Li Nisêbînê meşa li dijî tacîzê: Em ê li dijî tundiyê xweparastinê pêş bixin

  • jin
  • 14:53 14 Nîsan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Jinê nisêbînî li dijî êrişa zayendî ya li Şirnexê meş li dar xistin û gotin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên şerê taybet di her şert û mercan de bidomînin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya protestokirina êrişa zayendî ya çawişekî pispor li navenda Şirnexê li dijî jinekê kirî, li Nisêbîn a Mêrdînê meş li dar xist. Jin, ji avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Nisêbînê heta Parka Barişê meşiyan û pankarta “Dê çeteyên tecawizkar hesabê bidin” vekirin. Di meşê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Dê çeteyên tecawizkar hesabê bidin” hatin berzkirin. 
 
Piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Aktîvîsta TJA’yê Nahîde Ulger daxuyanî xwend. Ulger, bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin û zarokan û got ku faîl çawişê pispor hatiye parastin. 
 
Ulger, sekna gel a li dijî êrişê vegot û wiha domand: “Polîtîkayên şerê taybet ji hêla tevgera azadiyê ya jin û gelê me yê birûmet ve vala hatiye derxistin. Weke tevgera azadiyê ya jinên kurd li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em ê li dijî tundiya li dijî jinan bêdeng nemînin û xweparastinê pêş bixin. Di serî de jin, banga me li tevahiya gelê me ew e ku nirxên xwe biparêzin.” 
 
UÇAR: TU JIN BI TENÊ NÎNIN
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di daxuyaniyê de diyar kir ku tundiya heyî hêj bêhtir hatiye girankirin. Uçar, wiha domand: “Di serdema îktîkdara AKP’ê de 7 hezar jin hatin qetilkirin. Jin li malê rastî tundiya xizmên xwe tên. Di bingeha tundiya li dijî jinan a li Kurdistanê de polîtîkayên şerê taybet hene. Peywirdarên dewletê xwe dispêrên hêza dewletê. Hêj mehek berê li Wanê êrişî jinên ciwan hate kirin lê bersiva xwe girtin. Li Şirnexê jî çawişekî pispor hewl da hevaleka me tacîz bike û destdirêjiyê lê bike. Ji bo wan li Kurdistanê kirina sûcên wiha pir hêsan e lê weke jinên ji vê dozê bibawer, li ku derê dibe bila bibe em ê hevalên xwe bi tenê nehêlin. Em ê li dijî AKP’ê xwe birêxistin bikin. Em gotina xwe ya ‘jin, jiyan, azadî’ careke din li dijî AKP’ê û dewleta mêr dubare dikin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.