TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist

  • jin
  • 20:32 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Tevgera Jinên Azad di çarçoveya kampanyaya “Deng bide azadiyê” de li navçeya Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist. 
 
Tevgera Jinên Azad li taxa Kizir a navçeya Silopiyayê di çarçoveya kampanyaya “Deng bide azadiyê” de aktîvîteya xwendinê li dar xist. Rêxistina Partiya Wekhevî û Azadiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek kes beşdarî aktîvîteya xwendinê bûn. 
 
Beriya xwendinê aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdanê axaftineke kurt kir. Fîdan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîd dikare bi têkoşînê bê şikandin. Pişt re nivîsên ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya lê tê girtin nivîsîne hatin xwendin. Piştî nivîsên hatin xwendin welatiyên ku beşdarî aktîvîteyê bûn nirxandin kirin û bal kişandin ser tecrîdê.