'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'

  • jin
  • 09:27 8 Adar 2024
  • |
img
RIHA - Berdevka Koordînasyona Kongra Starê Remziye Mihemedê diyar kir ku hedefa êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna jinê ye û got: "Jiyana bi pêşengiya jinan, perspektîfa neteweya demokratîk geş dike û ev ji aliyê pergala mêrserwer a netew-dewletê ve wekî xetere tê dîtin." 
 
Pergala neteweya demokratîk ku li ser azadiya jinê wekî alternatîfa pergala kapîtalîst a mêrserwer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, tevî êriş û ambargoyan 12 sal in bi biryardariyeke mezin gav bi gav tê xurtkirin. Berevajî pergala netew-dewletê ya li ser esasê desthilatdariyê, modela li ser bingeha jiyana hevpar a demokratîk bi pêşengiya jinan li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê kurd, ereb, ermen û gelek gelên din ve tê avakirin û pêşxistin.
 
Ev têkoşîna ku ji welatê herî zordar ê Rojhilata Navîn (Sûriye) gihaşt jinên cîhanê, tax bi tax, gund bi gund, kuçe bi kuçe bi hêztir bû û soza “cîhaneke din” da hemû jinan.
 
JI YEKÎTIYA STARÊ KONGRA STARÊ
 
Têkoşîna ku bingeha wê di sala 2005’an de bi Yekîtiya Starê re li dijî polîtîka û nêzîkatiyên mêtinger ên feraseta mêrserwer a rejîma BAAS’ê hat avêtin, di 15’ê Çileya 2016’an de di bin sîwana Kongra Starê de veguherî pêkhateyek xweser. 
 
Berdevka Koordînasyona Kongra Starê, ku ji sala 2016’an û vir ve bi dirûşmeya “Bêyî azadiya jinê civak azad nabe” xwe bi rêxistin dike, Remziye Mihemed, li ser têkoşîna jinan axivî.
 
PÊŞENGIYA DÎROKÎ
 
Remziye Mihemedê diyar kir ku pêvajoya rêxistinî li herêmê bi Yekîtiya Starê re derbasî pêvajoyeke girîng bûye û got ku Yekîtiya Starê di 12'ê Adara 2004'an de pêşengiya  serhildana kurdan kiriye, di êrişên ku di encama provokatorên rejîmê de di dema maça fûtbolê ya Qamişloyê de dest pê kir. Remziye Mihemedê wiha got: “Me yekem car li vir dît ku jin dema xwe bi rêxistin bikin dikarin çi bikin. Di salên destpêkê yên şer de jinên li vir dijîn ji aliyê rejîma BAAS û rêxistinên din ên paramîlîter ve nehatin hesibandin. Ji ber ku jin ji bo wan tune bû. Lê jin bi ezmûna serhildana 2004’an, beşdarî şerê di sala 2011’an de dest pê kir, bûn. Dema ku me pêşengiya şoreşê kir, dîrok ji bo me guherî."
 
JIN LI HER QADÊ JIYANÊ NE'
 
Remziye Mihemedê da zanîn ku rêxistinbûna jinê ne tenê di şer de, di avakirina civakê de jî di bidestxistina destkeftiyan de bû alîkar û destnîşan kir ku piştî vê qonaxê bi naskirina nasnameya jinê re pêngaveke mezin hatiye avêtin di warê çûna ber bi pergala neteweya demokratîk ve. Remziye Mihemedê da zanîn ku bi mîrateya ku wan ji Yekîtiya Starê wergirtiye, rêxistina wan bi Rêveberiya Xweser re awayê pêkhateyek xweser girtiye û wiha got: “Piştî şer xebatên rêxistinkirina jinan dest pê kirin. Eşkere bû ku jin li dijî dagirkerî û îstîsmarê bi hesteke hevpar dikarin bên cem hev. Di vê wateyê de gelek lêkolîn hatin kirin. Em dikarin bibêjin ku pergala hevserokatiyê ji sala 2016’an ve di Rêveberiya Xweser de heye. Em di kotaya ku me ji bo temsîliyeta jinan diyar kiriye de ne. Jin di her qadê de cih digirin, tên teşwîqkirin. Li dijî zewaca zarokan û bêparkirina mafê mîrasê ya jinan têkoşîn hat dayîn. Jin piştî jinberdanê mafê xwedîkirina zarokên xwe bi dest xistin. Gelek ji van xebatan bi avakirina Mala Jinê pêk hat.”
 
