Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan

  • jin
  • 13:22 19 Adar 2024
  • |
img
ÎZMÎR -  Ji 9 kesên ji ber şandina name û pereyan a ji girtiyan re hatibûn girtin 4 jê piştî îtîraza parêzeran hatin berdan.
 
Di 27'ê sibatê de li Îzmîrê 9 kes ji ber sedema şandina name û pereyên ji girtiyan re, 9 kes bi îdiaya "alîkariya aboriyê dane rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Ji 9 kesan 4 jê hatin berdan. Endama Meclisa Giştî ya Jinên Sosyalîst (SMK) û Berdevka Demê ya Tevgera Karkerên Yekbûyî (BÎH) Meliha Kaya jî di nav de çar kes piştî îtîraza parêzeran hatin berdan. 
 
Jinên girtî, duh êvarê ji Girtîgeha Jinan a Şakran a Alîaga ya Îzmîrê derketin.