Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin

  • jin
  • 12:36 6 Gulan 2024
  • |
img
STENBOL - Ji ber ku keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê ûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî di bin navê “zewacê” de hatibû tecawizkirin, doz hatibû vekirin. Doz, li îstînafê hatibû betalkirin û jinûve hate lidarxistin. Danişîna dozê hate taloqkirin. 
 
Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlagayê Yûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî H.K.G., di bin navê “zewacê” de bi “murîdê” Gumuşel ê bi navê Kadîr Îsteklî re bi rêya mehra olî hatibû  “zewicandin” û zarok rastî tecawizê hatibû. Derheqê bûyerê de doz hatibû vekirin û cezayê di dozê de hatibû dayîn, ji hêla Dadgeha îstînafê ve hatibû betalkirin. Doz jinûve hat lidarxistin. Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Bersûc Kadîr Îsteklî û Yûsûf Ziya Gumuşel di danişînê de amade bûn. Dayik Fatima Gumuşel ku derheqê wê de biryara girtinê heye, ji ber ku hêj nehatiye girtin tev li danişînê nebû. 
 
Parêzerên bersûcan hincet nîşan dan û dadgehê jî danişîna dozê taloqî 10’ê hezîranê kir. 
 
ÇI BÛBÛ? 
 
Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel a bi navê H.K.G., hêj 6 salî bû ku bi yek ji murîdên weqfê Kadîr Îsteklî yê 29 salî re bi rêya mehra olî hate zewicandin. H.K.G, bi sala rastî îstîsmara zayendî hat. Doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê hat lidarxistin û dadgehê di 23’yê cotmeha 2023’yan de li Kadîr Îsteklî 30 sal, li Yûsûf Ziya Gumuşel 20 sal û li dayik Fatima Gumuşel jî 16 sal û 8 meh cezayê hefsê biribû. 
 
Piştî biryarê jî dosya biribûn îstînafê. Dadgeha îstînafê bi daxwaza ku cezayê hatiye birîn bê zêdekirin, biryar betal kiribû.