Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye

  • jin
  • 13:25 8 Adar 2024
  • |
img

AMED - Jinên ku Qada Stasyonê ya Amedê tije kirin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” biryardariya xwe ya têkoşînê nîşan dan û daxwazên xwe diqîrin. 

 
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li Qada Stasyonê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” mitîng tê lidarxistin. Mitîng bi gerandina govendê dest pê kir. 
 
Ji saetên zû yên serê sibehê ve jin bi pankarta “Jin, jiyan, azadî” û dovîzan diherikin noqteyên lêgerînê. Polîsan bi hinceta saeta ketina mitîngê hewl dan jinan astengt bikin û jinan jî bi dirûşm û tililiyan ev helwesta polîsan protesto kirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî diherikin qada mitîngê, bi pankartên “Ji Amedê heta Enqereyê em Gultan Kişanak silav dikin”, “Em bi têkoşîna jinên beluc, afxan, îranî û pakistaniyan re ne”, “Bi jin, jiyan, azadiyê em ji şer re dibêjin na” û “Em ê xerabiya we ya birêxistinkirî, bi têkoşîna xwe ya birêxistinkirî têk bibin” qada mitîngê xemilandin. 
 
DAYIKÊN DI EDALETA NOBETÊ DE LI QADA MITÎNGÊ NE 
 
Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk dest bi Nobeta Edaletê kirin jî li Parka Hazalê hatin gel hev û ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Hevserokên DEM Partiyê yên navçeyê û namzetên hevşaredariyê jî tev li meşa dayikan bûn û pankartên “Jin jiyan, azadî" û “Bi felsefeye jinan azad em xwe birêxistin dikin” hatin hilgirtin. Di meşê de jinan stran gotin û bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” ketin qada mitîngê. 
 
‘ŞOREŞA ME ŞOREŞA JINÊ YE’
 
Komeleya Jinan a Rosayê, DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û TJA jî bi kortejên cuda ketin qada mitîngê. Di meşê de pankarta “Şoreşa me şoreşa jinê ye” hate vekirin. Jinên ku li qada mitîngê hatin gel hev, dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û li ber stranên kurdî govendê digerînin. 
 
YARAY: JINAN SERÎ NETEWANDIN Û DÊ NETEWÎNIN 
 
Bernameya mitîngê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bi hezaran jinên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî li ser navê Komîteya Amadekar Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray axivî. Yaray, anî ziman ku jinan tu caran serî netewandine û dê serî netewînin. Yaray, wiha dom kir: “Em Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Hulya Alokmen û hemû jinên girtî silav dikin. Rêya wan rêya me ye.” 
 
Bi domdarî Yaray bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û bi bîr xist ku qeyûman weke karê ewil saziyên jinan û ziman girtine. Yaray, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd dixwaze li ser vê xakê bi awayekî wekhev û azad bijî. Dê koletiyê qebûl neke. Em dibêjin ku dev ji tunehesibandina kurdan berdin. Bila kurd vê cîhanê xweşik bikin. Bila aştî vê vê xakê. Em jin her tim dibêjin ji bo aştiyeke birûmet dengê xwe bilind bikin. Em li Amedê ji hemû cîhanê re dibêjin ‘jin, jiyan, azadî.’” 
 
‘BILA WESÎLEYA AŞTIYÊ’
 
Li ser navê Dayikên Aştiyê jî Muruvvet Demîr axivî û wiha got: “8’ê Adara me bi hezaran caran li tevahiya jinên kedkar, li şoreşgeran pîroz be. Ez girtiyên bi mehan e di greva birçîbûnê de silav dikim. Hêvîdarim bibe wesîleya aştiyê. Silav û rêz ji we tevan re.” ,
 
NAMZETÊN HEVŞAREDARIYÊ DERKETIN SER DIKÊ 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Amedê derketin ser dikê û jin silav kirin. Li ser navê namzetên hevşaredariyê, namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî. Bucak, 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got ku şîara aştî, edalet û azadiyê ji jinên berxwedêr hîn bûye. Bucak, wiha domand: “Em ê tu caran dev ji rêya wan a giranbiha bernedin. Em bejna xwe birêzdarî li hemberî banga wan a aştiyê ditewînin. Ji bo vê rêxistiniya jinan, ji bo vê têkoşîna jinan em deyndarên wan rêhvalên xwe yên jin in. Silav ji girtîgehên Kandira, Sîncan û Xarpêtê re.” 
 
Jinan bi yek dengî dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. 
 
Di berdewamê de Bucak silav ji namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak re şand û li dijî feraseta yekperest dê bi înad aştiyê bînin vê xakê. Bucak, anî ziman ku dê di hilbijartinan de bi rêjeyeke zêde ya dengan besivê bidin qeyûm û îktîdara yekperest û wiha pê de çû: “Rejîma qeyûman a 8 salan herî zêde destkeftiyên me jinan hedef girtin. Em ê careke din polîtîkayên jinan, midûriyetên jinan, navendên jinan vekin. Ez 8’ê Adarê li we tevan pîroz dikim.” 
 
KAYA: DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE
 
Li ser navê TJA’yê jî Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya axivî û ev tişt anî ziman: “Ez jinên deverên cuda yên cîhanê yên ji bo nasnameya xwe û pêkvejiyanê li ber xwe didin silav dikim. Ez jinên belûc, efxan, pakistanî û îranî yên li dijî dîktatoran li ber xwe didin silav dikim. Em sûîqestên ku îstîrxbarata Tirkiyeyê li Başûr li dijî jinan dike şermezar dikim. Em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet. Her wiha girtiyên di greva birçîbûnê de silav dikim. Dayikên Aştiyê, berxwedana Nobeta Edaletê ya dayikan rêya me ronî dikin. Weke jin em dibêjin ku rêya çareserî û aştiyê eşkere ye. Daxwaziya me, azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Abdullah Ocalan bi çareserkirina pirsgirêka kurd re dê aştiyê ji bo gelên me bîne. Em kurd in, em jin in, em li vir in. Em ê jiyana demokratîk û azad bi hev re ava bikin. Em serî li ber pergala me tune dihesibîne natewînin, em serî hil didin.” 
 
KOÇAK: EM Ê JIYANÊ JINÛVE AVA BIKIN
 
Piştre jî Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak axivî û da zanîn ku ji cihên kar heta nav zeviyan û girtîgehan, wan li her qadê newekheviya zayendan tecrûbe kirine. Koçak, diyar kir ku li dijî êrişên îktîdarên rastgir wan tu caran li qadan dev ji têkoşînê bernedane û ev tişt anî ziman: “Ji bo keda me bêhtir xuyanî bibe, em neçarin ku jiyanê jinûve ava bikin.” 

Berfirehiya nûçeyê tê...