Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin

  • jin
  • 18:07 6 Adar 2024
  • |
img
SÊRT - Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku di hevdîtina bi jinan re ya li Sêrtê de axivî, wiha got: “Pergala hevserokatiyê ew pergal e ku jin tev li siyasetê bibin." 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar li taxa Conkbayir ya Sêrtê bi boneya 8’ê adarê bi jinan re hat ba hev. Ûçar li destpêka Sêrtê ji hêla namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş û hevseroka DBP’ê ya Sêrtê Mûazzez Bûlga, hevserokên DEM Partî yên navend û navçeyên navendî ve hat pêşwazîkirin. Dû re Ûçar derbasî taxê bû û li wir rastiyê eleqeyeke mezin hat. Jinan Ûçarê bi coş pêşwazî kir û Ûçar bi jinan re govend gerand. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçeçî, Hevseroka DBP’ê ya Sêrtê Mûazzez Bûlga, Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş, hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan, hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên navçeya navendî û gelek jin tev li bernameyê bûn. 
 
Ewilî parlementer Sabahat Erdogan Saritaş û namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê Sofya Alagaş jin silav kirin.  
 
‘TENÊ DI ROJEKE DESTHILATIYA AKP’Ê DE 7 JIN HATIN QETILKIRIN’
 
Dû re Hevseroka Giştî ya DBP Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û da zanîn ku di dîrokê de bar li ser milên kurdan qet kêm nebûye. Ûçar, diyar kir ku ev bar jî herî zêde li ser milên jinan e û hêj jin vî barî hildigirin. Ûçar, destnîşan kir ku wan hemû barê li ser milên xwe zivirandiye destkeftiyan û wiha berdewam kir: “Li pêşiya me hilbijartinek herêmî heye. Di vê pêvajoyê de tifaqa ku li hemberê me dixebite, tifaqeke dijminê kurdan û jinan e. Tenê di rojeke desthilatdariya AKP’ê de 7 jin hatin qetilkirin û di desthilatdariya wan ya 22 salan de jî 7 hezar jin hatin qetilkirin. Tiştên ku AKP herî zêde diparêze qetlîamên jinan û dijmintiya jinan e. Hevala me Îpek Er ku li Êlihê bi encama tacîza hêzên ewlehiyê yên dewletê jiyana xwe bi dawî kir. Em ê hesab pirsîna ji Mûsa Orhan ku dewlet wî diparêze, berdewam bikin. Her wiha dewlet naxwaze Gulîstan Dokûyê bibîne. Bi vê yekê dixwaze peyam bide jinan. Dibêjin ku ‘Heke hûn heqê xwe biparêzin, tekoşîna nasname û hiqûqê bidin, dê dawiya we wisa be.’ Lê em jî ji desthilatê re dibêjin ku li hemberî we jî rastiya jinên kurd heye ku hemû astengiyên we derbas kirin û gelek deskeftî bi destxistin, heye. Li hemberî wan siyasetek ku jin birin meclisê, jinên ku digotin nikarin şaredariyê bikin, lê niha siyaseta herêmê diyar dikin, hene.”
 
‘DIVÊ AZADIYA OCALAN BÊ PÊKANÎN’
 
Ûçarê anî ziman ku gava hevalên me dixwazin du peyvên kurdî li meclîsê bikin, mîkrofona wan tê girtin, lê desthilat û hevkarên wê li Kurdistanê propagandaya xwe bi kurdî dikin. Ûçar, destnîşan kir ku ji ber van sedeman ew ji wan re dibêje dijminê kurdan û wiha dirêj kir: “Partiya ku heta niha bi zimanê kurdî, nirxên kurdan û destkeftiyên kurdan re dimeşe DEM Partî ye. Rêya ku DEM Partî û hevkarên xwe dimeşe, rêya hemû gelên li Tirkiyeyê ye. Her wiha pergala hevserokatiyê gelek tê nîqaşkirin. Pergala hevserokatiyê pergala ku jin tev li siyasetê dibe ye. Em ê namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaşê bi hev re bibijêrin. Her wiha li Tirkiyeyê tenê birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê û wekheviyê têdikoşe û ked dide. Ji bo aştî û wekheviyê divê azadiya Birêz Ocalan bê pêkanîn. Em nahêlin ti kes vê rastiyê di bin navê terorê de krîmînalîze bike.”
 
Piştî axaftinê Ûçar bi şandeyekê ve serdana karkerên jin ên tekstîlê kir û gul da karkeran.