Jin daketin qadên 8’ê Adarê

  • jin
  • 12:17 8 Adar 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanê li gelek bajaran mitîng û şahî tên lidarxistin. 

 
Jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê daketin qadan. Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navenda Êlihê, navçeya Cizîr a Şirnexê, li Qoser a Mêrdînê, li navenda Wanê, li navçeya Akdenîz a Mêrsînê, li Dep a Xarpêtê û li Amedê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” mitîng û şahî tên lidarxistin. 
 
Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî daketin qadan, rê li ber dîmenên rengîn vekirin û bê navber dirûşma “Jin, jiyan, azadî" tê berzkirin.