Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan

  • jin
  • 13:56 6 Adar 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Li gorî îdiayan, li Qoserê dema dayikekê hewl dida keça xwe ya di pacê de li ber ketinê xelas bike, li gel zaroka xwe ya di hembêza xwe de ji qata 6’an kete xwarê. Dayik û zarokê jiyana xwe ji dest dan û zaroka din jî bi giranî birîndar bû. 
 
Welatiya bi navê Semîre Akturk (33) ku li Taxa Ataturkê ya Qoser a Mêrdînê dijiya, tevî 2 zarokên xwe yên keç ji qata 6’an kete xwarê. Li gorî îdiayan; Akturk dît ku keça wê ya 6 salî S.A. xwe di paceyê de sernişîv dikir. Dema keça wê ya 5 salî H.R. di hembêza wê de hewl da keça xwe xelas bike û tevî her du zarokên xwe ji qata 6’an kete xwarê. Piştî agahdarkirina welatiyên derdorê, li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin. 
 
Ambulansa çûye cihê bûyerê dayik û zarokên wê rakir nexweşxaneyê. Semîre Akturk û keça wê H.R. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û keça wê S.A. jî bi giranî birîndar bû. 
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.