Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin

  • jin
  • 13:43 7 Adar 2024
  • |
img
 WAN - Baroya Wanê, Navenda Mafên Jinan vekir. Prz. Mariye Borazan a di vekirinê de axivî, wiha got: “Em arman dikin ku li dijî her cure tundiyê rêyên hiqûqî bikarbînin û pêşiyê li pêkanîna polîtîkayên necezakirinê bigirin.”
 
Baroya Wanê, li Edliyeya Wanê Ofisa Şêwirmendiyê ya Navenda Mafên Jinan vekir. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Neslîhan Şedal, Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Gulşen Kûrt, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras, gelek parêzerên endamên baroyê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdar bûn. 
 
Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Mariye Bîldîrîcî Borazan a di daxuyaniya beriya vekirinê li ber edliyeyê hate dayîn de axivî, bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û wiha got: “Ji bo ku li herêma em lê dijîn, li dijî binpêkirinên mafan ên li hemû cîhanê tên jiyîn bi hev re dengê xwe bilind bikin, em girîngiyê didin vê rojê.”
 
‘ARMANC PÊŞÎL ÊGIRTINA POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ YE’  
 
Weke Navenda Mafên Jinan, armanc dikin ku bi mezinkirina çalakiyan a li dijî bûyerên tundî, zayendî û tecawizê yên li Wanê diqewimin, hemû jinan bikişînin qada têkoşînê û li dijî her cure tundiyê bi bikaranîna rêyên hiqûqî, pêşiyê li polîtîkîyên necezakirinê bigirin.  
 
‘EM JI SERLÊDANAN RE VEKIRÎ NE’ 
 
Borazan, bi lêv kir ku weke Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê li dijî her cure tundiyê ji serlêdanan re vekirî ne û wiha berdewam kir: “Em radigihînin ku li dijî tundiya unîformayiyan, her cure tundiya li ser xwişkên me yên penaber, êrişên li ser mafên yên bi bi Peymana Stenbolê tên parastin em ji serlêdanan re vekirîne. Em hemû jinên ku di dema şer de herî zêde êş kişandine, rastî êrîşa cinsî hatine û ji nedîtî ve hatine, jinên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine çewisandin û bi tunehesibandina vîna wan, wan qetil dike û xwişkên me yên li Rojava û Filistînê bi hezkirin û hevgirtinê hembêz dikin.”
 
Pişt re vekirina Navenda Mafên Jinan pêk hat. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê parêzer Rabîa Ozgokçe, bi lêv kir ku ji sala 2011’an ve weke baro piştgiriya hiqûqî didin hemû jinên tundî li wan hatiye kirin û anî ziman ku navendîbûna li dijî tundiyê girîng e.