Kovara Jinê bi manşeta ‘Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in’ derçû

  • jin
  • 12:29 20 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 86’emîn a Kovara Jinê bi manşeta "Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in" derket.

Hejmara 86'emîn a Kovara Jinê ku her hefte bi awayekê dijîtal tê weşandin, bi manşeta "Komkujiyên jinan siyasî û îdeolojîk in" derket. Di hejmara nû de kovarê bal kişand ser cînayetên jinan ên di demên dawî de. 
 
Nivîsên di hejmara nû de wiha ne: 
 
* Jinkujî, bêcezakirin û zayîna asayî / Oya Açan 
 
* Hiqûq ji bo tundiyê wekî 'pêçek' tê bikaranîn / Eren Keskîn 
 
* Jinên xurt: Berxwedana ku tundiyê çarenûs nabîne / Fatoş Stêrk 
 
* Tundiya sîstematîk: Jinkujî û rola dewletê / Dîlek Başalan
 
* Nihêrtina bi Jineolojiyê nêrîna li Jineolojiyê: Çavdêriyên komxebata Wanê / Rûşen Seydaoglû 
 
* Piştî atolyeya Jineolojiyê: Têbiniyên li ser têkoşîna hevpar / Semîha Arî