Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket

  • jin
  • 13:25 1 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Li Amedê hilbijêrekê nivîseke ku berteka têkildarî cînayetên jinan di nav de xist nava zarfê. 
 
Hilbijêran di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de hestên xwe jî di sindoqan de nîşan dan. Li Amedê jî kesekê nivîseke ku berteka têkildarî cînayetên jinan di nav de xist nava zarfa pisûlayên deng. Di nivîsa ku dema hejmartinê de ji aliyê peywîrdarên sindoqê ve hate dîtin, kesê nerazîbûn nîşanî mirina biguman a jinan û nedarizandina faîlan da. 
 
‘HÛN IN KUJERÊN JINAN’ 
 
Di nîşeyê de ev tişt hatin gotin: “We ciwantiya me herimand! Xwekuştinên xwendekaran ne ‘buyerên trajîk e’ cînayet in û polîtîk in. We em mehkûmî xizanî, bêpêşerojî û mirinê kirin. Ev ne întîhar e, cînayeteke! Kujerên me pergala kedxwar û yên ku wê bi rê ve dibinin. Li Colemêrgê her 3 tecawizkarên Esrayê piştî 8 mehan hatin berdan. Hemû kujerên jinan yek bi yek hûn in, hûn ê hesaba tunekirina ewlehiya me ya can bidin!”