Li Panosê tundiya zilam: Jinek hate qetilkirin, jinek jî bi giranî birîndar bû

  • jin
  • 10:46 15 Nîsan 2024
  • |
img
AGIRÎ - Li Gundê Kokîna yê Panosê, zilamê bi navê Savaş Îşîk hevjîna xwe Esma Îşîk qetil kir, xwesuya xwe jî bi giranî birîndar kir. 
 
Duh bi şev li gundê Kokîna yê navçeya Panosa Agiriyê zilamê bi navê Savaş Îşîk hevjîna xwe Esma Îşîk bi kêrê qetil kir û xwesuya xwe jî bi giranî birîndar kir. Cenazeyê Esma Îşîk a jiyana xwe ji dest daye, ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. Dayika Îşîkê ya bi giranî birîndar bûye jî rakirin serwîsa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê. 
 
Savaş Îşîk ê hatiye binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê hate girtin û şandin girtîgehê.