NAVENDA NÛÇEYAN - Li başûrê Kurdistanê di nava 6 mehan de 30 jin hatin qetilkirin û gelek ji van jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Ji RJAK'ê Ronak Mecîd diyar kir ku hebûna jinan a li herêmê di xetereyê de ye û qanûnên hikûmetê jinan naparêz in.
Li başûrê Kurdistanê kuştina jinan roj bi roj zêde dibe. Ji serê salê û vir ve zêdeyî 30 jinan hatine kuştin an jî bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan e. Ji ber polîtîkayên hikûmeta Herêma Kurdistanê dijî jinan jî kuştin zêde dibe. Zilamên ku sûcdar in ji polîtîkaya bêcezakirinê sûd werdigirin û ev jî weke yek ji sedemê kuştina jinan tê nîşandan. Tundî û kuştina jinan a li herêmê ku bi qanûnên heyî pêşî li nayê girtin berovajî wê rê lê ber kuştina jinan tê vekirin.
Ji Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) Ronak Mecîd der barê mijarê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) axivî û kuştina jinan nirxand.
'MIRIN LI JINAN TÊ FERZKIRIN'
Mecîd anî ziman ku li herêmê her qadeke jiyanê li jinan hatiye tengkirin û got ku geşedanên siyasî yên li herêmê diqewimin pêşiya xetereyeke mezin li ser pêşeroja jinan dike. Mecîd bi bîr xist ku tenê di meha hezîranê de 4 jin hatin qetilkirin û jinek jî di encama êrişa zilam de bi giranî birîndar bû û wiha got: “Du jin jî bi îşkence û tundiya zilaman re rû bi rû mane. Li vê derê êdî qetilkirina jinan bûye erka mêran a rojane. Bi rojane jin tên kuştin yan jî bi awayeke gumanbar mirî tên dîtin. Bi ser navê 'xwekuştinê ' heta niha bi sedan jin hatine kuştin. Lê belê em bi guman li van kuştinan dinêrîn. Ji ber ku yê ku dibe sedemê vê mirinê zilam bi xwe ne. Jinên ku li vir xwe dikujin mirinê weke rizgariyê û çareseriyê dibînin. Çareseriyê li jinan weke mirinê didin ferzkirin. Ji jinan re jiyaneke bi rûmet nehiştin ku jin bikaribin bijîn. Li herêmê her geşedaneke siyasî bandora xwe li ser jinan dike. Di aliyê aborî, civakî û çandî de jin her tim weke hedef tên nîşandan û di dawiya dawî de jî tê qetilkirin. Hikûmeta heyî û aqlê ku li herêmê heye, qanûnên xwe yên ku mafê mirovahiyê û jinan diparêzin pêk nayînin. Her qanûnekî tenê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî pêk tînin."
'DI NAVA PERGALÊ DE TU ROLA JINAN NÎN E'
Ronak Mecîd bi lêv kir ku aqlê ku jinan neparêze û qanûnên xwe pêk neyîne bi dagirkeriyê re heman e û wiha domand: "Pirsgirêka jinan pirsgirêkeke siyasî, dîrokî ye. Înkarkirina jinan înkarkirina afirîneriya jiyanê ye. Li vir nirx, ked û hilberîna jinan tê binpêkirin. Rêz û hûrmeta li hemberî jinan ketiye asta herî jêr. Jin di nava civakê de çawa ku weke ‘namûs’ tên dîtin ji aliyê rêvebir û hikûmeta herêmê ango pergala serdest ve jî bi heman awayî tên dîtin. Zilamê zalim ku dagirkirina xaka xwe weke namûsê nabîne, lê belê jinan weke ‘namûs’ dibînin û dikare her roj jî jinan qetil bike. Ez ji hişmendiya zilamê ku difikire ku bi kuştina jinan ‘namûsa xwe paqij kiriye’, dipirsim; gelo bêrûmetî û bênamusiya herî mezin ne dagirkirina xaka mirovî ye? Aqlê qetilkirina jinan aqlê dagirkeriyê ye. Îro li vir jin kirine meta. Bi destê televîzyonan keda jinan a hezar salî tê pişaftin. Jin ji hebûna xwe tên dûrkirin û koleyeke modern ji xwe re ava dikin. Jinên ku di nava pergalê de jî dixebitin û erkdar in weke jin nayên dîtin. Nikarin bi rola xwe rabin. Pergal rê nade ku jin bir ola xwe rabin. Tu rola jinan nîne. Bê biryar tên hiştin û ti pêşniyar û rexneyên wan esas nayên girtin. Ew jinên di nava pergalê de jî tenê kareke ku jê re tê gotin wî karî dike û piştre jî xwe bêdeng dike. Ev bêdengiya jinên siyasetmedar û serî tewandina wan dibe sedem ku jinên di nava de civakî ji vê yekê bi neyînî bandor bibin. Bêdengiya wan dibe sedem ku zilam bêtirîn biaxive û bandorê li ser civakê bike."
