Di êrişên dewleta tirk de 13 jinên pêşeng hatin qetilkirin

  • jin
  • 15:46 13 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ji sala 2018’an ve dewleta tirk bi giştî 13 jinên pêşengî ji civakê re dikirin, qetil kir. 

Kombûna Jinan a Zenûbiya di 10’ê Kanûnê de bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter ên ser Kantona Minbicê de endamên wan Qemer El Sûd, Eyşe Ebdulqdar û Îman jiyana xwe ji dest dane. Kombûnê diyar kir ku her sê jinên şoreşger di rêya parastina xak û rûmeta gelê xwe de jiyana xwe ji dest dane. 
 
Kombûnê destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê jinên pêşeng dike armanc, di heman demê de hewl dide tevgerên jinan ku bingeheke sereke yên birêxistinkirina civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, tune bike.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê, ji sala 2018’an heta niha dewleta tirk û komên wê yên li dijî jinên pêşeng wiha ne: 
 
2018: Dewleta Tirk û komên wê yên paramîlîter di êrişên xwe yên li ser herêma Efrînê de bi cenazeyê endama YPJ’ê Barîn Kobanê lîstin û vî yekê di raya giştî ya cîhanê û jinan de rê li ber hêrseke mezin vekir. 
 
2019: Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef dema diçû Reqayê ji aliyê komên paramîlîter ve hate qetilkirin. 
 
2020: Çalakvanên jin Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî li gundê Hilincê yê Kobanê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin. 
 
2022: Fermadara Hêzên Antîterorê Jiyan Tolhildan, şervanên YPJ’ê Roj Xabûr û Barîn Botan di bombebarana dewleta Tirk a de hatin qetilkirin. 
 
2023: Hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo Yusra Îlyas û cîgira hevserokên meclisê Leyman Şiwêş hatin qetilkirin. 
 
Li gel jinên pêşeng, di van êrişan de gelek sivîl û jin jî hatin qetilkirin.