Li Şirnexê jineke ducanî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

  • jin
  • 10:27 11 Kanûn 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Jina bi navê Denîz Erkan a janên welidînê dijiya û çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, jiyana xwe ji dest da. 
 
Welatiya bi navê Denîz Erkan a ducanî, ji ber janên welidînê çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Du saet beriya zarok bîne jî rewşa wê aloz bû. Denîz Erkan a rakirin beşa lênihêrîna awarte ya nexweşxaneyê, li vir jiyana xwe ji dest da. Di encama mudaxileyan de pitikê Denîz Tekîn hate rizgarkirin. 
 
Hat zanîn ku sedema mirina Denîz Erkan dê piştî rapora otopsiyê diyar bibe. Hat zanîn ku Wezareta Tenduristiyê dê têkildarî sedema mirina Denîz Erkan lêpirsînê bide destpêkirin û lêkolîn bike bê xemsariya nexweşxaneyê bûye sedem an na.