Li Muglayê jinek hate qetilkirin

  • jin
  • 10:01 25 Tîrmeh 2024
  • |
img
MÛGLA - Li navçeya Bodrûmê Husne Topal ji hêla zilamê bi navê Omer A., ê dest ji hev berdabûn hate  qetilkirin.
 
Husne Topal (39) a li navçeya Bodruma Mûglayê dijiya ji hêla Haci Omer A. (40) ê dest jê berdabûn, bi çekê hate qetilkirin. Haci Omer A., Sedat T. yê xwestiye xwe bigihîne hawara Topalê jî birîndar kir û ji cihê bûyerê reviya. 
 
Piştî êrişa Haci Omer A. dayika 3 zarokan Husne Topal bi giranî birîndar bû. Topan piştî agahîdayînê, rakirin nexweşxaneyê û tevî hemû mudaxileyan nehat xelaskirin. Cenazeyên Topalê ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Mûglayê. Hat zanîn ku dermankirina Sedat T. jî li nexweşxaneyê didome. 
 
Piştî bûyerê Hacî Omer A. hate peydakirin û binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku Husne Topal piştî erdheja 6’ê Sibata 2023’yan ji Hatayê li Bodrumê bi cih bûbû.