Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin

  • jin
  • 15:22 12 Adar 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên Kurd Leyla Paşayî li bajarê Seqizê û Suheyla Metaî jî li Dêwlanê bi hinceta ku tev li pîrozbahiyên 8’ê Adarê bûne hatin binçavkirin. 

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand ku du jinên Kurd ên çalakvan yên bi navên Leyla Paşayî li Seqizê û Suheyla Metaî li Dêwlanê bi hinceta ku tev li çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bûne, ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve hatine binçavkirin. 
 
Hat gotin ku her du çalakvan bêyî fermana dadwer hatine binçavkirin û birine cihekî nediyar.
 
Li aliyê din roja 10’ê Adarê jî li bajarê Sineyê 2 jinên çalakvan ên bi navên Soma Mihemed Rezayî û Baran Saedî bi hinceta tev li merasîma 8’ê Adarê bûne, ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve hatibûn binçavkirin.