Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin

  • jin
  • 09:52 21 Adar 2024
  • |
img
STENBOL - Roza Kahya, ya li KA.DER’ê ji ber li dijî zextan û şertên xebatê yên nebaş çalakî kir, ji kar hate derxistin, diyar kir ku heta mafên xwe bi dest bixe dê têbikoşe. 
 
Xebatkara buro û qadê ya Komeleya Alîkariya Berendamên Jin (KA.DER) Roza Kahya, ji ber ku endama sendîkayê bû û li dijî şert û mercên xebatê yên nebaş dest bi çalakiyê kiribû, di 7’ê adarê de ji kar hate avêtin. Kahya, ya  ji ber li ber kargehê çalakî kir ji kar hate avêtin, binpêkirinên ku karkerên jin li KA.DER'ê pê re rûbirû man vegotin. Kahya destnîşan kir ku di nava 4 mehan de her tim ji mesayiyê re maye, heqê mesayiyê jê re nehatiye dayîn û diyar kir ku deme dest bi kar kir xebatên qadê yên projeyê dimeşand. Kahya, bi lêv kir ku tevî ji mesayiyê re dima jî nekariye heqê xwe bigire û bi lêv kir ku daxwaza wan a ewil têkildarî şertên mesayiyê de bûye û li dijî vê yekê bi zextan re rûbirû maye. Kahya, bi lêv kir ku dema mafên xwe dixwestin jî bi bersiva "Kes ji we re nabêje ji mesayiyê re bimînin, ji ber hûn nikarin karê xwe bikin ji mesayîyê re dimînin" re rûbirû dimînin. 
 
LI CIHÊ BÊHNVEDANÊ KAMERA
 
Kahya, diyar kir ku her wiha li çend noxteyên saziyê kamera bi cih kirine û wiha got: “Heke ku tu li şaneşînê kamerayê bi cih dikî, dê weke ku derve bibîne bi cih bikî ku diz werin an tiştekî çêbibe, bê qeyd kirin. Kamera rast e rast li dijî cihê bêhnvedanê an jî li hember cihê rûniştina me ye. Li vir ev kamera ne ji bo ewlehiyê ye, ji bo serdestiyê li xebatkaran bikin, me bişopînin û zextê li me bikin hatine bicihkirin.”
   
LI DIJÎ ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ BÛN ENDAMÊN SENDÎKAYÊ 
 
Kahya, da zanîn ku di dema pêvajoyê de xwestiye bi serokê desteya rêveber re hevdîtinekê bike, lê ji hewldanên xwe tu encam bi dest nexistiye û got: “Ji ber pirsgirêkan em bûn endamên Sendîkaya Sosyal-Îş'ê ya girêdayî DÎSK’ê, bi endambûnê re sendîkaya me ji bo hevdîtinê serî li wan da. Pêşî bi erênî nêzî hevdîtina bi sendîkayê re bûn, paşê ji sendîkayê re dan diyar kirin ku wextê wan ê vala nîn e, paşê dê li wan vegerin û di heman demê de bi me karkeran re civînek li dar xistin. Kaya anî ziman ku di civînê de  bi gotina ‘çi pêwîstî bi sendîkayê re heye, em vî karî di navbera xwe de çareser bikin’ rû bi rû man û wiha berdewam kir: "Daxwaza me ya giring, bi kêmanî zêdebûna mûçeyê ya jî sedî 50 bû ku dewletê kiribû. Heqê rê û nan nîne, em dizanîn 8'ê Adarê ne roja betlaneyê ye lê me got ku di rêxistineke jinan de divê 8'ê Adarê weke betlaneya fermî be. Me ji wan re got ku bikarneanîna rojên destûra reglê yên rojên duşem û înê rakin û têkildarî zextan jî me got em bi rêgezeke femînîst bi hev re biaxivin. Daxwaza me ya herî kêm şert û mercên ku her karker bikare li kargehê bijî û şertên xebatê û zem bûn.”
 
Kahya, da zanîn ku piştî ji civînê encam bi dest nexistin, metnekî ku daxwazên wan derbasdar bibin nivîsîne û wiha lê zêde kir: “Di dema vê pêvajoyê de sendîkayê xwest bi wan re hevdîtinekê pêk bîne. Heta du hefteyan Nuray Kadioglû bersiv neda telefona sendîkayê. Ji xwe daxwaza me ya herî giring; bi sendîkayê re rûniştin û li ser şert û daxwazên me hevpeyvînek bû. Lê ew bi gotina em her tiştî li gorî zagonên dewletê pêk tînin li dijî me derketin. Ji xwe zagonên dewletê tev zagonên li hember daxwaza karkeran e.”
 
Kahya di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji ber tu encam bi dest nexistine weke ji du jinên xebatkar biryar girtin ku bi sendîkayê re çalakiyekê bigirin û bang li tevgerên jinan bikin û anî ziman ku di 6’ê adarê de, dest bi çalakiyekê kirine û li ser vê yekê di 7’ê adarê de jî ji kar hatine avêtin. Kahya wiha domand: “Bi gelek hincetên cuda ji kar hatim avêtin lê dema ku min ji kar avêtin jî gotin ‘te em li her deverê îfşa kir, ji ber vê şert û mercên xebateke ku em bi te re bimeşînin nema ye.’”
 
‘TEKOŞÎN WÊ BERDEWAM BIKE’
 
Kahya, bi lêv kir ku ji bo mafên xwe bi dest bixin ew ê tekoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hem bi sendîkayê re, hem bi tevgerên jinan û tevgerên feminist re em ê dev ji vê pêvajoyê bernedin. Mesele ne avêtina min a ji kar e, li wir hîn gelek hevalên me yên dixebitin hene, hîna jin û karker li gelek Saziyên Civaka Sivîl bi van şert û mercên kedxwariyê dixebitin hene, ji bo wan em ê têbikoşin.”