WAN - “Komxebata Jin û Aboriyê” ku ji hêla Kooperatîfa Jinê ya Evînê ve dihat organîzekirin, di roja duyemîn de bi rûniştinên “Beşdarbûna jinan a di pêvajoyên biryardayînê de”, “Têkoşîna zayenda civakî” û “Newekheviyên zayenda civakî” bi dawî bû.
“Komxebata Jin û Aboriyê” ku ji hêla Kooperatîfa Jinan a Evînê ve li Eywana Konferansan a Cumhur Keskîn a Baroya Wanê dihat lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam kir. Li eywanê pankarta “Jin têkildarî aboriya komunal a demokratîk û xizaniyê diaxivin” hate daliqandin û mijarên “Beşdarbûna jinan a di pêvajoyên biryardayînê de”, “Têkoşîna zayenda civakî” û “Newekheviyên zayenda civakî” hatin nîqaşkirin. Moderatoriya rûniştinan ji hêla endama kooperatîfê Yildiz Çetîn ve hate kirin û endama Lijneya Rêveber a Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Gulten Madenlî û akademîsyen-nivîskar Ecehan Balta weke axêver tev li bûn.
Li gel rêxistinên civaka sivîl û nûnerên saziyên jinan, gelek jinên esnaf jî tev li komxebatê bûn. Di di rûniştina ewil de “Beşdarbûna jinan a di pêvajoyên biryardayînê de” û “Têkoşîna zayenda civakî” hatin nîqaşkirin.
DI NAVA KURDAN DE CIHÊ JINÊ
Gulten Madenlî diyar kir ku mafê biryardayînê yê jinan di serdema mîtolojîk de ji hêla zilamê qurnez ve hatiye xespkirin. Madenlî, wiha got: “Li gorî Zerdeşt pêxember; jin pîroz e, divê lê neyê xistin. Weke dayik, xak tê dîtin. Dema serokeşîrek an jî rûspiyê malbatekê mir, jin cihê wî digire. Di nava kurdan de cihê jinê tu caran naguhere. Piştî Mîr Şemsedîn hevjîna wî Şah Xatûn heta demekê Bedlîsê birêve dibe. Li hinek herêmên Kurdistanê qala hukmê jinê tê kirin.”
DI TÊKOŞÎNÊ DE GIRÎNGIYA KOOPERATÎFAN
Madenlî, diyar kir ku ji bo paşdehiştina kodê zayenda civakî divê mirov ji zîhniyeta nêrza xelas bibe û wiha pê de çû: “Di zayendperestiyê de herî zêde zarokên keç rastî astengkirinan tên. Destûr nayê dayîn di nava civakê de bi rolekî rabin. Nahêlin bikevin nava siyasetê. Îktîdar, jinan weke ‘dayik’ pênase dike. Divê mirov têkoşîna jinan û ya demokrasiyê ji hev cuda negire dest. Di têkoşîna jinan de kooperatîf girîng in. Dikin ku jin kar peyda bikin. Dema dixebitin jî bi xwe bawer dibin û serxwebûna aboriyê îcar berxwedêriya wan mezintir dike. Heta li dijî normên zayenda civakî jî bihêztir disekine û bi roleke mezin radibe.”
Rûniştin piştre bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.
ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA ÎSTÎHDAMÊ
Di rûniştina “Newekheviyên zayenda civakî” de jî akademîsyen û nivîskar Ecehan Balta axivî. Balta, da zanîn ku Tirkiye di Endeksa Newekheviya Zayendî ya Kûrewî de di rêza 129’an de cih digire. Balta, wiha got: “Li Tirkiyeyê gelek astengî li pêşiya jinan hene ku nekarin tev li îstîhdamê bibin. Karên civakê li ser pêyan digirin jin dikin lê ji her tiştekî bêpar tên hiştin. Tundî, mezintirîn astengiya li pêşiya îstîhdamê ye. Ji ber bûyerên tundî, tacîz û tecawizê nikarin bikevin kar. Yek ji pirsgirêkên din a sereke jî ew e ku hinek kar weke karên zilaman hinek jî weke yên jinan tên dîtin.”
BANDORA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ
Balta, bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî ya di mijara îstîhdamê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girîng e ku ji bo zêdekirina kreşan gav bên avêtin. Plana çalakiya wekheviya herêmî, mezintirîn peywira şaredariyan e. Em mecbûr in newekheviya herêmî ji gel bipirsin û binirxînin. Di vê mijarê de şaredarî dikarin gelek tiştan bikin. Dikare li dijî newekheviya zayenda civakî gelek tişt bên kirin. Jin, li kooperatîfan hinek bêhnê distînin. Divê ev qad bên berfirehkirin û xebat bên kirin ku hemû jin tev li bibin.”
Piştî rûniştinê danezana komxebatê hate eşkerekirin û komxebat bi dawî bû.