'ZAROK BI TIRS Û NEFRETÊ MEZIN DIBIN'
Ronak Mecîd diyar kir ku zarokên ku şahidiya tundiyê û kuştina li ser jinan dikin bi heman rêbazî mezin dibin û di pêşerojê de heman tiştî ew bi xwe didin meşandin û wiha got: “Komkujiya li ser jinan komkujiya herî mezin a li ser civakê ye. Ji ber ku jin bingeha civakê ya esasî ye îro hedef girtina wê dibe hedef girtina nirxên civakî. Her roj jin tên kuştin û bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Zarokên wan ku di nava vê tundiyê de mezin dibin ji derûnî ve bandor dibe û di siberojê de vî tundiyê ew bi xwe pêk tîne. Zarok bi tirs û nefreta li dijî jinan mezin dibin. Zilamên sûcdar ku nayên cezakirin cesaret digirin û qetilkirina jinan weke mafekî dibînin. Hikûmeta herêmê û hizbên siyasî yê li herêmê jî xwedî heman aqlî ne. Ji ber wê li vir jin bi tu awayî nayên parastin. Li vir jin tên şewitandin û piştre jî dibêjin, ‘xwe şewitandiye'. Tundî û neheqî li jinan tê kirin. An jî bi darê zorê bi zilamên temen mezin re tên zewicandin. Jinên ciwan di zarokatiya xwe de tên zewicandin û wan jî zarokatiya wan veqetînin. Vê jî li ser navê olê dikin. Li vir jiyana her jinekî di xeterê de ye. Ji bo pêşî li kuştin û tundiya li ser jinan bê girtin, heta niha yek xebatek nehatiye meşandin. Ji ber wê jî jin li vir ne bi ewle ne. Çimkî keseke ku wan biparêze tune ye."
'PÊDIVÎ BI QANÛNÊN NÛ HEYE'
Mecîd da zanîn ku jinên ku ji bo piştgiriyê serî li wan didin jî bi veşartî dikin û wiha axivî: “Heta niha pir jin hatine serlêdan kirine. Ew jinên ku tên serlêdan dikin em diçin bi malbatên wan re diaxivin. Lê gelek jin ji ber gefa kuştinê newêrin ku bên serî li me bidin. Li Hewlêrê keçikeke 14 salî tê xwestin ku bi mêreke 20 salî re bê zewicandin. Ew jî qebûl nake. Ji ber ku qebûl nake di nava bazarê de, bavê wê li ber çavê her kesî serê wê jê dike. Ev kesê ku wiha dike tê binçavkirin û piştre jî tê berdan. Çawa dibe ku kesek mirovekî, zarokekî qetil dike û nayê cezakirin? Jin mafdar in ku xwe ji vê hişmendiyê biparêz in. Ev hikûmet neçare ku parastina jinan bike. Em bi xwe jî weke saziyeke jinan bi gefxwarinê û êrişan re rû bi rû dimînin. Jin bêparastin tên hiştin. Divê ku ev hikûmete demildest qanûnên xwe yên parastina jinan pêk bîne û hewce bike hin qanûnên din derbixîne. Pêdivî bi qanûnên nû hene. Parastina hebûna jinan a li vir bi qasî kareke şoreşgerî girîng e. Kengî ku jinan xwe li vir birêxistin kir û li dijî tundiyê sekinîn wê demê em ê karibin qala şoreşeke gel jî bikin. Ji ber ku cihê jin lê nebe civak ew der ber bi hilweşinê ve diçe."
MA / Zeynep Durgut