Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in

  • jin
  • 12:56 8 Adar 2024
  • |
img
WAN - Li Wanê bi boneya 8’ê Adarê mitîngeke bicoş hat lidarxistin. Jinan di mitîngê de peyama “Em di jiyana azad de biisrar in” dan. 
 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê mitîng hat lidarxistin. Jinê ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê hatin gel hev, ji du baskan ve ber bi qada mitîngê ve herikîn. Jinên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, di tevahiya meşê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Li qada mitîngê pankartên “Jin, jiyan, azadî”, “Azadî deynê mayiyan a ji bo çûyiyan e” û “Hûn ê me qir bikin! Xwelî li serê we be" hatin vekirin. 
 
Li qada Jinan li qada mitîngê li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin. Coşa mitîngê her ku diçû zêdetir bû û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Jinên ku heta demekî dirêj govend gerandin, rê li ber dîmenên rengîn vekirin. 
 
DAXWAZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN 
 
Ji Komîteya Amadekar Rojbîn Bor jin silav kir. Piştre jî namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û wiha got: “Jin li dijî tundiya mêr û dewletê têdikoşin. Jin û dayikên me îro ji bo rakirina tecrîdê têkoşîneke mezin didin. Heta ku birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad dibe û pirsgirêka kurd çareser dibe jî dê têkoşîna jinên kurd bidome. Em dixwazin ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin.” Bi domdarî Şedal bal kişand ser hilbijartinan û ev tişt anî ziman: “ Em ê bersiva herî baş bidin qeyûman. Ev bajar ên me ne û dê ew biçin.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî wiha got: “Bi girankirina tecrîda li ser birêz Ocalan re dixwazin bêhnê li gelê kurd biçikînin. Hezar silav ji hemû jinên bi awayekî neheq û derhiqûqî di zindanan de tên ragirtin. Yên herî zêde ji neheqî û derhiqûqtiyan bibandor dibin em jin in. Em jin her roj li kolanan tên qetilkirin. Kesên me jinan qetil dikin jî bi necezakirinê tên xelatkirin. Em ê dev ji jiyana xwe ya azad bernedin. Em di jiyana azad de biisrar in. Heta ku jin azad nebin jî tu kes nikare azad bibe.” 
 
‘EM HER 14 ŞAREDARIYAN BI DEST BIXIN Û DÎROKÊ BINIVÎSIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan jî di mitîngê de wiha got: “Ev salên dûvdirêj in em jin ji bo hebûna xwe têdikoşin. Me ji bo her tiştên bi dest xistî bedel dan. Em dixwazin ku êdî bêyî bedel bidin bi nasnameya xwe bijîn. Em hatin kuştin, hatin qetilkirin, tune hatin hesibandin, keda me tune hate hesibandin û her tiştekî me tune hate hesibandin. Lê belê dê biçin û dê hêza jinan wan bişîne. Li pêşiya me hilbijartinên 31’ê Adarê hene. Li dijî kesên vîna me tune dihesibînin, em ê her 14 şaredariyan jî bi dest bixin û qeyûman bişînin Enqereyê. Hevşaredarên me ji bo ji we re xizmetê bikin hene. Em dixwazin rêjeya dengan a herî bilind bi det bixin û mohra xwe li dîrokê bixin. Silav ji hemû jinên berxwedêr û yên dibêjin ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ re.” 
 
Piştî axaftinan jî hunermend Nûray Balik û Feryal Oner derketin ser dikê û mitîng bi dawî bû.