Amed – Ayten Kaya ya tê îdiakirin ku li Gêlê dawî li jiyana xwe aniye hat veşartin.
Li gundê Basraf a girêdayî navçeya Gêlê ya Amedê duh Ayten Kaya (35) a dayika 7 zarokan hat îdiakirin întîxar kiriye. Hatibû ragihandin ku Kaya xwe li axûrê daliqaniye û dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Kaya ji bo otopsiyê rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî. Piştî malbatê cenaze wergirt birin Goristana Yenîkoyê ya Amedê û duh êvarê veşartin.
Hat ragihandin têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.