AMED - Parêzer Muzeyyen Nergîz, bilêv kir ku sedema sereke ya tundiya li jinê tê kirin ew e ku wekî meseleyek nav malî û divê di nav malê de bê çareserkirin tê dîtin û got, ji ber li dijî tundiyê polîtîkayeke berfireh tuneye jin nayin parastin.
Êrîşên li dijî Qanûna Jimara 6284 a Peymana Stenbolê didomin, qanûn û peyman tenê li ser kaxezê dimîn in. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Muzeyyen Nergîz, diyar kir ku ji ber tundiya li jinê tê kirin wekî meseleyeke navmalî tê ditîn û ji ber qanûn pêk nayin û ji bo pêkanîna van qanûnan tu polîtîkayeke dewletê tune ye, tundî zêde dibe.
Nergîz, anî ziman ku piştî her cinayeteke jinê di civakê de bertekeke bêkontrol rû dide, lê paşê tê jibîrkirin û wiha got: "Ji bo civak bertekek rast nîşanî cinayetên tên kirin bide, divê vê yekê qebûl bike. Tundiyeke ku ji ber feraseta zayendîparêz û baviksalarî heye. Tundiya li jinê tê kirin taliyê vediguhere cinayetê. Ev tundî ku li pişt wê zayendiya civakî heye bi rêk û pêk û berbelav e. Divê civak vê yekê rast bixwîne. Halbûkî civak wekî meseleyeke navmalî û dîsa wekî meseleyeke ku divê di nav malê de bê çareserkirin dibîne." Nergîz, destnîşan kir ku sedemên şidetê rast nayên xwendin û piştî hin bertekan di demeke kurt de tên jibîrkirin.
WEKÎ TIŞTEKÎ ASAYÎ TÊ NÎŞANDAN
Nergîz, diyar kir ku divê civak dînamîkên dibin sedema tundiyê rast bixwîn in û wiha bilêv kir: "Civak cinayetên pêk tên tenê wekî 'Wê bê serê Emîne û Ozgecanê' dixwîne. Ev yek pirsgirkeke civakî ya cidî ye." Nergîz, anî ziman ku li gorî lêkolînên ku derûnasan kiriye dîmenên derbarê tundiya li jinê tê kirin tundiyê dike wekî tiştekî asayî û wiha rêz kir: "A rast berteka civakî jî ne pir rast an jî ne pir watedar e. Çimkî ji nişkave bertekeke tund tê nîşandan, lê du roj şûnde tê jibîrkirin. Mesela cinayeta Emîne Bûlût. Bertekeke tund hat nîşandan, lê wê gelek jê encama vê dozê meraq nekin. An jî wê neşopînin. Wê jinên wekî Emîne Bûlût bi tundiyê re rû bi rû dimînin meraq nekin."
MEKANÎZMA NAŞUXILE
Nergîz, destnîşan kir ku biryar ji bo parastinê tên girtin hene, lê belê dîsa jî jin nayên parastin û wiha pê de çû: "Jinên ji bo parastinê serî li qanûnan didin hîn bêtir bi tundiyê re rû bi rû dimînin. "Yanî gava ew mekanîzma baş nekeve dewrê, helbet wê tundî zêde bibe û heta cinayetê jî biçe. Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê, belgeya sereke Peymana Stenbolê ye û tê de berpirsiyariya dewletê wiha tê pênasekirin: 'Divê polîtîkayeke berfireh û bikoordîne hebe.' Lê ji ber polîtîkayeke wiha tune ye jin nayên parastin û bi salan bi tundiyê re rû bi rû dimînin û tên kuştin. Peymanên anvenetewî, qanûn pirî caran pêk nayên. Tu polîtîka û xemeke dewletê ya bi vî awayî tune ye."
ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ
Nergîz, ji bo zimanê çapemeniyê yê derbarê cinayetên jinan de jî, destnîşan kir ku zimanê çapemeniyê tundiyê zêdetir dike û carinan ji bo cinayetên jinan îşaret bi hin rêbazan dike.
Nergîz, bilêv kir ku cinayetên jinan ji nişkave çê nabin û wiha domand: "Beriya cinayetê îşkence û şideteke sîstematîk heye û her şideta ku li jinê tê kirin di xwe de cinayetekê dihebîne. Li hemberî cinayet û tundiya li jinê tê kirin tu derd û xemeke dewlet û îktîdarê tune ye. Bereksê wê naxwazin jin ji rola û sinifa mirovê duyem derkevin."
Nergiz ji bo xalên di Peymana Stenbolê de cih digirin jî, ev tişt gotin: "Ev xal diyar dikin ku wê çawa pêşî li tundiyê bê girtin û loma ev peyman peymaneke gelek girîng e."
Nergîz, bal kişand ser mirinên biguman ên jinan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gava hûn tev didin, hûn dibînin ku cinayet e. Em dibînin ku hinek jin jî ber bi întixarê ve tên şandin. An jî ji ber tundî û tahdeya bi salan e. Loma divê întixarên jinan baş bên lêkolînkirin û lêpirsîn."
MA / Arjîn Dîlek Oncel