KÊMBÛNA KUŞTINA JINAN
 
Remziye Mihemedê da zanîn ku ew hewl didin di çarçoveya felsefeya neteweya demokratîk de pêkhateyeke “malbata demokratîk” ava bikin û got ku ew hewl didin vê yekê bi misogerkirina azadiya jinê pêk bînin. Remziye Mihemedê anî ziman ku Meclis û saziyên jinan bi hestiyarî pêvajoya tundiya li ser jinê dimeşînin û got: “Em dikarin bibêjin ku di sala dawî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sedî 3’yê kuştin û xwekuştina jinan kêm bûye. Sedema herî girîng a vê yekê jî ew e ku piştî şoreşê Rêveberiya Xweser zewaca zarokan û pirjinî qedexe kir. Em dikarin têkoşîna li dijî şerê taybet ê ku li vir tê meşandin jî bihesibînin."
 
FIKIRA ABDULLAH OCALAN
 
Remziye Mihemedê bal kişand ser rêgezên ku di rêxistinkirina jinan de esasê girtine jî û wiha got: “Me akademiyên jinan ava kirin û di van akademiyan de me soza xwe li ser şehîdên şoreşê, nirxên şoreşê, rêgezên bingehîn ên ku têkoşîna azadiya jinê û Rêveberiya Xweser esas digire da. Em ji her nasnameyê jinan daxilî nava xebatan dikin û fikra neteweya demokratîk xurttir dikin. Bi tevgera Hîlala Zêrîn re ku me ew li dijî qirkirina çandî damezirand, me qadeke ku jinên ji nasnameyên cuda tên cem hev, ava kir. Ji bo herêmê polîtîkayeke taybet a koçberkirinê tê meşandin. Li hemberî vê têkoşîneke ku jin doza axa xwe dikin tê avakirin. Ev hemû pêşketin bi Şoreşa Rojavayê pêk hatin. Pergala ku me afirand fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, me ew xist pratîkê." 
 
Remziye Mihemedê da zanîn ku ji bilî jinan, mêran jî li ser esasê "hevzayendîtiya azad" perwerde dîtine û got ku li kantonên Şehba û Cizîrê jî di nava zilamên ku perwerdeyê dibînin de hişyarî çêbûye.
 
'TÊKOŞÎNA HEMÛ JINAN'
 
Remziye Mihemedê îşaret bi wê yekê kir ku "Şoreşa Rojava" ji jinên Rojhilata Navîn re bûye nefes û wiha dewam kir: "Em dibînin ku di êrişên dawî yên li ser Rêveberiya Xweser de pêşî jin tên hedefgirtin. Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin û jiyana ku jinan li vir afirandiye, ne tesaduf e. Min di serî de behs kir; Ev jiyana ku me bi destên jinan ava kiriye perspektîfa neteweya demokratîk geş dike. Ev yek ji bo pergala mêrserwer a netew dewletan wekî tehdîd tê dîtin û tê hedefgirtin. Di vê wateyê de ya ku em li vir didin meşandin dîroka têkoşîna jinê ye. Têkoşîna jinan a hemû cîhanê ye.”
 
Remziye Mihemedê destnîşan kir ku ber bi 8'ê Adarê ve wê têkoşîna jinan li Rojhilata Navîn berfirehtir bikin.
 
MA / Ceylan Şahînlî