Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin

  • jin
  • 09:03 22 Tîrmeh 2024
  • |
img
AMED - Mehmet Demîrhan ê li Amedê di nava kolanê de Hîlal Kar qetil kir, meheke hêj nehatiye girtin. Xwişka Kar û parêzera wê xwest lêpirsîn were berfirehkirin. 
 
Li navçeya Rezan a Amedê li Taxa 5'ê Nîsanê di 23'yê Hezîranê de Mehmet Demîrhan Hîlal Kar a 33 salî li nava kuçeyê qetil kir. Kar, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û kujer Demîrhan jî reviya. Tevî ku mehek derbas bûye jî hêj faîl Demîrhan nehatiye girtin. Xwişka Karê û parêzera wê bertek nîşanî negirtina faîl dan. 
 
XWIŞK KAR: DIVÊ BI AWAYEKÎ BERFIREH LÊGERÎN BÊ KIRIN
 
Xwişka Karê, Ebrû Kar, anî ziman ku tevî mehek derbas bûye jî hêj tu pêşveçûn nîne û wiha got: “Pêvajo qet nameşe, xetimî ye. Em dixwazin kujer demildest bê dîtin û lêgerîneke berfirehtir were kirin.”
 
ÎDIAYA KU ‘REVIYA LICÊ’ 
 
Parêzer Eda Kar Bûrakmak a di heman demê de dotmama Karê ye, anî ziman ku ji ber betlaneya edlî ye, dadger û dozgerên nobedar bi dosyayê re eleqedar nabin. Bûrakmak, îşaret kir ku faîl Demîrhan piştî cînayetê ber bi Bûlvara Tûrgût Ozal ve reviya ye û wiha got: “Li vir problema bingehîn qeydên kamerayê nehatine lêkolînkirin. Li Bûlvara Tûrgûr Ozal li MOBESE an jî qeyda kamerayên kargehê nehatiye nêrîn. Pişt re xebateke çawa hatiye kirin nizanin.”
 
Bûrakmak, anî ziman ku îdiayên ku faîl reviyaye navçeya Licê hene û da zanîn ku ji bo lêpirsîn were berfirehkirin daxwaznameyeke ji 5 rûpelan pêk tê dane. Bûrakmak, diyar kir ku daxwaz kirine ku qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin, sînyalên telefonê bên şopandin û îfadeya xizmên faîl bên girtin.