me wek komîteya amadekar serlêdana xwe kir. Jin dikarin bi dilrehetî werin qadê. Em ji vê derê bang li jinên aştîxwaz û têkoşer dikin; em bi tililiyên xwe, bi rengê xwe, bi zimanê xwe ve di 8’ê Adarê de li Qada Stasyonê bin. Em bi hev re tev li govenda azadiyê bibin. Werin em bi hev re li dijî tunehesibandinan di 8’ê Adarê de bi gotina ‘Jin, jiyan, azadiyê’ dengê xwe bilind bikin.” 
 
Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Gulşen Demîr bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bang li jinan kir ku li qadan bin û ev tişt anî ziman: "Em li dijî hemû tunehesibandinan serî radikin. Werim em di Qada Stasyonê de bibin dengek.” 
 
BI RUHÊ 8’Ê ADARÊ Û NEWROZÊ BER BI QADAN VE
 
Endama Dayikên Aştiyê Meryem Tûran jî ev tişt anî ziman: “Ez 8’ê Adarê li jinên her çar aliyên Kurdistanê pîroz dikim. Bila tevahiya jinan wê rojê werin Qada Stasyonê. Bila li hebûna xwe, li axa xwe, li çanda xwe, li jinên di girtîgehan de tên ragirtin xwedî derbikevin. Em wek dayik aştiyê dixwazin. Bila Qada Stasyonê wê rojê bi jinan re tije bibe. Piştre jî Newroz heye. Ez ji niha de bi rihê 8’ê Adarê û Newrozê, roja tevahiya gelê me pîroz dikim.” 
 
Namzeta endamtiya Meclisa Şaredariya Sûrê Nagihan Aydin Aktaş jî bo tevlibûna mitînga li Qada Stasyonê bang kir û wiha got: “Em ji bo wekhevî, azadî û edaletê bi hev re bin.”