Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne

  • jin
  • 12:38 7 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora MKG’ê ya sibatê 9 rojnameger jin girtî ne û darizandina 20’an jî berdewam kir. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên a meha sibatê ya rojnamegerên jin eşkere kir. Li gor raporê rojnameger Kîbriye Evren û Selamet Turan jî di nav de 6 rojnameger di 13'ê sibatê de hatin binçavkirin û rojnamegerek hat girtin û muameleya xerab li 3 rojnamegeran hate kirin.  Her wiha li girtîgehê muameleya xerab li rojnamevaneke girtî hatiye kirin. 
 
Bi domdarî di raporê de ev agahî hatin parvekirin:
 
Zextên desthilatê yên li dijî rojnamegeran her ku diçe zêde dibin. Rojnamegerên ji aliyekî li dijî zextên îktidarê li berxwe didin û ji aliyekî jî li dijî zimanê zayendperest li berxwe didin vê serhildana xwe dewam dikin. Rojnamegerên nûçegîhaniya jin, zarok, xweza û civakî esas digirin di meha sibatê de bi sepanên mîna zext, girtin, darizandin, binçavkirin û birîna ceza rû bi rû man. 
 
Şopandina nûçeyan a rojnamegeran li gelek cihî hat astengkirin, di heman demê de jî êriş li wan hat kirin. Rojnameger Kîbriye Evren û Selamet Turan jî di nav de 6 rojnameger di 13'ê sibatê de hatin binçavkirin. Rojnamegerek hat girtin û muameleya nebaş li 3 rojnamegeran hat kirin. Li girtîgehê muameleya nebaş li girtiyekê hat kirin. Hempîşeya me û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû piştî 10 mehan girtî ma şûnde hat tehliyekirin. 
 
LI DIJÎ ASTENGIYAN BÊHTIR DIXEBITIN
 
Rojnamegerên ku mafên wan ên girtina nûçeyan tên astengkirin, pênûsa xwe hîn bêhtir bi hêz bi kar tînin. Jinên rojnameger ên ku li dijî zextan serî natewînin, şopandina nûçeyan didomînin. Jinên rojnameger di heman demê de rihê piştevaniyê mezin dikin û li dijî binpêkirina mafên jinên rojnameger dengê xwe bilind dikin. Bi hêza vê piştevaniyê em bang li hemû aliyan dikin ku bi rojnamegeran re di nava piştevaniyê de bin û em bang li hemûyan dikin ku mafê girtina nûçeyan a civakê biparêzin.
 
Hin daneyên îstatîkî yên meha sibata 2024'an a rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger wiha ne:
 
1-) Binpêkirina li dijî ewlehî û mafê jiyanê yê rojnamegeran 
 
Rojnamegerên hatin binçavkirin: 6
 
Rojnamegerên hatin girtin: 1
 
Rojnamegerên muameleya xerab li wan hatiye kirin: 3
 
Binpêkirina mafên rojnamegerên li girtîgehan: 1
 
2-) Binpêkirina îfadeya ramanê ya rojnamegeran 
 
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 1
 
Rojnamegerên derbarê wan de doz hatiye vekirin (yên berat kirine: 2
 
Hejmara jinên rojnameger ên girtî  (Ji 1’ê Adara 2024’an heta niha): 9
 
Navên rojnamegerên girtî û peywirên wan wiha ne:
 
1.Derya Ren - Nûçegîhana JINNEWS’ê
 
2.Dîlan Oynaş - Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat 
 
3.Elîf Ersoy - Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
 
4.Hatîce Duman - Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
 
5.Ozlem Seyhan - Rojnameger
 
6.Tulay Canpolat - Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
 
7.Selamet Turan - Rojnameger 
 
8.Ozden Kinik - Xebatkara TRT'ê
 
9. Bîrcan Yildirim - Derhênera Weşana BîrcanTV Haber