Cendirmeyan mudaxileyî welatiyên ku sewalên xwe xwestin kirin

  • rojane
  • 11:49 12 Hezîran 2021
  • |
img
RIHA - Cendirmeyan bi hêceta sewalên xelkê ketine eraziyên TÎGEM’ê desteser kiribûn. Welatiyên ku sewalên xwe xwestin bi mudaxileya cendirmeyan re rûbirû man. 
 
Cendirmeyan bi hêceta ku sewalên xelkê ketine eraziyên Miduriyeta Giştî ya Karûbarên Çandiniyê (TÎGEM) a li navçeya Serêkaniya Rihayê desteser kiribûn. Welatiyên ku çûn daxwaza sewalên xwe ji cendirmeyan kirin û çalakî li dar xistin. Li gorî dîmenên di medya salan de hatin parvekirin, welatî sewalên xwe dixwazin û cendirme mudaxileyî wan dikin. Hat zanîn ku gelek welatî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku tevî hemû hewldanên welatiyan jî cendirmeyan sewalên wan nedane wan.